YJA Star li dagirkeran da: Hemû çeper rûxandin, 8 leşker hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de li leşkerên Tirk ên li Girê Şêxmûs bûn dan. Di çalakiyê de hemû çeper hatin rûxandin, 8 leşker hatin kuşin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî da:

“Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya li Herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dom dikde de, 3’yê Nîsanê saet 15:20’ê li dijî artêşa TC’ê ya li Girê Şehîd Şêxmûs bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku çeperên li gir dijmin lê bi cih bûbûn kirin hedef, çeper bi temamî hatin rûxandin û 8 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Çeka gira a A-4 a li çeperê bû jî hate rûxandin.

Yekîneyên me yên ku çalakî kirin bi sax û silametî vegeriyan cihên xwe.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HEFTENÎNÊ BARANDIN

4’ê Nîsanê (îro) saet di navbera 10:00-02:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk devera Geliyê Pisaxa ya herêma Heftenînê yên Herêma Parastinê ya Medyayê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştine hêzên me.”