Pisporê îstîxbarata Elmanyayê nûçeya ANF’ê ya li ser ‘MÎT’ê piştrast kir

Pisporê îstîxbaratê yê Elmanyayê Erîch Schmîdt-Eenboom li ser îfadeyên berpirsên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Guney sekinî û diyar kir ku ‘ev agahî rast in’. Pekçetîn û Guney derbarê qetlîama Parîsê agahî dabûn.

Duh şev di bernameya nûçeyan a bi navê ‘Zoom’ê de ya di kanala ZDF’ê de ya Elmanyayê hate weşandin, xebatên MÎT’ê yên li Elmanyayê bi berfirehî hatin diyarkirin. Di bernameyê de hate diyarkirin ku li Elmanyayê 8 hezar kes ji MÎT’ê re dixebitin û di xebatên îstîxbarata Tirk de 900 camiyên girêdayî DÎTÎB’ê roleke girîng dilîzin.

‘MELE LI SER KESÊN MÛXALIF AGAHIYAN KOM DIKIN’

Di bernameyê de hate diyarkirin ku li van camiyan meleyên Tirk derbarê mûxalifên rejîma Erdogan agahiyan didin konsolosxane û sefaretxaneyan, di sala 2017’an de li dijî hin meleyên sîxur lêpirsîn hatine destpêkirin, lê piştî wextekê ev dosye hatine girtin. Di bernameyê de qala plana sûîkastê ya li dijî Hayko Bagdat hate kirin. Hate diyarkirin ku ji ber îxbara sîxurekî MÎT’ê yê li eyaleta NRW’ê li dijî li Tirkiyeyê li dijî parlementerê berê yê HDP’ê Tûrgût Oker doz hatiye vekirin.

ELMANYA ÇAVÊ XWE JI MÎT’Ê RE DIGIRE

Di bernameyê de hate diyarkirin ku li dijî gelek çalakgerên wekî Oker û kesên li ser medyaya civakî rejîma Erdogan rexne dikin, di encama xebatên MÎT’ê yên li Elmanyayê li Tirkiyeyê doz tê vekirin û cezayê girtîgehê li hin kesan hatiye birîn.Siyasetmedar û pisporên ku di bernameyê de axivîn, diyar kirin ku dewleta Tirk derbarê kesên li Elmanyayê agahiyan kom dike û ev jî sûc e.

Pisporê îstîxbaratê Erîch Schmîdt-Eenboom ji bo bernameyê roportajek da û diyar kir ku MÎT li Elmanyayê yek ji rêxistina herî xurt a îstîxbaratê ye û bêdengiya hikumeta federal rexne kir. Erîch Schmîdt-Eenboom diyar kir ku qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatine qetilkirin jî karê MÎT’ê ye.

‘HIYERARŞIYA FERMANA ÎNFAZÊ CIHÊ BAWERIYÊ YE’

Erîch Schmîdt-Eenboom li ser îfadeyên berpirsên MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Aydin Guney jî sekinî yên ku di 4’ê Tebaxa 2017’an de li Başûrê Kurdistanê di operasyoneke taybet a PKK’ê de hatibûn girtin. Ev îfade di ANF’ê hatibûn weşandin. Erîch Schmîdt-Eenboom diyar kir ku hîyerarşiya fermana înfazê û agahiyên derbarê bûyerê cihê baweriyê ye.

Erîch Schmîdt-Eenboom bi bîr xist ku îstîxbarata Fransayê û yekîneyên ewlehiyê agahiyên ku Erdogan bi xwe fermana sûîkasta Parîsê daye, dane dozgeriya Fransayê û ev agahî di dosyeya lêpirsînê de cih digire. Erîch Schmîdt-Eenboom diyar kir ku ji bo bûyereke wekî ya Parîsê li welatê wan pêk neyê hikumeta Elmanyayê ya Federal ji Enqereyê re gotiye ku ‘Heddê xwe derbas neke’.

Her du berpirsên MÎT’ê diyar dikirin biletên ji bo çûn û hatine Tirkiyeyê ya kujerê qetlîama Parîsê Omer Guney ji aliyê şîrketeke gerê ya MÎT’ê dihat stendin. Di mikurhatinan de yên ku di ANF’ê de hatibû weşandin, hîyerarşiya fermana înfazê ya deşîfrebûyî wisa bû. Serokê Daîreya Xebatên Etnîk û Cihêkar ê Derveyî Welat Ûgûr Kaan Ayik, gerînendeyê şûbeya operasyona wê daîreyê Ogûz Yuret, xebatkarên şûbeya operasyonê Ayhan Oran û plansazê wê qetlîamê Sabahattîn Asal.