Tevdîrên li kampa Waşokanî hatin şidandin

Heyva Sor a Kurd û Komîteya Tenduristiyê, li Kampa Waşokanî tevdîrên xwe dişidîne, ku şêniyên Serêkaniyê û Til Temirê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk reviyane lê dimînin.

Li Kampa Waşokanî zêdeyî 10 hezar şêniyên Serêkaniyê û Til Temirê hene ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar man ji cih û warê xwe koç bikin. Komîteya Tenduristiyê ya ser bi Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd ku xizmeta tenduristiyê ji kampê re dikin, tevdîrên li kampê şidandin.

Piştî ku Rêveberiya Xweser di 23'ê Adarê de derketina derve ji ber şewba vîrûsa koronayê qedexe kir, ketin û derketina li kampê jî ji bilî rewşeke lezgîn hate rawestandin. Kedkarên tenduristiyê li ber deriyê kampê destpêkê tîna bedena mirovan bi rêya cîhazan dipîvin û iştî ku têkildarî tevdîrên li kampê wan agahdar dikin, destûrê didin ku mirov derbasî nava kampê bibin. Li pêşiya navenda tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd a li kampê jî piştî pîvandina tîna bedena mirovan, mirov li konê mezin ê rawestandinê ji hev dûr ji aliyê doktoran ve tên kontrolkirin.

NAVENDA DESTWERDANA LEZGÎN HATE AMADEKIRIN

Li kampê tîmên destwerdana lezgîn 24 saetan amade ne. Heta niha li kampê nexweşekî bi vîrûsa koronayê nehatiye tespîtkirin. Li kampê navendeke destwerdana tibî ya ji 10 konan pêk tê hate avakirin.

Ji Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a li Kampa Waşokanî Cîhan Amîr ji ANF'ê re axivî û got, "Li navenda tenduristiyê du doktorên nexweşiyên hundirîn, doktorekî ji bo nexweşiyên zarokan û doktorek ji bo nexweşiyên jinan bi giştî çar doktor hene. Ji saet 09:00 heta 15:00 kontrol tê kirin. Servîsa lezgîn jî 24 saetan xizmetê dike. Li navenda tenduristiyê 7 kedkarên tenduristiyê hene, li servîsa lezgîn jî 6 kedkar wezîfedar in. Li kampê sê ambûlans hene. Yek ji van ambûlansan ji aliyê sê teknîsyenên tipê ya lezgîn tê xebitandin. Li kampê her wiha ji bo nexweşiyên jinan beşeke taybet heye."

20 KES AGAHDAR DIKIN

Cîhan Amîr diyar kir ku xebatên wan ên ji bo agahdarkirina gel jî didomin û got, "Ji bo têkildarî xweparastina ji nexweşiyên şewbê, 20 kes ji bo agahdarkirina gel hatin wezîfedarkirin. Ev 20 kes yek bi yek li nava malbatan û komunan digerin, li ser rê û rêbazên xweparastinê û paqijiyê agahiyê didin gel."

Cîhan Amir bal kişand ser pêwîstiya wan a bi malzemeyên tibî û dermanan û got, "Pêwîstî hemû ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên peydakirin. Tevî ku derfet hemû hatine seferberkirin hîn jî kêm e. Heta niha ti saziyê alîkarî bi me re nekiriye. Divê saziyên alîkariyê û tenduristiyê yên navneteweyî piştgiriya me bikin."