Rûsya dewleta Tirk bi tundî hişyar kir: Xwe mezin nekin!

Piştî êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser bajarokê Neyrab a Idlbiê û şûnde Rûsyayê li ser hev daxuyaniyên tuj dan. Rûsya ji bo dewleta Tirk got: “dev ji destekdayîna terorîstan berdin’ û Zaharova jî got: “Pir mezin neaxivin”.

Piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya bi çekên giran a li ser bajarokê Neyrab a dikeve rojhilatê Idlibê û şûnde Rûsya li ser hev daxuyaniyên tuj dan.

Navenda Lihevkirinê ya Aliyan a Rûsya ya li Sûriyeyê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê destekê dide terorîstan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeteyan bi desteka artêşa Tirk li herêmên Kmînas û Neyrab parastina artêşa Sûriyeyê şikand.

RÛSYA: DEV JI DESTEKDAYÎNA ÇETEYAN BERDIN

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em balê dikişînin ser vê yekê ku ev alîkarîkirin ne alîkarîkirina yeekem a Hêzên Biçek ên Tirk e. Bang li aliyên Tirkiyeyê dikin ku dawî li destekirina xebatên bi terorîstan rebînin û sewqiyata çakan a ji bo wan rawestînin.”

ZAHAROVAN BANG LI DEWLETA TIRK KIR: DAXUYANIYÊN MEZIN NEDIN

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê ve hate kirin ji bo dewleta Tirk got: “Daxuyaniyên mezin nedin û rêyên dîplomatîkî bikar bînin.”

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Marîya Zaharova jî bang li dewleta Tirk kir û got: “Têkildarî Idlibê daxuyaniyên pir mezin nedin û rêyên dîplomatîk bixin dewreyê.”

WEZARETA PARASTINA RÛSYA: ME ÊRÎŞÊN ESMANÎ PÊK ANÎ

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku piştî êrîşa li ser Neyrabê û şûnde balafirên şer li dijî komên cîhadî êrîşên esmanî pêk anîne, her wiha piştî peywendiyên bi aliyê Tirkiyeyê re û şûnde artêşa Tirk herêm dan ber topan.

ÊRÎŞÎ ŞAMÊ HATE KIRIN

Li aliyê din li Şamê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di êrîşa bi kamyonek ebombebarkirî ya li taxa El Marjahê pêk hat de, têkildarî hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin girtin.