Yekîneya Tolhildanê: Em ê her bajarî bikin qada serhildanê

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed peyam da ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê wê her deverê bikin qada serhildanê. Yekîneyê li gelek bajaran xebata pankartan kir.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed di daxuyaniyê de got, ''Kurd li dijî faşîzma qirker xwedî dîrokeke bêhempa ya berxwedanê ne. Kurd dizanin ku her kuçe, tax û bajarî bikin qada serhildanan.''

Bi berdewamî hate gotin her ciwanê Kurd bi rihekî fedayî ji bo Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li ber xwe bidin, li dijî êrîşên giştî yên pergala qirker a Tirk wê li her kuçe, taxê li ber xwe bidin û li dora Ocalan bibin xelekek ji êgir, her taxê bikin keleha berxwedanê, xeta berxwedaniya domdar deynin.

Yekîneya Tolhildanê ragihand ku 18'ê Îlonê li Êlih, Wan, Bedlîst, Stenbol, Amed, Agirî, Edene, Mêrsînê û Mêrdinê, bi dirûşma, ''Ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re êdî bes e; dema bicihanîna azadiyê ye'' pankart daleqandine.