Qedexeya derketina derve ji bo zarokên Efrînê bû firsend

Qedexeya derketina derve û navbedayina li dibistanan, ji bo zarokên Efrînê yên li herêma Şehbayê bû firsend. Bi afirîneriyeke xurt dema xwe derbas dikin.

Piştî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê derketina derve qedexe kir, şêniyên herêmê firsend dîtin ku hîn bêhtir li malê bi malbatên xwe re bimînin.

Şêniyên Efrînê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji neçarî li herêma Şehbayê ne, li gel şert û mercên giran ên qedexeyê hewl dide biryarên rêveberiyê pêk bîne.

Zarokên Efrînî vê rewşê her wiha ji bo xwe weke firsendekê dibînin.

Yek ji wan jî Ciwan Hemdî yê li Kampa Berxwedan a Şehbayê ye.

Ciwan Hemdî yê 12 salî ji bavê xwe hîn bûye ku peykeran çêbike.

Vê gavê peykerê melekê Kurdan Ezdeşêr çêdike.

Ciwan Hemdî bang li zarokan dike ku bi afirînerê ji xwe re bi karên cuda re mijûl bibin û bi vî rengî demeke xweş derbas bikin.