NPG'ê 'operasyona şoreşgerî' ya li Cûdî pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), 'operasyona şoreşgerî' ya yekîneyên gerîla pîroz kir ku di navbera 18-21'ê Tebaxê de li herêma Çiyayê Cûdî li dijî hêzên dagirker ên Tirk pêk anîn.

Fermandariya Biryargeha NPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Di operasyona şoreşgerî ya hêzên eyaleta we de ku di navbera 18-21'ê Tebaxê de li herêma Çiyayê Cûdî li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker hate kirin, gelek leşkerên dijmin hatin kuştin."

Fermandariyê ragihand, "Bi taktîka serdema nû ya gerîla li dijî hêzên dagirker ên derketin operasyonê çalakî hate kirin ku ev yek jî serketina performans û serweriya gerîla ya li herêmê nîşan dide. Di vê dema dîrokî de pêkhatina vê çalakiyê bi wate û hêja ye.

Bi taybetî di çalakiyên 20 û 21'ê Tebaxê de yên li Girê Çolyayê, dijmin derbên giran xwar. Di 20'ê Tebaxê de bi taktîkên cuda yên çalakiyê du caran li hêza operasyonê hate xistin û di 21'ê Tebaxê de li dijî yekîneya dijmin a li Girê Çolyayê bi leza birûskê serdegirtin hate kirin, bi ser gelek cenazeyên leşkeran ve çûn, çek û malzemeyên leşkerî hildan ku ev yek çalakiyeke serketî ye.

Piştî vê çalakiya dîrokî du hevrêyên me yên fedayî ku bi rengekî lehengî şer kirin û ji ber êrîşa hewayî tevlî karwanê nemiran bûn, em wan bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo wan dubare dikin.

Li herêmên ku hêzên dijmin bi teknolojiya pêşketî timî dişopîne, li dijî yekîneyên dijmin tîmên we yên eyaletê bi afirîneriya çalakiyê û taktîkên xurt çalakî pêk anîn. Em hemû hevrêyên tevlî çalakiyan bûne pîroz dikin û hêvî dikin ku wê her serketî bin. Em vê operasyona şoreşgerî ku bi afirînerî, berxwedêrî û wêrekiya ruhê fedayî yê Apoyî hate kirin silav dikin."