Navê cangoriyê Şengalê Cîlo Şervan li biraziyê wî kirin

Şengalî navê şehîdên xwe li zarokên xwe dikin û bi vî rengî xwedî li bîranîna wan derdikevin.

15'ê Çile li Şengalê dewleta Tirk bi balafirên şer êrîş anîbû ser Şengalê. Di êrîşê de 4 endamên YBŞ'ê şehîd bûbûn, ku yek ji wan Cîlo Şervan bû. Malbata cangoriyê YBŞ'ê Cîlo Şervan navê wî li kurê biraziyê wî kir.

Malbatên Şehîdan û Meclîsa Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) serdana malbata Cîlo Şervan kir.

Dayika 2 şervanan Kinê Elyas li serdanê axivî û got, "Neviyekî min çêbû, me navê Şehîd Cîlo lê kir. Me xwest navê şehîdên xwe rakirin. Em ê navê şehîdên xwe rakin. Em navê zarokên xwe navê şehîdên xwe lê dikin ku tola şehîdên me li erdê nehilin."

Dayika şehîd Êzdîn Nûrê Xidir jî got, "Îro biraziyekê Şehîd Zerdeşt çêbûye, navê Cîlo lê kirine. Wê tola mamê xwe hilînin. Em dîsa şehîdên xwe bîr tînin, em li ser axa xwe ne, em ê her li ser axa xwe bimînin û li ber xwe bidin."