Xebat Andok: Gel û gerîla bibe yek, kes nikare li ber bisekine

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok destnîşan ki divê gelê Kurd zanibe ew di nava şer de ye, lewma divê jiyana xwe li gorî rastiya şer rêxistinî bike. Xebat Andok diyar kir, eger gel û gerîla bibe yek wê ji sedî sed bi ser bikevin.

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Xebat Andok, bû mêvanê bernameyek taybet ya Radiyoya Dengê Welat. Xebat Andok, di bernamê de Pêngava 1 Hezîrana 2004 û 1 Hezîrana 2010'an Pêngava Şerê Gelê Şoreşgerî nirxand. Xebat Andok got, "Em li ser erk û berpirsyarên xwe bisekinin, kêm û kurtasiyên xwe çareser bikin, ruhê xwe, hestên xwe, fikrên xwe, kar û barên xwe di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de organîze bikin, em dikarin koka hemûyan biqelînin."

Hevpeyvîna Radyoya Dengê Welat a bi Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok re wiha ye:

*Di dema pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an de rewş li Kurdistan û Tirkiyeyê çawa bû?

Rastî bi vî awayî ye. Tiştekî ku bi Kurdistanê ve girêdayî ye, her wiha têkiliyên Kurdistan û Tirkiyeyê ti carî nebûye tiştekî di navbera Kurdan û dewleta Tirk de. Her tim aliyên xwe yên cûr be cûr hebû. Ji bo vê yekê mirov pirsgirêka aniha ku di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk dagirker-qirker de heye, tenê di navbera herdûyan de binirxîne wê kêm bîmîne. Ji bo mirov bersiveke rast bide Pêngava 1ê Hezîranê jî pêwîste mirov bi awayekî giştî binirxîne. Ji ber ku ne dewleta Tirk dewleta Tirk e, ne jî pirsgirêka Kurd tenê pirsgirêka bi dewletên dagirker ve girêdayî ye. Ya rastî tiştên ku bi Kurd û Kurdistanê ve girêdayî herî kêm heremî ye. Hetta Serokatî got ku, “Tiştên Kurdistanî tiştên gerdûnî ne.” Rastî bi vî rengî ye. Ji dema neolotîkê û vir ve tiştên Kurdistanî bûne tiştên cîhanî. Neolotîk tê zanîn, şoreşeke cîhanî ye, li Kurdistanê pêk hat. Li hemû cîhanê belav bû. Dîsa şaristaniya navendî, şaristaniya dewletî desteketiyên neolotîkê xwe xwedî kir. Bû sîstem. Ew jî dîsa bû cîhanî. Di roja xwe hemû temsîl kir. Dîsa berxwedaniya gelê Kurd ya wê demê heta roja me ya îro her encamên cîhanî û herêmî derxistin. Mînak dewleta navendî a yekemîn di dîrokê de dewleta Akad e. Di dema xwe de hêza herî hegemonîk ew bû yê ku ew hilweşandindin Gutî bûn, Gûtî jî bav û qalê Kurdan e. Împaratoriya yekemîn a di dîroka mirovahiyê de hatiye dîtin împaratoriya Babîlan e. Ew jî di dema xwe de hêza herî hegemonîk e. Emerîkaya di roja xwe de ye. Yê ku wana jî hilweşandin tê zanîn Mîtanî, Hîtît, Kasîne. Wana hemû jî bav û qalên Kurdan e û Aryenîk in. Di heman demê de împaratoriya ceberrût a di dîrokê de hatibû dîtin ya herî hovane İmparatoriya Asûrî bû. Yê ku wî jî hilweşandin bi pêşengtiya Medan bû, Med jî tê zanîn bav û qalên Kurdan bû. Bi Kurd û Kurmancî pêvajoya piştre jî her bi vî awayî ye mirov dikare bêje mijarên ku bi Kurdan û Kurdistanê ve girêdaye, tiştên ku li Kurdistanê qewimîne, herî kêm heremî ye. Ji ber ku naveroka, dilê cihaniyê demekî dûr û dirêj li Rojhilata Navîn bû ye hatta heta roja me ya îro ev pêvajo didome. Tiştên herêmî li Rojhilata Navîn tiştên ku diqewime bi awayek giştî cîhanê hemû jî bandor dike.

Mirov were roja me ya îro jî tu li dinêrî di roja me ya îro de ev herî kêm sed sal e li ser gelê Kurd êrîşeke qirkirinê heye. Hewl didin ku koka gelê Kurd bi qedînin. Pirsgirêkek çêkirine jê re dibêjin pirsgirêka Kurd. Yê ku ev jî çêkirine ku em pir baş dizanin ku tenê ne dewleta Tirk e, ne Irak, ne Îran ne jî dewleta Suriye ye. Hetta yê ku her çar dewletan dagirker bi şiklekî netew dewletê format kirin ava kirin jî em pir baş dizanin ku desthilatdarên wan derane ne. Dewletên Îngîltere û Fransa ye. Çîrok û dîroka wana bi her awayî tê zanîn ji bo vê yekê jî afrînerê pirsgirêka Kurd herî kêm ji qasî ji hêzên dagirker, hêzên hegemonîk heta yê esas afirandine ev pirsgirêkan hêzên dagirkerin, hegemonîk in. Di dema xwe Îngiltere û Fransa bû. Piştre jî hegemonya da guhertin wexta çêbû jî ew polîtîkaya destpêka sedsala 20. De hatibûn dayîn ewan nehatin guhertin. Hêjî êrîşa qirkirinê li ser gelê Kurd heye hê jî ev hêzên hegemonîk van dewletên dagirker û qirker bi taybet jî dewleta Tirkiye diparêzin, dihewînin, teşvîk dikin û pêşiya wan bi her awayî vedikin. Di vê nokteyê de tu pirsgirêka wan nîne. Vana em ji bo çi tînin ziman. Ji ber vê yekê dîroka 1 Hezîran 2004 di dîroka me de pir girînge. Wekî bi awayek giştî hemû bûyerên di dîroka PKKê de hatine dîtin, di dîroka tekoşîna gele Kurd de hatine jîyîn wana hemû bi dewletên dagirker ve girêdaye nînin. Ne bi bandoran wan çêdibe ne jî encamê de bandoreke tene li ser hêzên dagirker dikin bi wî awayî nîne. 

Em di kîjan şert û mercê de ber bi Hamleya 1 Hazîranê hatin; beriya ku mirov rewşa Kurdistan û Tirkiyê bîne ziman, esas gere mirov hêza navnetewî bîne ziman çunkî di encamê de 1998-99 tê zanîn komployeke navnetewî beramberî Serokatiya me hate pêş xistin. Hewldan di şexsê Serokatî de Tevgera Azadiyê tine bikin. Hêviyê azadiyê, hewldana xwebûnê, hewldana hebûnê di şexsê Serokatî de ji bo gele Kurd jî ji holê rabikin. Bi vî awayî êrîşek çêkirin. Bi Kurt û Kurmancî êdî bi her awayî derketiye holê ku komploya navnetewî ji alî hêzên hegemonîk ve hate meşandin. Esas yê ku plan kir, Îsraîl, Emerîka, Îngîltere, Yekîtiya Ewrûpa hemû tê de cîh girt. Komplo hemû plana wan bû. Para Tirkiye di vir de çi ketibû? Tirkiye jî bê famtî bû. Zaten Serokwezîrê wê demê Ecevît bi xwe ev jî anî ziman; “Em nizanin ji ber çi APO teslîmê me kirin?” Ev nîşaneya bê famtiyê ye. Dewleta Tirk qaşo li hemberî me têdikoşiya, şer dikir lê her kes dizane ku şer ya tenê dewleta Tirk nebû. Hetta dewleta Tirk bi kîjan çekî şer bike, bi çi teknîkê şer bike, stratejî û taktîkê wî vana jî ji hemû van hêzên ku xwediyê pirsgirka Kurd bûn, nedixwestin PKK hebe. Yanî ji alî van hêzan ve dihat kirin. Evana jî têra xwe xwedî derketin. Ji ber vê yekê jî em dema berbi Hamleya 1 Hezîranê 2004an ve diçûn yek tespit ev e, Serokatiya me bi komployeke navnetewî hatibû girtin. Ev hêzên navnetewî û hegemonîk, hesap dikirin ku di şexsê Serokatî de her tişt tune bû. Bi vî şiklî plansazî dabû pêşiya xwe. 

Di heman demê de wê demê Yekîtiya Ewrûpa çêdikir? Mînak Serokatî hat girtin şûndetir, strateji hat guhertin, pir guhertin çêbûn. Di encam de me hêdî li hember Tirkiye, şerê çekdarî dabû sekinandin. Gerîlla, ji Bakurê Kurdistanê hatibû kişandin. Lê YE’ê di 2002an de di derbarê PKKê de biryara rêxistina terorî da û kir lîsta terorê. Normal, her kes dizane ku teror qaşo şiddet, bi silah tê kirin lê tu bi vê mêyzandinê binêrî jî di dema PKKê, şer dabû sekinandin di wê demê ev hat kirin. Ev jî di qada navnetewî de sekneke çawa, helwesteke çawa heye, di derbarê PKKê de, Serokatî, gele Kurd de heye, dide nişan. 

Dîsa di qada navnetewî de bûyerek pir girîng heye. Di 11 îlona 2001an de qaşo bi destê El Kaîde yê bûyerek çêbû li Emerîka yê. Bîna hatin rûxandin, êrîşên cûr be cûr çêbû. Ji vir şûndetir ev pêvajo ji bo Emerîkayê, cîhan hat guhertin. Emerîka qaşo şerekî li hember terorîzmê îlan kir, terorîzm bû dijminê herî esasî qaşo, ji xwe em jî YEê me kir lîsta terorê, ji xwe ji bo dewleta Tirk em teror bûn, ji xwe ji bo Emerîkayê em teror bûn ji bo vê yekê dewleta Tirk jî ji wê sûdwergirt. Ji wê seetê şûndetir êdî got ku madem Emerîkayê bi awayek giştî li hemberê terorê tekoşînek daye destpêkirin, ê hemberî terorê şereke demdirêj bide destpêkirin, ez jî ji vê sûdê werbigrim. Ez jî terora xwe qaşo PKK li gor dewleta Tirk teror bû. Li ser vî esasî ez jî vi ya wek fersendeke bi kar bînim. Ez jî êrîşeke bi vî awayî li hember PKK’ê bikim. Bi awayek giştî mirov konjûktûra navnetewî dinêre, konjûktûra navnetewî ne li gel Emerîka ne jî li gel YE yê, yanê konjûktûreke baş tine bû. Yanê konjûktûreke dixwestin koka gelê Kurd biqelînin. Bi vî şiklîbû û li ser karbû. 

Hêzên heremî de jî dewletên dagirker wê deme zêde pirgirêk û alozî di navbera wan de tinebû. Her çar dewletên dagirker di meseleya Kurd û Kurdistanê de hevparbûn, tifakek di navbera wan de hebû. Bi vî şiklî dixwastin hêviya azadiya gelê Kurd ji holê rabikin, di vê nokteyê de konsepta heremî de jî dîsa rewş, rewşeke neyînî bû. Vana jî tê zanîn. 

Li gel vê li gel dewleta Tirk çi hebû. Dewleta Tirk de di 2002an de AKP hatibû desthilatê. Ev piştî êrîşa 2001’ê a ku li hember Emerîkayê hate kirin şûndetir hêjî biguman e ku ji alî kê ve hatiye kirin. Di çarçoveya projeya mezin ya Rojhilata Navîn de xwestin pêvajoyek dest bixînin. Çavkaniya ku terorîzmê ku Emerîka dixwest koka wî biqelîne, çavkaniya wê kuderê bû, Rojhilata Navîn bû. Ji bo wê, wê êrîşê wêderê bikira. Hetta Gerorge Bush ev re digot, “Seferên Haçlî” bi vî awayî wî jî anî ser ziman. Bi vî awayî wana ji xwe re plansaziyeke ji nûve dizayn kirina Rojhilata Navîn dabûn pêşiya xwe. Rolekî jî dixwestin bidin dewleta Tirk. Dewleta Tirk ji berê de endamê NATO bû. Di hemû polîtîkayên xwe de di çarçoveya berjewendiyên hêzên Rojavayî de tevdigeriya. Dixwestin dîzaynekî jî binin dewleta Tirk. Piştî komplo dixwestin bi hêzeke nû ev PKK û gelê Kurd ya heyî, tasfiye bikin. Ji bo vî tiştî jî AKP amade kirin. Erdoğan li ser vî esasî wek erkdarekî hêzên navnetewî taybet jî wekî hêza Emerîkayê bû. Bi vî şiklî bû desthilat. Ji nişk ve partiya xwe ava kirin. Di demek kurt de bayekî xurt dane pişt xwe di encam de jî di hilbijartina xwe ya yekemîn de di 2002an de bi tena serê xwe bû îktîdar. Erkên wan hebû. Erkê wan di esas de dudi bûn. Yek pirsgirêka Kurd di çarçoveya tasfiye kirin û qirkirina gelê Kurd de wê çareser bikirana. PKK tasfiye bikirana. Esas de jî wê hêza xwe bidana ser helandin û qirkirina çandî. Li kêlek vê li Rojhilata Navîn di şexsê AKP’ê de gere îslamgeriya nerm pêş biketa. Çunkî îslama hişk hêzên Ewrûpî û Emerîka ji xwe wek xeteriyek didît. Vana wek dijmin pênase û îlan kiribûn. Di tasfiye kirina wan de jî îslama nerm dixwestin bikarbînin. Li ser vî esasî ev rol dan AKP. Bi vî awayî Erdoğan seroktiya xwe ya AKP bû îktîdar û di encamê de jî rola ku diket ser milê wî jî ev her du tişt bûn. Ji ber vê yekê navbera îktîdara AKP û YE pir baş bû. Navbera AKP û Emerîka pir baş bû. Wekî me anî ziman erkdarê wan bû. Dewleta Tirk di şexsê AKP’ê de xwe gîhand desteka herî xurt a Emerîka û YE’ê yê. Ji ber vê yekê hewldanê Serokatî ku çareserkirina pirsgirêka Kurd û hwd. Xwestin ji holê rabikin. Qebûl nekirin, ji xwe eşkere bû ku AKP bi vî awayî bixwaze koka gele Kurd biqelîne. Ev piştî êrîşa 2001ê hat fêm kirin. Tespîtan Tevgera me jî bi vî awayî ye. AKP ji bo tasfiye kirina gelê Kurd erkdar e. 

Rewşa gelê Kurd çibû? Di sedsala 20’an de her bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû mabû. Hatibû ber deriyê tune bûnê. Tevgera Azadiyê derketibû. Tevgera Azadiyê, gelê Kurd ji nûve zindî kiribû. Gelê Kurd xwe birêxistin dikir. Şerê xwe yê hebûnê dikir. Bi girtina Serokatî şikestineke cîdî jiya. Berteka xwe di asta herî jor de nîşan da. Xwedî derketineke pir xurt li Serokatî çêbû. Bi wê xwedî derketin û tekoşînê, bi sekna, bi hewldanê Serok komploya navnetewî hate pûç kirin. Dîsa jî rewşa gelê Kurd çi b çi nabe, tam nediyar bû. Bi siyaseta demokratîk, hewl dida xwe bigîhîne xwebûnê. Çunkî tekoşîna çekdarî li Bakurê Kurdistanê hatibû sekinandin. Rêbaz wek stratejiya demê wek stratejiya çareseriya demokratîk dihate esas girtin. Serokatî ji 1993’an vir ve ew esas digirt. Hewl dida pirsgirêk çareser bibe. Rewşa AKP û dewletê jî rê nedida ku pirsgirêk çareser bibe. 

*Tê nirxandin ku Pêngava 1 Hezîran’a 2004 an tenê ne leşkerî, aliyekî xwe yên mezin birdozî ye. Ev tê çi wateyê? Pêngava 1 Hezîran 2004’n, di xeta me ya leşkerî û birdozî de bandorekî çawa ava kir?

Piştî komploya navnetewî Serokatiya me hewl da tevgera me biparêze. Hebûna xwe bidomîne. Serokatiya me ji bo pûçkirina komployê hewl da pirsgirêka Kurd çareser bike. Riyên çareseriyê ji bo mirov bibe hêza çareseriyê gere tu hêz bibî. Komploya navnetewî ji bo tevgera me û gelê me darbeyek pir mezin bû. Tê zanîn wê demê her kesê ji bo Tevgera Azadiyê me temen diyar dikir. Digotin wê 6 meh şûn de ev hereket nikare ser lingan bisekine. Hinekan hewldida ku destkeftiyên PKKê bi tekoşîna xwe, bi keda Şehîdan derxistiye, dest dayne ser wan. Hinekan digot hêdî dema PKK qediya. Bir Kurd û Kurmancî her kesê digot heta vê derê. 

Serokatiya me Serokatiyeke cûda ye. Li ser vî esasî ev hemû hêzên hegemonîk û dagirker ku di navê de bûn ku dixwestin bibin serî, Serokatiya me bi sekna xwe ew komplo bi ev şiklî pûç kir. Hemû plansaziya wan ser û binê hevdû kir. Di vê çarçoveyê de Serokatiya me hewldanê xwe kûr û berfireh kirin. Di encamê van hewldanan de destpêkê van hewldana di milên zîhnî de çêbûn, hin gavên siyasî hat avêtin. Di esas de vala derxistina komployê di milê îdeolojîk, teorîk û kûrbûyîna zîhniyet de çê bû. Encama van lêgerîna zîhnî Serokatiya me xwe gîhande paradîgmayeke nû. Navê paradîgmayê ji 2003’an şûndetir hate lêkirin. Paradîgamaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin. Bi vê paradîgmayê em ê hewl bidin ku pirsgirêka civakî, pirsgirêka Kurd jî çareser bikin. Pirsgirêkên şexsî, rêxistinî em ê bi vê paradîgmayê çareser bikin. Em ê bi vê paradîgmayê xwe xurt bikin û xwe bikin hêza çareseriyê, li hember hêzên hegemonîk û dagirker. Bi vî awayî Serokatî kûrbûnek pir xurt di wê pêvajoyê de çêkir. Bi vê guhertinê bandora xwe li ser her tiştî çêkir. Bandora xwe wê li ser şer, rêxistinbûyîn, bername û hwd. Ji ber vê yekê guhertin û veguhertina paradîgmayê bi kûrbûn û berfirehbûnê ve girêdayî sekneke cûda çêbû. Ev jî bû bingeha vala derxistina komploya navnetewî. Yekemîn çima bingeha Pêngava 1 Hezîrana 2004an de milê wê yê îdeolojîk zêdetir e, ji ber vê ye. Ev pêvajo ji encama fikrekî çêbû. 

Duyemîn wê demê di nav rêxistinê de jî îxanet, tasfiyegerî xwe rêxistin dikir. Wan kesan ji berê de bi pirsgirêkbûn, partîbûnê ve bi Serokatî re her tim bi nakokbûn. Wexta Serokatiya me hate girtinê şûndetir firsend dîtin ji bo xwe û lî ser wî esasî di nav rêxistinê de xwe birêxistin kirin, hewldan ku xwe xurt bikin. Ev tenê ne tevgereke hundirîn bû. Milê wî hêzên hegemonîk, dagirker û hevkarên dagirkeriyê qaşo Kurd hebûn. Emerîka wê demê mudahaleyê Irak kiribû, Emerîka li kêlek mebû, Emerîkaya ku li ser me komplo pêk anîbû ji bo vî em di rojeva Emerîkayê de bûn. Emerîka ji destpêkê heta roja me ya îro dixwaze Tevgera Azadiyê li gor xwe, berjewendiyê xwe bike. Ew kesên tasfiyeger jî tam li gor Emerîkayê bûn. Li ser vî esasî Emerîkayê destekeke pir xurt dane wana. AKP li Tirkiye îktîdar bû. AKP jî bi rêbazên cûr be cûr bi dan û standina van kesan re di milê zîhnî de di milê emel de çêkiribû vana jî hêviyeke pir mezin dikir ku bi destê van tasfiyegeran PKK zayif bibe, PKK tasfiye bibe yan jî PKK tam li gorî xwesteka wana bibe. Di heman demê de hevparê AKP û Emerîkayê di şexsê KDP’ê de jî hevkariya Kurd derket pêş. KDP jî destek dida û hêviyek ji wana dikir. Li ser vî esasî hêzên tasfiyeger di nava rêxistinê de hewldidan xwe birêxistin bikin. Anîn ziman ku gotin ji lîberalîzmê bawer dikin. Îdeolojiya wan cûda bûn. Dema îdeolojiya mirov cûda be, jiyan, hest û ruhê mirov cûda ye. Bi kurtasî mirov cûda ye. Li ser wî esasî wek îdeolojiyek cûda xwestin ku di nava rêxistinê de xwe xurt bikin û rêxistinê jî di milê îdeolojî de biguherînin. Di mile rêxistinî, pîvanên jiyanî, sekna şoreşgertî, pîvanên fedaîtiyê, mîlîtantî de û hwd. Guhertinên pir cîdî bikin û tevgera azadiyê bi modernîteya kapîtalîst ve monte bikin. Tekoşîneke pir xurt yê hundirîn hebû. 

Ji bo vî jî Pêngava 1’ê Hezîranê bû pêngaveke çawa rêxistin net kir. Çunkî wan hewl dida ku PKK ji heta xwe ya şoreşgerî dûr bikeve. Civakîbûyîn, fedaîtî, mîlîtantî, serbixwebûyîn, îdeolojiya Sosyalîzmê esas girtin, li ser vî esasî wekhevî, demokrasî, azadî esas girtin, ji bo wan ne xembû. Ji bo wan jiyana modernîteya kapîtalîst, jiyana şexsî bû. Destkeftiyên ku heta roja me ya îro derketibûn jî wê hemû di çarçoveya berjewendiya jiyana xwe ya şexsî de wê kar baniyana. Li vî esasî pêvajoya 1’ê Hezîranê wexta hate destpê kirin, wana di encamê de bi her awayî wendabûyîna encama îdeolojiya lîberalîzmê bû di nava partî de. Tasfiyeya tasfiyegeriyê bû. Di şexsê hemû tasfiyegeran de hewesa Emerîka, YE û AKP, KDP di qirika wan de ma. Bi vî awayî mirov dikare bêje di milê îdeolojîk a 1ê Hezîranê bi vî awayî dîsa hebû. 

Gelê Kurd her tiştê xwe bi tarzê berxwedêriyê, bi şer bidest xistiye. Çunkî gelê Kurd di sedsala 20’an de ferman di derbarê gelê Kurd de heye. Hewldidin ku tune bikin. Di dirêjahiya sedsala 20’an de gelê Kurd hewldaye bi berxwedaniya xwe hebûna xwe biparêze, ev jî seknek bû. Ev di PKKê de bû astekî pir xurt. Fedaîtî bû tarzê jiyana PKKê. Civakîbûyîn bi her awayî, Sosyalîzm bû tarzê jiyana PKKê. Li ser vê esasê destpêkirina Pêngava 1ê Hezîranê bir her awayî di jiyana PKKê de di şexsê mîlîtanên PKK’ê de li gel gelê Kurd her tişt net kir. Zexmet bû ku piştî Serokê me dîl ket, em şerê çekdarî li hember dewleta Tirk bidin rawestandin hetta gerîla li Bakurê Kurdistanê vekişînin û ewqas zexteke navnetewî li ser te be, hewldanên tasfiyegeriyê li ser te hebe û her ku biçe armanç dikirin ku tu bêhêvî bî, di nav şert û mercan de wek gelê Kurd, wek mîlîtanên tevgera azadiyê wexta xwe da ber Pêngava 1’ê Hezîranê, îlan kirin, meşandin, ev jî sekneke birdozî dixwest. Heke mirov civakî nebe, ruhê xwe yê fedaî neparêze, di xeta Serokatî de mîlîtantiya xwe neparêze, nedomîne mirov nikare tiştekî wisa bike. Ji bo vê yekê ew milê wê jî yê milê wê yê îdeolojîk dide nîşandan. Pêngava 1ê Hezîranê bi her awayî xwe dispêre guhertina paradîgamaya nû, kûrbûn û berfirehbûna zîhniyetê bi vî ve girêdayî îdeolojiya Sosyalîzmê de di xeta Serokatî de israrbûn de Pêngava 1ê Hezîranê bû berhema van tiştan. Ji her kesê re hate nîşandayîn ku PKK wê xeta Serokatî de bimîne.    

*Pêşengên Pêngava 1 Hezîrana 2004 an kî/ê bû? Pêvajoyek çawa dan destpê kirin, bandora xwe di roja me ya îro de çawa dimeşe? Pêngav, li ser kadro, gel, dost û dijmin de bandorekî çawa ava kir?

Pêşengên 1’ê Hezîranê û hemû pêngavên ku hatiye destpêkirin, pêşengî wî Serokatî ye. Yê partî ava kir, tarzê wî diyar kir Serokatî ye. Rêxistina me bi her tiştê xwe Serokatî ye. Serokatî bi her tiştê xwe mohra xwe li PKKê xistiye. Di hemû bûyeran de Serokatî heye. Ji ber vê yekê pêşengê esas Pêngava 1’ê Hezîranê Serokatî ye. Li kêlêk vî şehîdên me ne. Tu pêngav bê dîrok çênabe. Bê danehev çênabe. Ji bo vî hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê yê heta 1’ê Hezîrana 2004’an afrînerê vê pêngavê ne. Şehîd ji bo armancekî canê xwe dane, partî jî partiya şehîdane û şehîd namirin. Armancên, xwestekê wan namirin. Me sekna xwe bi vî awayî diyar kiribû. Me soz dabû ku hemû şehîdê şoreşa Kurdistanê armancê wan serbixin. Ji bo em armancê wan pêk were pêwîstbû Pêngaveke weke 1ê Hezîranê pêk were. Li ser esasê afrînertiya Pêngava 1’ê Hezîranê de bêguman li kêlek Serokatî, şehîdên me yên heta wê demê hebûn.

Pêngava 1’ê Hezîranê heta roja me ya îro didome. Bi hezaran şehîd çêbûn. Şehîdên ku hatine dayîn pêşengê vê pêngavê ne. Ev pêngav di demekî zor û zexmet de hat destpê kirin. Her ku çû bîçîma şer hat guhertin. Desteka ku ji dewleta Tirk a dagirker re dihat dayîn hat guhertin. Tê zanîn 5’ê Mijdara 2007 an de George Bush û Erdogan, PKK wek dijminê hevpar îlan kirin, ji wê demê şûndetir teknîka ku ji dewleta Tirk re hate dayîn, ne teknîkeke normal bû. Teknîka NATO û hêzên Rojavayî hemû bi her awayî di destê AKPê de bû. Dest di artêşa Tirk de bû, bi vî şiklî şer kirin. Di nav van şer û mercên herî zexmet de me bi hezaran şehîd da. Her şehîdê me afrînerê vê hamlêye. Ruhê wan ên fedaî, mîlîtantiya wan a Apoyî nebûya wana xwe feda nekirana ji bo azadî û wekheviyê ji bo xwebûn û hebûna gelê Kurd, bêguman ev pêngavana jî pêş nediket. 

Di şexsê gerîla de ev hamle pêşket û gelê me jî destek kir. Gelê me ji bo dest xistina azadî, wekhevî û hebûna xwe tevlî hamleyê bû. Mirov dikare bêje ku gelê me jî afrînerê vê hamleyê ye. 

Şehîdên me yên pir mezin ê vê hamleyê wek, Adil Bilikî, Gulbahar Gulhat, Reşît Serdar, Rojîn Gewda, Nûda Karker, Rustem Cûdî, Çîçek Kiçî, Alîşêr Koçgirî û hwd. Bê hejmar heval hene. Evana yên herî zêde derketine pêş wekî pêşengên hamleyê bûn. Ji hevalê nû heta hevalên kevn, ji şervan heta komutan, ji gelê me heta dostên me hemû dest dan hevdû ev Hamleya 1’ê Hezîranê pêşxistin. Di roja me ya îro de dîsa bi vî ruhî bi awayek pir xurt ev hamle didome.    

*Di heman demê de bi guhertina stratejiyê re di 1ê Hezîrana 2010an de bi pêşengtiya gerîla, Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî hat destpêkirin. Pêngav di atmosfereke çawa ya siyasî û leşkerî de dest pê kir? Pêvajoyek çawa bi xwe re anî?

Pêvajoya 1’ê Hezîran 2010’an destpêkir. Ev pêvajoyek hîn cûdatir e. Ev di esas de guhertinek stratejîk e. Stratejî tê zanîn ji bo hûn xwe bigîhînin armancên xwe hûnê kîjan rê û rêbaza bi kar bînin, navê dibe stratejî. Armanç, çareserkirina pirsgirêka Kurd de, di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin de înşa kirina civaka demokratîk û hwd. Bi kurtasî armancên Tevgera Azadî û gelê Kurd tê zanîn. Em jî hewl didin ku bi awayek giştî pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ji bo vê yekê dibî xwedî rê û rêbaz. 1’ê Hezîrana 2010’an guhertina stratejî bû. Heta wê demê stratejiya çareseriya demokratîk hebû. Serokatî di 1993’an de stratejiya çareseriya demokratîk esas girtibû. Dema ku Serokatî agirbesta yekemîn îlan kir ev wek stratejiya çareseriya demokratîk di lîteratûra me de cîh digire. Em heta girtina Serokatî heta 2000’î digirin dest. Ya rastî hetanî ji 2000’î heta 2010’an dîsa hewldanê Serokatî di çarçoveya çareseriya demokratîk de bû. 

Stratejiya dema sêyemîn çareseriya demokratîk heta 2010’an jî tevî 1’ê Hezîrana 2004’an hatibû destpê kirin dîsa stratejî ev bû. Me hewl dida pirsgirêka Kurd di çarçoveya rê û rêbazên demokratîk, çareseriya demokratîk pêş bixînin. 

1’ê Hezîrana 2010’an de jî stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî hat destpêkirin. Şer di rojevê de ye. Beriya wê çareseriya demokratîk bi dan û standin, bi dîalog bi rêbazên nerm hewldana çareseriyê heye. Piştî 2010’an şûnde bi neçarî rêbaza şer, lê şerekî çawa? Şerekî şoreşgerî. Ji alî kî ve bê destpêkirin? Ji alî gel ve bê destpêkirin. Bi awayek giştî stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî piştî 2010’an şûnde  heta roja me ya îro ye. Pekî em çawa hatin vê pêvajoyê? Yanî beriya 2010’an atmosfereke çawa hebû? Hewldanê Serokatî ji bo çareseriyê di asta herî jor de bû. Yê pirsgirêk ava kiribûn, nedixwestin pirsgirêk were çareserkirin. Hemû hewldanê wan di çarçoveya tasfiyekirina tevgerê de bû. Serokatî ya me agirberst îlan kirin, komên aştiyê rêkir, di 200’9an de koma aştiyê hatin şandin ji bo Tirkiyê. Vana hemû hatin girtin, kirin zindanê. Hemû agirbestên yek alî ku dihat îlan kirin, ji alî Tirkiyê ve wek firsendekî tasfiyekirina tevgerê dihate nirxandin. Dewleta Tirk tu demê xwe ji hewldanê tasfiyekirina tevgerê dûr nexist. Silav dabin hinekan di çarçoveya tasfiyeyê de silav daye. Di hilbijartina 2009’an de her kesê Emerîka jî bi daxûyaniyek piştgirî da AKP, KDP piştgirî da. Di dîroka tevgera û siyaseta me ya demokratîk de di hilbijartinên heremî yê 2009’an de serkeftinek pir mezin hat bidest xistin. Li Kurdistanê hemû şaredarî ket destê Kurdan. Di 13’ê Nîsanê de rêxistin wek agirbesteke pêş xist. Lê di 14’ê Nîsanê de dewleta Tirk her kesê girt, kir zindanê. Dest danî ser şaredariyê, şaredaran kirin zindanê. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi navê operasyonên KCKê her kesê girtin. Di heman salê de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hate girtin. Qaşo pêvajoya, pêvajoya çareseriya demokratîk e. Em hewl didin ku bi rêbazên nerm, bi rêbazên demokratîk, bi rêbazên siyasî pirsgirêkê çareser bikin lê em bihêlin bi PKK’ê re bidin-bistînin pirsgirêkê çareser bike, mirovên herî nerm ya di qada siyasetê de cîh digirin ewana jî ji alî dewleta Tirk de wek xeteriyek tê dîtin, hemû dixine zindanê. 

Ji bo vê yekê ji 1993’an heta 2000’î heta 2010’an dewleta Tirk tu bersivekî rast ji bo çareseriyeke demokratîk pirsgirêka Kurd de pêş bikeve nişan neda. Car carinan hevdîtin kir, dan û standin kir, nerm kir, vir de wir de kir lê eşkere bû ku vana hemû di tasfiyekirina tevgerê de weke fersendeke hatine nirxandin. 

Wexta em hatin 2010’an Partiya Civaka Demokratîk jî hat girtin. Şaredarî hate xesp kirin. Şaredar hate zindanî kirin. Li ser navê oprasyonên KCKê ewqas mirov hate girtin. Bi vî şiklî dewleta Tirk xwest qada siyaseta demokratîk bi her awayî tasfiye bike, Serokatiya me jî got; “Hêdî tu tiştek nîne ku ez bikim. Me heta niha hewldida pirsgirêkê bi riyên nerm çareser bikin. Ev dewleta xwe nêzikî van tiştana nakin. Zîhniyeta xwe de guhertin nake. Rêbazê xwe de jî guhertinê nake. Ez jî xwe ji navberê dikişînim. Hêdî hûn çi dikin bila bikin.”  

Li ser vî esasî rêxistina me di 1’ê Hezîrana 2010’an de agirbesta yek alî ku beriya wî îlan kiribû betal kir. Bi wî awayî pêvajoyek dest pê kir. Em vê pêvajoya jî wek Şerê Gelê Şoreşgerî bi nav dikin. Stretejiya dema çaremîn destpê dike. Ji navê xwe jî diyare ji 2010’an heta roja me ya îro bi hemû gûrbûna xwe didome. Ev şereke pir berfirehe û divê ji alî gel ve were rêxistin kirin û meşandin. Mirov ji 2010’an heta roja me ya îro mêyze bike di 200-300 salan de tiştê ku were jiyîn di nav van salan de hatine jiyîn. Ji bo vê yekê ev pêvajoya 11 salên dawî, em ketin sala 12’an gere bi awayek hûr û kûr mirov li ser bisekine. Encamên xwe yên erênî û neyînî be, bi sekna me ya xurt û lawax ve bi her awayî gere ev pêvajo bê dest girtin. Di halê heyî de jî hemû gûrbûna xwe didome. Dewleta Tirk, taybet ji 2015’an şûndetir pêvajoya dîalogê ku bi Serokatî re kirin zaten bi kîjan armancê kirin diyar bû. Ew pêvajo bîle qaşo ewqas hêvî da her kesî, bi çi awayî kirin, ji bo tasfiyekirina PKK’ê de hewldan ku bikarbînin. Dema mêyze kirin ku nabe di havîna 2014’an de Plana Çokdanînê hazir kirin. Ev jî bi demê re hazir kirin hazir kirin herî dawî kirin meriyetê. Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de kirin meriyetê. Êrîş anîn ser rêxistinê. Ji 24’ê Tîrmehê şûndetir ev şerê ku aniha em di asta herî jor de dijîn, tê jiyîn. Bi awayek giştî bi dan û standina, bi dîalog, bi şer hat heta 24’ê Tîrmeha 2015’an heta roja me ya îro dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistan, Rojava, Başur û Ewrûpa, li her dewerê Kurdên ku li gorî wan nebe, Kurdên azad hebe, yê li wê derê êrîşkar bin, koka Kurdan biqelînin. Bi awayî stratejiya xwe dane destpêkirin. Ev stratejiya wanin. Dixwazin bi teknîka ku xwe gîhandinê hemû Kurdistanê dagirbikin. 

Bakurê Kurdistan ji xwe hatiye dagirkirin. Rojava ji xwe re wek xetê sor dibîne. Dagirkirin û helwdidin ku hemû derî jî dagirbikin. Ji xwe îradeya rêveberiya Başurê Kurdistanê nemaye. Heta hinek agahî hene di nûçeyan de dibêjin qada çiya hemû firotine dewleta Tirk. Yani dewleta Tirk bi pere wan deweran kirîne. Wan qadên ku wek Qadên Gerîlla tên dest girtin, li gorî nûçeyên heyî dewleta Tirk kiriye. Dewleta Tirk dixwaze Qadên Parastina Medya dagirbike, ji xwe wan deweran dagirkir şûndetir jî ev rêveberiya Başur ya bêîrade, tam bêîrade dibe, hêdî tiştek namîne li holê. Esas hesabê li ser Mûsûl û Kerkûk jî heye. Vana ji xwe bixwe jî tînin ziman û ji xwe tên zanîn. Bi kurtasî derveyî Rojhilatê Kurdistanê her sê parçeyên Kurdistanê bi dagirkirinê dixwaze bike bin kontrola xwe. Dewleta Tirk tişta ku dixwaze bike peymana Qasr-i Şîrîn ya 1639an ne. 

Ev pêvajoya ji 2015’an de daye destpêkirin, heta roja me ya îro bi awayek pir xurt dixwaze pêşbixîne ev pêvajoye. Li gel me çi heye? Me gotiye ev dewleta ji rêbazên demokratîk fêm nake, dîalogê fêm nake, me nake dewsa mirovan, di lîteratûra wî de Kurd tuneye. Milleta Kurd nine. Koka wî Kurd heye lê bûye tiştek din. Ji xwe dema ku me neke dewsa mirovan wê demê ji xwe çi mafî bide me? Mafê mirinê bîle nade te. Tu dimirî cenazê te nizanin çi dike. Hestî yên te bîle nizanim çi dike. Vana hemû heqîqetên tên zanîne. Ji bo vê yekê em bi dewlete wiha re rû bi rû ne. Plansaziyên wî jî diyar e, Kurdistanê wê bi her awayî ji xwe re wê bike belav kirina Tirk bûyînê. Wê Kurdan hemû jî wê wek millet tasfiye bike, ji kok belkî Kurd be wê nebije ez Kurdim. 

Tişta ku li vir dikeve ser milê me çiye? Heke em hebin. Em gere rê û rêbaza wî peyda bikin. Divê gelê Kurd xwe nexapîne. Ruhê Şerê Gelê Şoreşgerî jî ev tişte. Ev mecbûriyeke. Me mirovên xwe yên herî xweşik, heri baş, herî mirov di vî şerî de xwe feda kir. Mirovên ku îro di vê çarçoveyê de feda dikin, mirovên herî xweşikin. Gerîllayên Azadiya Kurdistanê aniha ji bo hebûna Kurdistanê berxwe didin, li ser rûyê erdê mirovên herî paqij, mirovên herî mirov, mirovên ku di çarçoveya şexsiyeta xwe de tişteke naxwazin. Şaxsiyeta xwe bi civakîbûyînê re kirine yek dibêjin civak hebe, em henin. Bi wî awayî jî bi ruheke fedaî xwe feda dikin. Em ê çima van mirovên herî xweşik yê ser rûyê erdê feda bikin? Lê em mecbûrin. Dijmin te ji mirovan nahesibîne. Dixwaze koka te biqelîne. Wê demê tu jî dibêjî medem koka min diqele, bila koka wî dijminî biqele. Çunkî ev dijmina qirkere, ne tenê qirkerê Kurdaye, qirkerê her kesî ye. Koka Rûm, Ermen, Suryan, Êzidî yan qelandin. Niha li Anatolîa yê 2 cemaat mane. Yek Elewî yek jî Kurd mane. Ji xwe him Kurd him jî Elewî bî hîn zêdetir dibî hedef. Madem sîstemek ewqas rezîl û ceberrût heye, ewqas heq dike ku koka wî were qelandin wê çaxê em jî bi tekoşîna xwe hewl bidin ku koka vî biqelînin. 

Temsîliyeta wî di roja me ya îro de kî dike? AKP û MHP dike. Şîrîktiya wan dike. Ji xwe çiqas rezîl bûne diyar e. Di roja me ya îro çawa di rojevê de ne, çawa li ser navê dewletê hemû pîsîtî kirine, çawa hemû karên xwe yên çetecitî yê herî qirêj di bin navê li dijî PKKê de kirine û rezîltiya wan çine hemû cîhanê îfşaye. 

Ji bo vê yekê çi encam derdikeve ji vê 11 salî de rewşa dewleta Tirk derdikeve. Dewleta Tirk, di dîrokê de heta roja me ya îro tu demê ewqas rezîl nebûye. Ew dewleta ku ji bo gelê Tirk ewqas pîroz bû, aniha li ser navê wê dewletê çi dikin her kes dibîne. Rûpoşên her kesê daketin. Ew kesên ku qaşo li ser navê dîn, derketibûn ser dika îktîdarê, siyasetê rûyê wan çine, çawa îstîsmar kirine bi her awayî derket holê. Rastiya AKP, MHP, dewletê, hevkarên wana bi her awayî divê tekoşînê de derket holê. Encama herî xurt ya ku derketiye ev e. 

Li Başurê Kurdistanê KDP heye. Qaşo Kurd e, wahat dike ku wê dewleta Kurd ji Kurdan re çê bike. Ev jî maskeyeke. Çiqas Kurd e, derket holê. Yê ku koka Kurdan dixwaze biqelîne, dewleta Tirk e. Ji bo vê jî Kurdê herî esil, Kurdê herî yê heq ew Kurde ku yê li hemberî dewleta Tirk berxwe dide. Naçe bi dewleta Tirk re şîrîktiyê nake. Aniha PDK bi vê sekna xwe bûye hevparê kûjertiya gelê Kurd. Hem jî hevkarê herî yê esasî. Hemû êrîşên li qirkirina gelê Kurd tê meşandin bi rêka KDPê tê pak kirin. Xwe Kurd dihesibîne, me li gel xwe Kurd nabîne. Li gel wan yê ku xwe teslîm nake, xwe nafiroşe hinekan mesela ne Kurd in. Dibêje pirsgirêka dewleta Tirk bi Kurdan re nîne. Pirgirêka dewleta Tirk bi PKK’ê re heye. Em jî dizanin têkiliya dewleta Tirk tenê bi PDKê re heye. Cûda tu kesî re nîne. Demek PDK xwe wekî Kurd dihesibîne, li derveyî xwe PKK, partiyên din, Bakurê Kurdistan û parçeyên din jî di navê de hemû yan jî Kurd nahesibîne. Gelo kî Kurd e? Bi her awayî derdikeve hole. Çiqas welatparêzên, xwedî bi onûrin, bi îradene, dikarin biaxifin, xwedî li welatê xwe derdikevin, li hemberî dewletên dagirker û dijminan berxwe didin, bi her awayî derket holê. Bi kurtasî ev şerê me yê 11 salî, em ketin sala 12’an her tişt net kir. Mirovbûn, welatperwer çiye? dijmin, dijmineke çawaye, mirov dikare çawa serbikeve û ev bi her awayî derxiste holê. 

Gelê me çiqas di vê pêvajoyê de ye? Me tarzê xwe yê şerkirina xwe çiqas guhertiye? Hemû karê me divê di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de be, gelo karê di vê çarçoveyê de ye? Nayê wê maneyê ku her kes çek bigire û şer bike lê wê her kes bizanibe ku di şer de ye. Her kes bizanibe ku ji alî dijmin ve dijmin tê dîtin. Her kes bizanibe ku xwedî dijmine. Her kes bizanibe ku wê berxwe nede wê koka wî biqele. Wê her kes bizanibe ku ji bo hebûna xwe bidomîne, şer bike. Hemû Kurdên Azad, ên ku dibêjin em Kurdin, welatperwer, şoreşger, demokrat hwd. Û hemû xebatê me yê partiya me divê di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de be. 

Eşkere ye ku lawaztî hene di van mijaran de ji ber vê ev stratejî tiştê ku daye pêşiya xwe dest nexistiye. Naxwe ev stratejî, stratejiya herî xurt e. Heke di çarçoveya vê stratejiyê de gel û gerîla bibe yek, yanê hemû gelê me bizane di şer de ne, hemû jiyana xwe li gor şer organîze bike, yê ku bikare şer bike, şer bike, yê nikare hemû karê xwe divê çarçoveyê de bike û gerîla tarzê şerkirina xwe ya aniha xwe zûtir xwe bigîhandiba, hîn bêhtir kûr bike, afrîner be, lêdanê xurttir bike û xebatên me yên dinê hemû jî di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de bihata kirin û bê kirin, niha ev stratejî bi dehan car encam girtibû. Dîsa jî di vê nuqteyê de tiştê ku dikeve ser milê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, tiştê ku dikeve ser milê gelê Kurd, bi taybetî jî dikeve ser milê ciwanê Kurd bê kirin û hemû xebatên tên kirin di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de bê kirin, ev stratejî sedî sed bi ser dikeve. Ne dewleta Tirk kesek nikare li hember vê stratejiyê bisekine. Di halê heyî de, li gel ewqas kêmasiyan jî êrîşa konsepta tasfiyekirinê li ser tevgera me ku dewleta Tirk bi rê ve dibe û PDK ye, YE, Emerîka jî piştgirî dide wan dîsa jî nikarin bi ser bikevin.

Em li ser erk û berpirsyarên xwe bisekinin, kêm û kurtasiyên xwe derbas bikin, ruhê xwe, hestên xwe, fikrên xwe, kar û barên xwe di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de organîze bikin, em dikarin koka hemûyan biqelînin.