YPS-JIN'ê li dijî hêzên dewletê û hevkarên wan çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Gulan Piling a YPS-JIN'ê di çarçoveya "Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî û sîxurî-hevkariyê" li Şirnex, Tekîrdag û Aydinê çalakî li dar xist.

Li gorî daxuyaniya yekîneyê, 5'ê Tîrmehê li Şirnexê zeviyên Midûriyeta Şaxê Trafîkê û Herêma Bîranîna Daristanê ya Emniyetê şewitand. Hate gotin, "Şewat di demeke kurt de mezin bû û gihîşt Midûriyeta Şaxê Trafîkê. Di encamê de jammereke ku sînyalan xera dike û jeneratorek îmha bûn, xisareke mezin li stargeha binê erdê ya leşkerên dagirker bû."

Hate ragihandin ku 6'ê Tîrmehê êvarê li taxa Kemer a navçeya Efeler a Aydinê, kargeha hevkarê faşîst Yasîn A. hate şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê heman rojê li Tekîrdagê 2 malên betlaneyê yên faşîstên AKP'î hatin şewitandin.

Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriyê yên li ser Heftanînê hatin bibîrxistin û hate gotin, "Li dijî hewldana dagirkeriyê li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê em ê bênavber çalakiyan bikin. Em ê ruhê berxwedana bi heybet a li Heftanînê dîrokê dinivîsîne bi dirûşma 'Ev der Heftanîn e' veguherînin berxwedana dîrokî ya ku TC têk dibe. Bi navê jinan em ê çalakiyên xweparastinê û tolhildanê bidomînin."