Yûsif: Me derfetên xwe hemû seferber kirin

Endama Konseya Rêveber a PYD'ê Hediye Yûsif diyar kir, di demekê de ku dinya hemû li dijî şewba vîrûsa koronayê têdikoşe dewleta Tirk êrişî Rojava û Şehbayê dike û destnîşan kir ku ji bo parastina gelê Rojava wan derfetên xwe hemû seferber kirine.

Endama Konseya Rêveber a PYD'ê Hediye Yûsif li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şehbayê û metirsiya vîrûsa koronayê ya li ser herêmê ji ANF'ê re axivî. Yûsif diyar kir ku kaosa sîstema kapîtalîst êdî gihîştiye asta herî bilind û bi bîr xist, dinya hemû niha bi vîrûsa koronayê mijûl e.

Yûsif bal kişand ser metirsiya belavbûna vîrûsê li welatên Rojhilata Navîn û got, "Di heman demê de li Rojhilata Navîn şer diqewime. Mirin, talan û koça ji ber şer vê carê bi belavbûna vîrûsê re wê jiyanê bi temamî felç bike. Eger ev vîrûs li Rojhilata Navîn belav bibe wê gelek welatan bi temamî lawaz bike. Yanî wê astengiyên li van welatan li pêşiya sîstema kapîtalîst hene hemûyan felç bike."

Yûsif got, "Mînak; Îran di nava ambargo û dorpêçiya aboriyê de bû. Niha bi vîrûsê re têdikoşe. Pêşdîtina me ew bû ku ji ber dorpêçiya leşkerî, siyasî, aborî û civakî ya li ser Îranê, li Îranê wê teqîneke civakî pêk bihata. Texmîna me bi vî rengî bû. Şoreşeke civakî li Îranê pêkan bû. Ji ber ku Îran ji aliyê civakî ve xitimîbû. Lê belê vê vîrûsê siyaseta derve ya Îranê felç kir û ev rewş wê Îranê gelekî lawaz bike."

TIRKIYEYÊ PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN GIRANTIR KIR

Yûsif anî ziman ku Tirkiyeyê bi hêza xwe hemûyî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn girantir kir û got, "Bi vî rengî jê hebû ku projeya Osmanî wê pêk bîne. Zemînê krîza li Sûriyeyê xurtir kir. Li welatê xwe teror kir, çete li welatê xwe perwerde kir. Bi rêya van êrişî Sûriye û welatên cuda kir. Bi rengekî pratîkî kete nava Lîbyayê. Tirkiye niha bi krîzeke mezin re rû bi rû ye. Tirkiye wê bi çi rengî xwe xurt nîşan bide? Bêguman bi şer û tundiyê wê hewl bide xwe ji nava krîzê derxîne. Vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê belav bûye, di pirsgirêka Sûriyeyê de xitimiye, pirsgirêka Idlibê, ya çeteyan, windahiyên xwe yê li Lîbyayê wê çawa çareser bike? Ji ber vê yekê Tirkiye gelekî lawaz bûye.

Tevî vê yekê jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li nava Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê êrişî gelê sivîl dike. Koçberî dewam dike. Hewldanên xwe yên ji bo guhertina demografiyê dewam dike. Êrişên xwe yê li Şehbayê dewam dike. Li Bakurê Kurdistanê êrişî şaredariyên bi îradeya gel hatine hilbijartin dike. AKP hewl dide bi siyaseta tundiyê Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Di rewşekê de ku dinya tev li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe, dewleta Tirk êrişî mirovan dike û digire. Siyaseta Tirkiyeyê li Lîbya, Sûriye û Rojhilata Navîn winda kir. AKP li Rojhilata Navîn dawî li Tirkiyeyê tîne. Li gel bangên dinyayê yên ji bo rawestandina şer, dewleta Tirk êrişên xwe dewam dike. Bi vî rengî hewl dide xwe li ser desthilatdariyê bihêle."

Yûsif diyar kir ku ji aliyekî ve dewleta Tirk êriş dike, li aliyê din jî ew li hemberî vîrûsa koronayê hewl didin mirovên xwe biparêzin.

REJÎMÊ HETA NIHA TEVDÎR NEGIRTIYE

Yûsif ragihand ku rejîma Sûriyeyê berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih nîne û heta niha li dijî vîrûa koronayê tevdîreke cidî wernegirtiye.

Yûsif diyar kir ku sê roj in derketina derve qedexe ye û got, "Lê belê derfetên me kêm in, tiştên ku em karibin bînin Şehbayê gelekî kêm in. Her wiha dema ku em pêwîstiyan derbas dikin hîn bêhtir baca gumrukê didin. Bi rêya sîstema komunê em hewl didin pêwîstiyên gelê xwe bigihînin malan. Lê belê ji bo bersivdayina li pêwîstiyên jiyanî yên gel zor û zehmetî hene. Ji be rku dewlet li ser bazarê serdest nebûye her tişt biha kiriye. Ji pêwîstiyên jiyanî heta fêkî, zebze û xurekan her tişt biha ye. Tevî vê yekê jî ji bo tenduristiya civaka xwe me derfetên xwe hemû seferber kirine."

DIVÊ GELÊ KURD PIŞTGIRIYÊ BIDE GELÊ LI ŞEHBAYÊ

Yûsif anî ziman ku hemû navend û nuqteyên tenduristiyê li dijî vîrûsa koronayê ketine nava liv û tevgerê û got, "Li hemberî nexweşên gengaz me 3 nuqte ava kirin. Her wiha me malzemeyên paqijiyê û dezenfekteyê li gel belav kirin. Lê belê ev tevdîr lawaz in û kêm in. Ji ber ku ev qad qada şer bû û ji xwe zemîna her nexweşiyê lê hebû. Hîn jî li herêmê madeyên kîmyewî hene. Di binê avahiyên hilweşiyayî de cenaze hene. Ji bo vê rîskê ji holê rakin em herêmê û xaniyan hemûyan dezenfekte dikin."

Yûsif her wiha bi navê penaberên li Şehbayê bang li saziyên tenduristiyê yên navneteweyî kir ku ji bo nexweşî belav nebe piştgiriya wan bikin. Her wiha bang li gelê Kurd jî kir ku piştgiriya wan bikin.