SMJÊ ji bo meşa 2 rojan banga tevlîbûnê kir

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî ji bo meşa 2 rojan a 17 û 18'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir.

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên ku li dijî nirxên mirovahiyê li Şengalê û tevahiya Kurdistanê tê kirin û diyar kir, ku bi van êrişan tê xwestin, vîna rêxistinkirî ya jinê bê şikandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker bi taybetî ji fermana 2014’an vir ve bi rêbazên cuda qirkirina jinê û gelan bi taybetî yên kêmolan mîna civaka êzîdî ferz dike. Di esasa xwe de çawa çeteyên DAÎŞ'ê bi pêşengtiya têkoşîna jinê hate têk birin, tirsa dewleta Tirk a dagirker jî ew e ku bi vegera welatiyên Êzidî ya li xaka pîroz, konsepta wan a ji nû ve zindîkirina faşîzma osmaniyan bê têk birin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew bi biryar in bi têkoşîna xwe, bikin ku çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a dagirker li dadgeheke navneteweyî ji ber sûcên şer darizîne û dawî li şerê qirkirin û mêtingeriyê bînin.

Meclîsê di vê çarçoveyê de bal kişand ser meşa 2 rojan a bi pêşengiya Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat bê lidarxistin û ev bang kir:

"Bi navê Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî ku yekane nûnera jinên êzîdî a dervayê welat e, em bang li tevahî jin û ciwanan dikin, tevlî meşa du rojan a ku ji Celle heyanî Hannoverê di 17. û 18. Tirmehê pêk tê, bibin. Divê em ji her demê bêhtir xwedî li welatiyên xwe ku vedigerin ser axa pîroz û nirxên olî û çandî diparêzin di warê manewî û maddî de derkevin.

Ev çalakî mîna meşa berxwedaniyê a li dijî faşîzma dewleta Tirk tê esas girtin. Em ê bi vê meşê bêdengiya raya giştî, di serî de hikumeta Almanyayê û NY bişkînin û ji bo Statuya Şengalê ku bi tenê bi azadiya jinên êzîdî mîsoger dibe, têkoşîna xwe bilind bikin."