Vekişîn, zexmkirin û bazariya li Idlibê

Dewleta Tirk ku nuqteqyeke çavdêriyê ya li Idlibê vala kir, ji bo bazariyê li ser êrişên dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bike, Idlibê hîn jî bi kar tîne. Enqere li gel dewamkirina lîstika navbera DYE-Rûsyayê, nakokiyên navbera komên cîhadîst jî kûr dike.

Idlib bi destê hêzên navneteweyî û hêzên herêmî veguheriye girêkekê. Bûyerên ku rojên dawî lê diqewimin, nîşan didin ku rojên bê wê liv û tevgereke zêde lê çêbibe.

Idlib ku bihara 2020'an şerekî giran lê qewimî, piştî hewldanên dewleta Tirk ên li ber deriyê Rûsyayê, di 5'ê Adarê de bi lihevkirina li Moskowayê re heta radeyekê bêdeng bû.

Lê belê bûyerên ku hefteyên dawî li Idlibê diqewimin, weke amadekariya şerekî nû yê aliyan tê dîtin.

Yek ji wan bûyeran jî ew bû ku dewleta Tirk xwe ji nuqteya çavdêriyê ya bi hejmara 9'an a Morekê vekişand, ku yek ji 12 nuqteyên xwe yên leşkerî yê li dora Idlibê ye.

GELO WÊ VEKIŞÎN DEWAM BIKE?

Her wiha tê gotin, artêşa Tirk wê 6 nuqteyên din ên çavdêriyê (Surman, Til Tûqan, Til Eys, Raşidin, Anadan û Şêx Aqil) ên di bin dorpêçiya hêzên Sûriyeyê de ne, vala bike. Lê belê nediyar e ku ev yek kengî bê kirin.

Rojên dawî ji bo nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li herêmê bên valakirin, gelê xwecihî çalakî li dar xistibû. Dewleta Tirk îdîa dikir ku çalakî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatine organîzekirin.

Lê belê tê gotin, sedema bingehîn a valakirina nuqteya çavdêriyê ya li Morekê, lihevnekirina delwtea Tirk a bi Rûsyayê re ye.

CIVÎNA MEHA ÎLONÊ Û RAWESTANDINA DEWRIYEYAN

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, rayedarên Rûs di 15'ê Îlonê de li Enqereyê dema ku bi rayedarên Tirk re rûniştin, ji wan xwestin ku xwe ji nuqteyên hatine dorpêçkirin vekişînin. Tê gotin ku rayedarên Tirk jî di berdêla vê yekê de destûr xwestine ku Til Rifat an jî Minbicê dagir bikin.

Ji ber ku li hev nehate kirin, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di 22'ê Îlonê de bi daxuyaniyekê ragihand ku li otobana M4 a li Idlibê dewriyeyê hevpar hatine rawestandin.

Dewriyeyên hevpar ên li Idlibê piştî şerê meha Sibatê yek ji sê şertên bingehîn ên agirbesta 5'ê Adarê ya li Moskowayê bûn.

PIŞTÎ KU RÛSYAYÊ BERPIRSYARÎ NEDA SER XWE, NEÇAR MAN VEKIŞIN

Hate ragihandin ku rayedarên Rûs bi rawestandina dewriyeyan ji rayedarên Tirk re gotin, "Wê nikaribin nuqteyên çavdêriyê yên ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve hatine dorpêçkirin ewle bikin."

Veguhastina lojîstîk a ji bo van nuqteyên çavdêriyê, heta wê rojê di bin çavdêrî û serkêşiya Rûsyayê de dihate kirin.

Piştî ku Rûsyayê ji rayedarên Tirk re ragihand ku wê nikaribin berpirsyariya nuqteyên çavdêriyê yên Tirk hildin ser xwe, hin herêmên li başûrê Idlibê bombe kir. Her wiha gelê herêmê jî ji bo nuqteyên çavdêriyê yên Tirk bên valakirin çalakiyên şermezarkirinê li dar xist.

ERDOGAN GEF XWARIBÛ, LÊ BELÊ...

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan 5'ê Sibatê di civîna koma partiya xwe de gotibû, "Eger rejîm di nava meha Sibatê de xwe ji nêzî nuqteyên me yên çavdêriyê venekişîne wê Tirkiye neçar bimîne ku vî karî bi xwe bike." Erdogan, piştî ku mertala parastinê ya Rûsyayê ji ber rabû, meha Cotmehê paş ve gav avêt.

DEWLETA TIRK LI IDLIBÊ SÎNOREKÎ DIYAR DIKE

Dewleta Tirk ku hêzên rejîmê nikare 'vekişîne dûrî nuqteyên çavdêriyê', niha jî hewl dide xeteke nû xêz bike. Artêşa Tirk hêzên xwe yên ji Morekê vekişand li gundê Kokfînê yê Cebel Zaviye bi cih kir ku li bejahiya başûrê Idlibê ye.

Ev herêma ku dewleta Tirk baregeheke nû û mezi lê ava kiriye, li başûrê otobana M4 e û di heman demê de yek ji wan herêman e ku hêzên Rûsya û Sûriyeyê rojên dawî herî zêde êriş dikin.

DEWLETA TIRK HÊZÊN XWE YÊN LI IDLIBÊ ZEXM DIKE

Lê belê vekişîna dewleta Tirk ji Morekê nayê wê wateyê ku wê ji Idlibê û Sûriyeyê vekişe. Berevajî, dewleta Tirk hêzên xwe yên li Idlibê zexm û xurtir dike, hewl dide ku cihên nû dagir bike.

Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), artêşa Tirk ji agirbesta 5'ê Adarê û vir ve 7 hezar û 280 leşker şand Idlibê, bi 10 hezar û 615 qemyonan malezmeyeên leşkerî û wesayitên leşkerî veguhast herêmê.

LI IDLIBÊ 69 NUQTEYÊN LEŞKERÎ YÊN TIRK HENE

Her wiha ji başûrê Idlibê heta wîlayeta Helebê ku li aliyê rojhilat e, 69 nuqteyên leşkerî yên artêşa Tirk hene.

Tê texmînkirin ku hejmara leşker, personelên ewlekarî û îstîxbaratê yên artêşa Tirk ên li Idlibê nêzî 30 hezar e. Ev hejmar bi qasî hejmara leşkerên dewleta Tirk e yên sala 1974'an tevlî operasyona dagirkirina Qibrisê bûn.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Ji bo pirsa "Gelo ji ber ku hêza dewleta Tirk têrê nekir, yan jî ji Rûsyayê tawîz wergirt, lewma li Idlibê bi paş ve gavek avêt" hîn bersiveke zelal nehatiye wergirtin.

Lê belê dewleta Tirk piştî ku bi paş ve gav avêt, yekser berê xwe da Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û êrişî aliyê Eyn Îsa kir.

JI DEWLETA TIRK ÊRIŞÊN NÛ YÊN 'BAZARIYÊ'

Li aliyê din li Dêrikê jî êriş bir ser sivîlan ku ev yek peyamek hem ji bo DYE'yê, hem jî ji bo Rûsyayê bû. Bi awayekî eşkere ragihand ku ew amade ye li ser Idlibê bi her awayî 'bazar'ekê bike.

Idlib bi qasî serweriya Rûsya û dewleta Tirk her wiha devereke welê ye ku hebûna DYE'yê jî lê xurt e. Li rojhilatê çemê Firatê jî hebûn û nakokiyên navbera DYE û Rûsyayê xurt e.

PÊVAJOYA REORGANÎZASYONA HTŞ'Ê

Li Idlibê di çarçoveya plana lîstikê ya dewletan de ev bûyer diqewimin. Di navbera komên li Idlibê de jî gav li pey hev tên avêtin.

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku li Idlibê hêza bingehîn e, bi taybetî piştî agirbesta 5'ê Adarê xwe xistibû pêvajoya reorganîzasyonê. Ev rêbaza ku HTŞ bi rengekî konjonkturî serî lê dide, rêbazeke nû nîne.

Rêxistina navborî ku sala 2012'an weke rêxistiniya veşartî ya El Qaîdeyê tevlî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bû, sala 2013'an navê El Nûsra li xwe kir, sala 2015'an eniya Fetîh El Şam ava kir û sala 2017'an jî tevî rêxistinên biçûk û mezin ên di bin sîwana xwe de HTŞ ava kir.

HEWLDANA HTŞ'Ê YA SERWERÎ Û REWATIYÊ

Ev gavên ku ji bo derxisitn ji lîsteya 'terorê' û bidestxistina qenciya dewletên Rojavayî tên avêtin, derbasî qonaxeke nû dibin. Rêxistin li ber peymana 5'ê Adarê ya navbera Tirk-Rûs ranebû ku ev yek di nava komên mîna Hûrras El Dîn, Ecnad Kafkas, Ensar El Tevhîd de bû sedema nerazîbûnê.

Nehiya Cisr El Şixur ku di hedefa dewriyeyên Tirk-Rûs de ye, di bin kontrola van koman de ne. Vê yekê nakokî û rageşiya navbera HTŞ û van koman zêde kir. Mehên Hezîran û Tîrmehê alozî zêde bû be jî HTŞ'ê bi piştgiriya ji dewleta Tirk wergirtî, serweriya xwe zexm kir.

HTŞ ku qîma xwe bi vê nîne, rojên derbasbûyî bi daxuyaniyekê ji bo Ebû Mûhammed El Meqdîsî ku heta niha 'yek ji ramangerê girîng ê rêxistinê bû' got, "Ne ji me ye" û ragihand ku ji hev cuda bûne.

Meqdîsî ku bi nêzbûna xwe ya li Hûrras El Dîn tê naskirin, HTŞ bi hevkariya bi îstîxbarata Tirk û sorkirina wan li dijî misilmanan sûcdar dikir.

NAKOKIYA LI NAVA EHRAR EL ŞAM

Hîn eşkere nebû ku li pişt vê gava El Meqdîsî kîjan hêz heye, ku El Emqdîsî welatiyekî Urdunê yê Fîlîstînî ye. Tevlîheviyeke bi heman rengî piştî HTŞ'ê li nava koma Ehrar El Şam jî rû da.

Ehrar El Şam ku dewleta Tirk demekê gelekî pişta xwe dispartê û hîn jî di nava rêxistiniya bi navê Artêşa Milî ya Sûriyeyê de cih daye wê, di nava baskên siyasî û leşkerî yên rêxistinê de krîzeke cidî heye.

GELO WÊ TEVLÎ VEXWENDINÊ BIBE?

Komek ji berpirsyarên leşkerî yên li nava Ehrar El Şam diyar kirin ku ew serçeteyê heyî Cabir Alî Paşa qebûl nakin û dixwazin serçeteyê berê Hasan Sûffan bikeve şûna wî. Hasan Sûffan sala 2017'an bûbû serçete û piştî salekê wezîfeya xwe radestî Alî Cabîr Paşa kiribû ku dewleta Tirk piştgiriya wî dike.

Hasan Sûffan ku li Zanîngeha Qral Abdulazîz a li Erebistana Siûdî xwend û piştre li Sûriyeyê li girtîgehê ma, sala 2019'an ragihandibe ku bi temamî ji Ehrar El Şamê qut bûye jî tê gotin ku bi rengekî germ nêzî vexwendina li nava rêxistinê dibe.

GELO LÊGERÎNA LI 'MUXALEFETEKE NÛ YE'?

Li aliyê din Erebistana Siûdî, Îmarat û Misrê mehên derbasbûyî ji bo 'muxalefeteke nû ya Sûriyeyê' ketibûn nava hewldanan, lê belê ev hewldan ji aliyê DYE'yê ve hatibûn astengkirin.

Hîn zelal nebûye ku bûyerên dawî yên li nava komên li Idlibê pêwendiya xwe bi vê hewldanê heye yan na.

HEWLDANÊN DEWLETA TIRK ÊN JI BO ZEXMKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Dema ku bi rengekî giştî bê nirxandin wê were dîtin ku li Idlibê planeke bi tenê nayê bicihanîn, gelek planên cuda di dewrê de ne.

Idlib veguheriye hêlîna terorîzmê ku ji Lîbyayê heta Karabaxê, ji Yemenê heta Iraqê terorîzm ber bi çar aliyên cîhanê ve tê belavkirin. Li Idlibê alî hemû amadekariyê ji şerekî gengaz re dikin.

Dewleta Tirk jî carna xwe dispêre Rûsyayê, carna jî DYE'yê, her wiha carna xwe dispêre nakokî û lihevkirina hêzên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî û bi vî rengî şerê xwe zexm dike.