Nobedarên vê hefteyê nûnerên saziyên Êzidiyan e

Nûnerên saziyên Êzidiyan, ku tevlî çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' bûn, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bang kirin.

Çalakgerên vê hefteyê yên "Nobeda Azadî ji Ocalan re" ku zêdeyî 8 sal in li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike, nûnerên saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê ne.

Ji saziyên civaka Êzidî ya li Ewropayê Xebat Agirman, Cahît Zerdeştî, Hasan Çakmak û Miho Atan nobedarên vê hefteyê ne.

Xebat Agirman bi navê komê axivî û diyar kir ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan ne ya qebûlkirinê ye.

Agirman bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê û saziyên pêwendîdar ên Ewropayê ya li pêşberî vê yekê rexne kir û got, "Karê CPT ye ku êşkence û pirsgirêkên tecrîdê yên li girtîgehan çareser bike."

Xebat Agirman bang li gelê Kurd jî kir ku li her qadê xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve.

Xebat Agirman bi bîr xist ku dewleta Tirk li Şengal, Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê li gelek qadan li dijî gelê Kurd şer ragihandiye û destnîşan kir ku gelê Kurd wê li dijî vê yekê li ber xwe bide. Agirman got, li dijî komkujiyên ku tên kirin û ferzkirin, parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersive herî girîng e.

Bi wesîleya "Nobeda Azadî ji Ocalan re" saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê heta niha gelek caran li Strasboûrgê nobed girtin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd kirin.

Di Tebaxa 2016'an de rêveberên Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê jî di nav de gelek Êzidî ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger. Greva birçîbûnê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bûbû.