PDK li pey provakasyonên nû ne

Hate ragihandin ku konvoya wesayîtên zirxî yên PDK’ê ji Şêladizê xwstine biçin qada Rêçbiraxa. Konvoya ku çû devera Geliyê Balinda hate ragihandin ku hêzên gerîla ew hişyarkirine. Derket holê ku hêzên PDK’ê dest dane çekan û ketine nava provakasyonê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, saet derdorî 16:42’an konvoyeke ku ji wesayîtên zirxî yên PDK’ê pêk tê, ji bajarokê Şêladizê ya navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê ektin rê, hate ragihandin ku xwestine biçin devera Rêçbiraxa ya di bin kontrola hêzên gerîla de.

Konvoya leşkerî ya ji wesayîtên sivîl û zirxî yên PDK’ê pêk tê, bi ketina qada Geliyê Balidnê, rastî gerîla hatine, gerîla hêzên PDK’ê hişyar kirine, xwestine ku vekişin.

Çavkaniyên xwecihî, ragihandin ku hêzên PDK’ê li ser gotinên gerîla çek li gerîla kişandiye û ketiye nava provakasyonan. Çavkaniyan diyar kir ku bi ketina navbeynkariya gel û xwînsariya gerîla ev hewldana prvakatîf dawî bûye.

Hate ragihandin ku hêzên PDK’ê yên mijara gotinê li nêzî Baregeha Siri ya artêşa Tirk a li Şêladizê sekinîne.