Prof. Paech: Tecrîdkirina Ocalan li dijî mirovahiyê ye

Prof. Norman Paech diyar kir, tecrîdkirina Ocalan bi ti awayî li nirxên mirovî nayê û got, bêdengiya dewletên Ewropayê jî ne ya qebûlkirinê ye.

Zanyarê Elman Prof. Norman Paech ne tenê li Elmanyayê, her wiha li Ewropayê yek ji pisporên girîng ê hiqûqa navneteweyî ye. Prof. Paech li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dimîne. Yek ji wan kesan e ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li Kurdistanê diqewimin ji nêz ve dişopîne.

Prof. Paech ji ANF'ê re axivî û tecrîdkirina Ocalan, grevên birçîbûnê yên Leyla guven û hevalên wê ku rewşa wan a tenduristiyê gihaştiye asteke krîtîk û siyaseta êrîşkar a Erdogan a li dijî Rojava nirxand.

'AŞTÎ BI AZADIYA OCALAN DIBE'

Zanyarê Elman diyar kir, ew şerê ku dewleta Tirk salên dawî li Kurdistanê dike û binpêkirina mafên mirovan bi tirs û fikar dişopîne û got, "Yekane kesê ku dikare pêşî li vî şerî bigire, dikare şerê navbera dewleta Tirk û tevgera Kurd rawestîne û aştiyê ji gelên herêmê re bîne, Ocalan e. Ev yek jî bi azadiya Ocalan dibe."

Prof. Paech anî ziman, rakirina tecrîda li Îmraliyê, sazkirina diyalogê bi Ocalan re û pêkhatina azadiya Ocalan, wê ne tenê li Tirkiyeyê di heman demê de li Rojhilata Navîn rê li ber gavên erênî yên dîrokî veke û got, "Min hêz û bandora Ocalan di hevdîtina pê re dît."

Prof. Paech bi bîr xist, sala 1996'an li paytexta Sûriye Şamê ew bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştibû û got, "Mîna niha Ocalan wê wextê jî qala aştî û çareseriya siyasî dikir. Bi dîtina min, piştî wê hevdîtinê Ocalan li Rojhilata Navîn bû yek ji fîgurên herî bi bandor. Bandora Ocalan qet kêm nebû û hîn jî dewam dike."

'TIRKIYE LI ÎMRALIYÊ PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE'

Prof. Paech bal kişand ser rola navendî ya Ocalan a li nava tevgera azadiyê ya Kurd û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê, diyaloga bi Ocalan re wê ji bo gelan rê li ber aştî û çareseriyê veke." Prof. Paech bi bîr xist, tevî rola xwe ya girîng jî du sal in destûr nayê dayin ku Ocalan malbata xwe bibîne û bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî tecrîdê şermezar kir.

Zanyarê Elman got, "Beriya her tiştî tecrîdkirina Ocalan li dijî mirovahiyê ye û bi ti awayî li nirxên Ewropayê nayê" û diyar kir, dewleta Tirk peymana endametiya Konseya Ewropayê, şertên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Peymana Mafên Mirovan a Navneteweyî îmze kiriye û pejirandiye.

Pisporê hiqûqê yê Elmanya Prof. Paech diyar kir, li gorî hiqûqa navneteweyî rejîma Enqereyê bi tecrîdkirina Ocalan re peymanên ku mohra xwe daniye binê binpê dike û got, "Nabe ku dewletên Ewropayê vê rewşa li Îmraliyê qebûl bikin." Prof. Norman Prof. Paech ji hikumeta Federal a Elman û welatên Ewropayê hemûyan xwest, ji bo dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê were anîn, bikevin nava liv û tevgerê.

'ÇALAKIYA LEYLA GUVEN GELEKÎ GIRÎNG E'

Prof. Paech di dewama axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 65 roj in di grevê de ye û grevên din ên li girtîgehan. Prof. Paech diyar kir, çalakiya Guven û ya hevalên wê gelekî watedar e û hêvîdar e çalakî wê bi ser bikeve û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Prof. Paech got, "Hêvîdar im rewşa tenduristiyê ya kesên ketine greva birçîbûnê wê nebaş nebe."

Prof. Paech daxuyaniya çend roj berê ya rêveberiya Berlînê ku digot, "Em naxwazin dewleta Tirk destwerdana leşkerî li xaka Sûriyeyê bike" nirxand û got, "Hêvîdar im hikumeta federal wê li gorî vê daxuyaniya xwe tevbigere." Hiqûqnasê Elman destnîşan kir, helwesta Elmanya û welatên din a li dijî siyaseta êrîşkar a Erdogan, divê ne tenê bi daxuyaniyan be û bang kir:

"Ji bo pêşî li êrîşa li ser Rojava bê girtin, divê hêzên navneteweyî û welatên rojavayî zexteke giran li desthilatdariya Erdogan bikin. Divê êdî Erdogan fêhm bike ku êrîşa li ser xaka welatekî din tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Di vir de roleke girîng dikeve ser milê Elmanyayê. Pêwîste hikumeta federal helwesta xwe di pratîkê de nîşan bide. Bêguman berjewendiyên aborî derdikevin pêş, divê Elmanya bi rengekî wekhev nêzî her du gelan (Tirk û Kurd) bibe. Divê Elmanya karibe bi mîsyona aştiyê rabe."

PROF. NORMAN PAECH KÎ YE?

Prof. Norman Paech sala 1938'an li bajarê Bremerhaven ê Elmanyayê ji dayik bû. Li Zanîngehên Tubîngen, Munchen û Parîsê ji aliyê hiqûqî û zanyarên siyasî ve perwerde dît. Di navbera salên 1975-1982'an de li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Hambûrgê profesorî kir. Ji sala 1982'an heta 2003'an li heman zanîngehê dersên siyaset û aboriyê da. Di navbera salên 1977 û 1986'an de Serokatiya Yekîtiya Hiqûqnasên Demokrat kir. Paech di navbera salên 2005-2009'an de endamê Meclîsa Federal bû û wê wextê Berdevkê Karên Derve yê Partiya Çep bû.