'Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye'

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mûrat Melet nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Ocalan da.

Mûrat Melet anî ziman ku tecrîd sûcê herî giran e ku li dijî mirovah tê kirin û cihê xwe di nava hiqûqê, destûra bingehîn, pîvanên civakî û qanûnan de nîne.

Melet ragihand, ev kiryara li dijî mirovahiyê demeke dirêj e li Tirkiyeyê di meriyetê de ye û bi bîr xist, tecrîdkirina Ocalan roj bi roj tê şidandin û girankirin.

Melet got, "Tecrîdkirina Birêz Ocalan ne tenê tecrîda li dijî Birêz Ocalan e. Sûcekî giran e ku li dijî her kesên pêwîstiya xwe bi nêrînên Ocalan heye û jê hez dikin. Di heman demê de rêbazeke êşkenceyê ye, êşkence bi xwe ye."

HINCETEKE XWE YA QANÛNÎ NÎNE

Melet bi bîr xist ku wan gelek caran bal kişandin ser zerara tecrîdê li ser demokrasiya li Tirkiyeyê û xwestin tavilê bê rakirin û got, "Lê belê tecrîdkirina Birêz Ocalan bêyî hinceteke xwe ya destûra bingehîn, bi armancên siyasî yên desthilatdariyê û ji bo berjewendiyên şexsî tê bikaranîn. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina civakê ye."

Melet diyar kir ku di navbera salên 2013 û 2015'an de wan dîtin ku hem Tirkiye hem jî Rojhilata Navîn çiqasî pêwistiya xwe bi nêrînên Ocalan hene û got, "Yê ku ev yek nîşanî me da desthilatdariya heyî ya siyasî ye. Bi saya vê desthilatdariya siyasî em hînî vê yekê bûn: Gotinên Birêz Ocalan çiqasî bandorê li aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn dike, çiqasî çareseriyê diafirîne. Lê belê heman desthilatdariya siyasî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re qut kir û dixwaze têkiliya wî ya bi civakê re lawaz bike."

'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Melet got, "Niha li çar aliyên Tirkiyeyê li gel şerê sar ê psîkolojîk her wiha şer diqewime" û diyar kir, "Di rewşeke wiha de pêkhatina aştiyê li Tirkiyeyê gelekî girîng e. Ji bo Tirkiye paşerojê bibe welatekî nûjen, pêşketî û demokratîk, aştî pêwîstiyek e. Ji bo aştiyê jî aliyek Birêz Ocalan e û hevdîtina bi wî re jî pêwîstî ye. Naxwe şerê ku li derveyî sînor tê kirin ne aştiyê ne jî demokrasiyê tîne Tirkiyeyê. Taloqkirina vê yekê ji bo rojekê, nedîtina vê rastiyê te wateya mirina mirovan. Em ji vê derê careke din bang dikin. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Me di nava salên dûr û dirêj de dîtin ku tecrîda fîzîkî dibe ku karibe bê kirin, lê belê yekbûna rûhanî û hestewarî ti carî nikare bê qutkirin. Ji bo li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştiyeke bi rûmet û mayinde pêk were, divê dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê anîn û tavilê danûstandinên bi Ocalan re ji cihê ku nîvco mayî dewam bikin."