'Paytexta' DAÎŞ'ê bû, lê niha bûye bajarê ku fikra Neteweya Demokratîk lê diherike

Bajarê Reqayê ku 4 salan di bin serweriya tarî ya DAÎŞ’ê de bû û DAÎŞ'ê ji xwe re kiribûn paytext, dawiyê sala 2017’an ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin û niha bi fikra Neteweya Demokratîk xwe birêve dibe.

Çeteyên DAÎŞ'ê sala 2013'an bajarê Reqayê dagir kirin û ji xwe re kirin 'paytext'. Di rûyê DAÎŞ’ê de bajêr her roj ji aliyê hikmûta Sûriyê û hêzên koalîsyonê dihat hedefgirtin; di wê navberê de ji ber ku DAÎŞ’ê şêniyên bajêr weke mertalên zindî ji bo xwe bikar dianî, bi hezaran sivîl bûn qurbanî. 

Di 6’ê Hezîrana 2017'an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê kir. Piştî berxwedaneke bê hempa ya şervanan di 20’ê Cotmeha 2017’an de QSD'ê bi awayekî fermî ragihand ku wan bajarê Reqayê rizgar kirine. 

Di pêngava rizgarkirina Reqayê de bi hezaran Şehîd çêbûn, her wiha bi hezaran şervan jî birîndar û gazî bûn. Îbrahîm Silêman ku xelkê bajarê Hesekê ye, yek ji gaziyên şer e ku di şerê rizgarkirina Reqayê de cih girtibû. Silêman têkildarê pêngava rizgarkirina Reqayê ji ANF’ê re axivî. 

Îbrahîm Silêman behsa destpêkirina pêngavê kir û got ku beriya pêngav destpê bikira Hêzên Sûriyeya Demokratîk li navçeya Mekmelê kom bûn û li ser esasê ku wê berê her tiştî gundan rizgar bikin û piştre jî bajar rizgar bikin amadekariyên xwe kirin.

Di wê çarçoveyê de berê xwe dan navçeya Cezratê û li wir destpê kirin û piştî Cezratê derbasî navçeya Keramê bûn. Piştî ku ev her du dever rizgar bûn, dest bi rizgarkirina hundurê bajarê Reqayê kirin, li wir jî destpêkê Reqa ya kevin û piştî wê Reqayê nû jî rizagr kirin. 

Îbarhîm Silêman diyar kir ku bajarê Reqayê ji bo DAÎŞ’ê pir girîng bû, ji ber ku ew cihê kombûna wan bû. Lewma DAÎŞ’ê Reqa kiribû paytexta xwe û dema ku DAÎŞ’ê li bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve li bin ket, ji bo DAÎŞ’ê bû şikestina herî mezin a li Sûriyeyê.

Şervanê gazî Îbrahîm Silêman wiha qala birîndarbûna xwe jî kir; "Di çarçoveya pêngavê de dema ku derbasî gundên aliyê Eyn Îsa yên weke Til Semin û Ebû Emşe bûn, her wiha piştî ku 3 roj li ser pêngavê derbas bibû û eraziyên gundan dihat kontrolkirin, li wir lingê min çû ser mayînekê ku DAÎŞ’ê danîbû û ji ber wê mayîn teqiya û her du lingên min qutbûn."

Di dawiya axaftina xwe de Îbrahîm Silêman bi van gotinan wiha hestên xwe yên ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê wiha anî ziman: "Min hevî dikir ku ez ê heya dawî di pêngavê de cih bigirim û kesên di bin zilma DAÎŞ’ê de de ne rizgar bikim û ez jî kêfxweşiya rizgarkirina bajarê Reqayê bi hevalên xwe re parve bikim. Her çiqasê çênebe jî lê dibêjim ku em gaziyên şer, em ê her tim ji bo vê dozê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin."