Pelek ji dîrokê: Komara Kurdistanê ya Mahabadê

Hinek bûyer rûdanên diqewim bi demê re dibin nirxên dîrokê yên civakê. Komara Kurdistanê ya Mahabadê jî yek ji van bûyera bû. Pêşewa Qazî Mihemed yekem serokê Komara Kurdistanê bû.

Pêşewayê nemir Qazî Mihemed di 1’ê Adara 1893’an de li Mahabadê tê dinê. Xwendina olî û zanistî her li wir xwend. Ji bilî zimanê Erebî û Farisî, zimanê Fransî, Inglîzî û Rûsî jî dizanî. Binemala Qazî binemaleke zane, netewper û xwedî çand bû. Qazî piştî ku bavê wî koça dawî dike, dibe qaziyê bajarê Mehabadê û di sala 1941‘an de dibe berpirsê karûbarên çandê. Qazî Mihemed ê ku gelekî qedr û qîmet dida xwendin û zanistiyê di dema vê berpersyariya xwe de ji bo pêşketina xwendin, fêrbûn û zanistiyê gelek xebat birêve bir. Yek ji xebata wî ya girîng a wê demê ew e ku wî yekemîn dibistana keçan vekir.

Bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn re Sovyetê û Îngilîstanê, Îran dagir kirin. Valatî di desthilatdariya Îranê de çêbû. Şah Riza Pehlewî ji ber zextên zêde yên Îngilîstanê neçar ma di Îlona 1941’an de dest ji kar berde û Îranê terk bike. Piştî wê desthilatdarî ket destê kurê wî Mihemed Şah Reza. Dema ku Îran ji aliyê Sovyet û Îngilîstanê ve hat dagirkirin, desthilatdariya hikûmeta navendî li ser herêmên rojavayê Îranê kêm bû. Di heman demê de Sovyetê jî piştgiriya xwe ji bo gelên bindest nîşan da. Vê yekê derfet da gelên Kurd û Azerî ku mafên xwe bi dest bixin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Mahabadê Komara Kurdistanê û li bajarê Tebrîzê jî Komara Azerbaycanê hatin avakirin.

HEWLDANA AVAKIRINA KOMARA KURDISTANÊ

Di 16’ê Tebaxa 1942’yan de Komeleya Jiyaneweyî Kurdistanê ji aliyê komek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ên wekî; Hiseyîn Firuher, Ebdulrehman Zebîhî, Ebdulrehman Îmamî, Ebdulqadir Muderîs, Necmedîn Tewhîdî, Mihemed Nanewezade, Elî Mihemedî, Mihemed Eshabî, Ebdulrehman Kiyanî, Sedîq Heyderî û Qasim Qadirî ve hat damezrandin. Kurtenavê komeleyê jî wekî (JK) hat diyarkirin. Piştî 2 salan sê rêveberên komeleyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin. Li ser vê yekê rêveberên din ên komeleyê bi Pêşewa Qazî Mihemed ku kesayetekî navdar ê Mahabadê bû re pêwendî çêkir û xwestin tevlî komeleyê bibin. Qazî Mihemed di encama van pêwendiyan de tevlî komeleyê bû û sala 1945’an li gel çend kesayetên din çû paytexta Azerbaycanê Bakû. Li wê derê hevdîtin li gel Serokwezîrê Azerbaycanê Cehfer Baqruv kirin, daxwaza piştgirî û alîkariya Sovyetê ji bo damezrandina Komara Kurdistanê kirin.

Piştî şande ji Bakû vegeriya, Rêxistina JK’ê navê xwe weke Hizba Demokrata Kurdistan guhert û yekem kongreya xwe di Cotmeha 1945’an de li dar xist. Di vê demê de Îranê jî lawaz e û hêzên wê ji hinek herêman derketin. Her wiha Sovyetê jî piştgirî da Qazî Mihemed. Bi vî rengî di 10’ê Kanûna 1945’an de Hizba Demokrat a Azerbaycan bi serokatiya Cehfer Pîşewerî li Tebrîzê Komara Azerbaycanê ragihand.

MIZGÎNIYA AVABÛNA KOMARA KURDISTANÊ

Piştî 5 rojan bi heman awayî hêzên artêşa Îranê ji Mahabadê hatin derxistin û di 22’yê Çileya 1946’an li Rojhilatê Kurdistanê li Meydana Çarçira bi xwendina sirûda “Ey Reqîp” Komara Kurdistanê hat avakirin. Pêşewayê nemir Qazî Mihemed tevî heval û hogirên xwe di encama ked û têkoşîna bi dehê salan bingeha vê komarê danî. Erê di qabîneya komarê de li gel Qaziyê nemir 13 wezîr hebûn lê ev komara ya hemû Kurdan bû. Di temena xwe yê 11 mehî de ev komar di dîroka Kurdistanê de her rojên xwe karîbû bi tîpên zêrîn binivîse.

‘JI BO ALA ME LI ASÎMAN PÊL BIDE EZ Ê BITÊKOŞIM’

Di merasima avakirina Komara Mahabadê de Qazî Mihemed wiha sond xwar: “Li ser welat û ala xwe ez sond dixwim ku ez ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe û nefesa xwe ya dawî, bi can û malê xwe di rêya azadiyê de, ji bo ku ala me li asîmanan pêl bide têbikoşim.”

NÛ BÛ Û JI KURDISTANA NÛJEN RE PÊŞENGIYÊ DIKIR

Komara Kurdistanê di qada rewşenbîrî, siyaset û civakê de bû navendeke giring. Zimanê Kurdî bû zimanê fermî yê komarê.  Li aliyê din dibin banê komarê de xebatên parastinê hatin kirin û artêş saz bû. Li gel vê, di qadên aborî, çand û huner, wêje û perwerdeyê de gavên giring hatin avêtin. Rojnameya Kurdistan, weşana fermî ya Komara Kurdistanê bû.

ROLÊ JINÊ

Yek ji xalên giring û binirx ên Komara Kurdistanê, giringîdana rola jinê bû. Bi avakirina komele û rêxistinên taybet ên jinan ve jin tevli siyaset û rêveberiya komarê dibûn. Hevjîna Qazî Mîna Xan dibe seroka Komeleya Yaya ku komeleyek taybet a jinan bû. Mîne Xanim pêşengiya xebatên jinan kir. Ev pêşketinên li ser axa welatê Kurdan Medyayê bala hemû cîhanê jî dikşand. Di serdema Komara Kurdistanê de giringiyeke mezin ji bo pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî hat dayîn. Rewşenbîrên wek Hejar, Hêmin Mukiryanî û Hesen Qizilcî hertim wek şêwirmend di gel Qazî Mihemed de kar dikirin. Li Mahabadê gelek dibistan û pirtûkxane hatin vekirin.

LIHEVKIRINA SOVYET Û HIKÛMETA ÎRANÊ

Dema Komara Kurdistanê sazûmaniya xwe bi cih dikir û gavên girîng diavêt, di siyaseta herêmê de jî guhertin çêdibûn. Di 26’ê adara 1946’an de hêzên rojavayî û bi taybetî jî Emerîka zext li Îranê kirin ku Sovyet ji bakurê Îranê derkeve. Di encama van zextan de Sovyetê û Îranê li hev kirin û hêzên Sovyetê ji bakurê Îranê derketin.

PIŞTA XWE DA KURDAN

Sovyeta li ser fikra sosyalîzmê hat avakirin û alîkariya gelên bindest dikir da ku bigihîjin azadiya xwe û xwe bi xwe rê ve bibin, piştevanî dida gelên li başûrê sînorên Sovyetê. Lê belê ev pîvan ji bo Kurd û gelê azerî hatin binpêkirin. Piştî hêzên Sovyetê di Hezîrana 1946’an de vekişiyan, hêzên Îranê dest bi êrîşên ser Komara Azerbaycanê kir. Ev yek bû sedem ku pêwendiya Komara Kurdistan bi Sovyetê re qut bibe. Komara Kurdistan di aliyê aborî û leşkerî de nekarî êdî alîkariyê bistîne.

BÊBEXTIYA NAVXWEYÎ

Li aliyê din, Komara Kurdistanê hewl dida yekitiya Kurdan ava bike û dixwest eşîrên din ên Kurd tevlî Komarê bibin, lê nikarî vê piştgiriyê ji eşîrên Kurd wergire. Komarê ji ber vê çendê nekarî sînorê xwe ji Mukriyan û derdora Mahabadê zêdetir berfireh bike. Lewma wekî Komara Mahabad jî hat binavkirin.

Dema Sovyetê Komar bi tenê hişt, di aliyê aborî, berheman de gelek zehmetî hatin kişandin. Eşîrên destpêkê bi komarê re bûn jî êdî bi tu awayî piştgiriya Qazî Mihemed nekirin. Gelek ji wan eşîran Qazî Mihemed bi tenê hiştin.

KOMAR HATE HILWEŞANDIN

Ligel van geşedanan, artêşa Îranê jî êrîşî komarê kir. Di 17’ê Kanûna 1946’an artêşa Îranê xwe gihand navenda bajarê Mahabadê ku paytexta komarê bû. Hinek serokeşîr ji herêmê reviyan, lê Qazî Mihemed û hevalên xwe heta dawiyê berxwedan nîşandan. Lê belê li gorî hinek çavkaniyan Qazî Mihemed ji bo rê li komkujiya gel bigire, xwe radestî hêzên Îranê kir. Piştî 11 mehan di 17’ê Kanûna 1946’an de komar hilweşand.

‘BÊBEXTIYÊ LI HEV NEKIN BIBIN YEK’

Di 31’ê Adara 1947’an de Qazî Mihemed û hevalên xwe li meydana Çarçira hatin bidarvekirin. Lê beriya ku bê darvekirin, Qazî Mihemed wasiyeteke ji gelê Kurd re nivîsandibû. Qazî Mihemed di wasiyeta xwe de wiha bang li gelê Kurd dike:

“Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan.

Gelê min ez di gavên dawî yê jiyana xwe de me. Werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminahiya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hemberî dijminê zordest û zalim derkevin, xwe nefiroşin. Dijmin her çi qas we bixwaze jî ew tenê dixwazin karê xwe bi we bidin qedandin. Dijminê gelê Kurd pir in. Zordest û bêrehm in, piştgiriya hev bikin. Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lê belê yekitiya xwe ava kirine. Bila dijmin we nexapîne. Yekitî û tebayiya di nav xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev nekin û temah nebin, bi taybetî jî di berpirsiyarî û xizmetê de. Xwendin û zanist û pileya zanyariya xwe pêşve bibin, ji bo dijmin kêmtir we bixapîne.

BÊBEXTÎ Û ÎXANETÊ LI HEV NEKIN

Bêbextî û îxanetê li hev nekin, ne îxaneta siyasî, ne giyanî, ne malî û ne jî ya namûsî, ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûcdar e. Ger yekî ji ve bikaribe karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkar bin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin. Ta ku hûn hev negirin, hûn bi ser nekevin, zilm û zorê li hev nekin, ji ber Xwedê pir zû zaliman ji holê radike û nabûd dike. Ew soza Xwedê ya bê kêm û zêde ye, zalim dirûxe û nabûd dibe, Xwedê tola zilmê jî hil tîne.”

‘KOMARA KURDISTANÊ JI BO ME ŞEREFEK E’

Di 21’ê Adara 1996’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dibistana navendî ya PKK’ê kurê Qazî Mihemed, Alî Qazî pêşwazî dike û derheqê Komara Kurdistanê de peyamekî dîrokî dide.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Komara Kurdistanê ji bo me şerefek e.”