Taşçier: Kurd bi yekîtiyê dikarin rizgar bibin

Parlamenterê HDP'ê Taşçier diyar kir ku dil û mejiyê Kurdan yek e û bang li partî û rêxistinên Kurdan kir, ku li gorî vê rastiya gelê Kurd yekîtiya xwe pêk bînin. Taşçier got, Kurd bi yekîtiyê dikarin rizgar bibin.

Piştî destpêkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mijara yekîtiya neteweyî ji her demê bêhtir kete rojeva Kurdan û têkildarî wê kar tê kirin, civîn tên lidarxistin. Xebata Tifaqa Kurdistanî ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî di nav de ye û ji 8 partiyên Kurd pêk tê, di 18-19’ê Kanûna 2019’an de li Amedê 'Komxebata Yekitiya Neteweyî' lidar xistibû. Nûnerên partiyên siyasî, rûspî, alim, nûnerên komeleyan, nivîskar û rewşenbîr tevlî komxebatê bûbûn. Di dawiya komxebatê de danezanek hatibû parvekirin û di danezanê de hatibû gotin, armanc li her çar perçeyan dorfirehkirina kongreya neteweyî ye.

Piştî komxebatê nûnerên partiyên siyasî di nav xwe de civînek çê kirin û ji bo yekitiya neteweyî hin biryar girtin. Hat hînbûn ku di civînê de Komîsyona Dîplomasiyê û Têkiliyên Gel û komîsyoneke der barê awayê mekanîzmaya yekitiya neteweyî hatine avakirin. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, xebatên yekitiya neteweyî û girîngiya wê ji ANF’ê re nirxand.

'PÊDIVÎ BI YEKÎTIYÊ HEYE'

Taşçîer da zanîn ku ji roja Kurdistan bi peymana Sykes Picot hate parçekirin û vir ve yekîtî her tim bûye rojeva sereke ya Kurdan û got, "Kurd bê îradeya xwe ji hêla serdestan ve hatin parçekirin. Gelek malbat li aliyê sînor mane û bi vî şeklî ji hev hatine dûrxistin. Kurdên kîjan parçî dema ku daxwaza mafê xwe dike, her çar dewlet bi hev re êrîşî wî parçî dikin. Ji ber vê yekê yekîtî ji bo Kurdan gelek girîng û pêwîst e. Kurdan, sînorên hatine xêzkirin bi tu awayî qebûl nekirine û her tim bi hev re dane û standine. Dibe ku Kurdistan hatibe çar parçekirin, lê belê Kurd di mejî de nehatine parçekirin û her tim hebûna wan li gel heve.” 

'GEL BÛYE YEK'

Taşçîer bi dewamî anî ziman ku salên dawî Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe bûne rojeva tevahiya Cîhanê û got,"Li ser banga Birêz Abdullah Ocalan, Mesûd Barzanî û Celal Telebanî di sala 2013’an de pêşengên Kurdan li Hewlerê kom bûn û ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd xebat hatin meşandin. Ev xebat heta astekê hate meşandin û piştre hate rawestadin. Ev jî bi destê xêrnexwaz û serdestên ku hesabên wan li ser Kurdan e hate kirin. Lê em di cihê xwe de nerawestiyan û li her derê me qala yekîtiyê kir. Bê yekîtî rizgariya Kurdan gelek zehmet e. Di rastiyê de Kurdan ji komkujiya Helepçe heta roja îro di nava xwe de yekîtî ava kirine. Di dema komkujiya Helepçe de bi sedan welatiyên Başûr koçî Bakur kirin û Bakur sînga xwe ji birayên xwe re vekir. Dîsan dema çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir, dil û mejiyê Kurdan li Kobaniyê bi hevre lêxist. Her wiha dema Heşdî Şabî êrîşî Kerkûkê kir jî heman rengî Kurd li hevdû xwedî derketin. Li her çar parçeyên Kurdistanê di nava Kurdan de yekitî hatiye avakirin. Her çiqas di nava partî û rêxistinên Kurdan de ji ber berjewendiyên hin partiyan yekitî nehatibe avakirin jî mirov dikare bêje gel yekitiya xwe ava kiriye."

'YEKITÎ DIVÊ VEGUHERE ORGANÎZASYONEKÊ'

Taşçier destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê yekitî di nava partî, rêxistin, şexsiyet û rewşenbîran de veguhere organîzasyonekê û ev tişt got: "Divê yekitî veguhereke saziyekê, organîzasyonekê. Gava êrîş li ser destketiyên Kurdan an jî nirxên wan ê hevpar çê bibin, ji bo bertekeke hevpar pêdivî bi saziyeke wiha heye. Her wiha divê partiyên Kurdan ên ji bo Kurdan têdikoşin daxilî nav xebatên yekitiyê bibin. Ji bo vê jî divê partiyên siyasî bên cem hev û bi hev re siyasetê bikin. Niha li Bakur em hatine astek baş. Berî çend rojan Kongreya DBP’ê ya Amedê hebû hemû partiyên Kurdan tevlî bûn û bi çoşek mezin derbas bû. Siyaseta Bakur tifaqa xwe ava kiriye. Divê li Başur, Rojava û Rojhilat jî ev yekitî bê avakirin. Li Rojava jî ev xebat hatiye destpêkirin. Divê siyaseta Başûr jî yekitiya xwe ava bike ku em bikarin bi hevre biçin Kongreya Neteweyî ya Kurd. Eger bi vî şeklî em xwe organîze bikin em ê bi serbikevin."

'RIZGARIYA KURDAN BI YEKÎTIYÊ YE'

Taşçîer bi bîr xist ku di sala 2013’an de bingehê yekitiyê nehatibû avakirin û got: "Îro bingehê yekitiyê hatiye avakirin û Kurdan xwe bi rêxistin kiriye. Bi taybetî jî li Bakur bingehî saxlem yê yekitiyê hatiye avakirin. Em agahiyên baş jî ji Rojava distînin. Ez bawerim û hêvî dikim ku hin partiyên Başûr dest ji berjewendiyên xwe yên şexsî berdin û ji bo xatirê yekitiyê ew jî xebatekê bidin meşandin. Ji dema avabûna komara Tirkiyeyê heta niha polîtîkayên xwe yên perçiqandin û asîmlasiyona ya li dijî Kurdan berdewam kiriye û hîn jî xurt dike. Xalên Tirkiyeyê yên ku Kurdan înkar dike tu carê nayên guhertin. Li her derê li dijî Kurdan êrîş hene û tê xwestin xaka Kurdistanê bê dagirkirin. Xelasiya Kurdan di yekitiyê de heye. Ji bo vê yekê divê rojek berê rojekê em yekitiya xwe ava bikin."

'XEBATÊN KOMÎSYONÊ'

Taşçier da zanîn ku xebatên yekitiya neteweyî hemû partiyên li Bakurê Kurdistanê anîn li cem hevdû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di komxebata di 18-19’ê Kanûna 2019’an de ji bo em û gel bêtir bên cem hev û gel jî daxilî nav van xebatan bibe Komîsyona Dîplomasî û Têkiliyên Gel hat avakirin. Ev komîsyon xebatên xwe didomîne. Her wiha ji bo mekanîzmaya yekitiya neteweyî jî komîsyoneke 'divê modeleke çawa bê çêkirin' hat avakirin. Wê di pêş de jî komîsyonên cuda bên avakirin. Her wiha bê navber xebatên me didomin."