HPG'ê 4 gerîlayên li Botanê şehîd bûn, bi bîr anî

HPG'ê nasnameya gerîlayên li Botanê şehîd bûn eşkere kir û ragihand, "Bi têkoşîna li ser şopa şehîdan em soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Botanê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"10'ê Îlona 2020'an artêşa Tirk a dagirker li qada Geliyê Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê dest bi operasyonê kir û di vê operasyona du rojan de di navbear hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Dİ vî şerî de hevrêyên me Canfeda Goyî û Hebûn Girêspî ku li koordîneya operasyonê ya dijmin xistin û kirin ku dagirker windahiyên giran bidin, bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

 

Nasnav: Canfeda Goyî

Nav paşnav: Tekîn Yildirim

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Narînc-Cemîl

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Îlona 2020'an / Botan

Nasnav: Hebûn Girêspî

Nav paşnav. Xelîl Kavûs

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Dayik-Bav: Emîne-Sîmsîl

Dem û cihê şehadetê: 11'ê Îlona 2020'an / Botan

Zîhniyeta faşîst a dewleta Tirk a qirker mêtinger her tim bi dagirkerî û zilmê hewl daye ku li welatê me li xaka Kurdistanê hebûna xwe bidomîne. Ev zîhniyeta faşîzan a nexweş tevî ku bi dehan sal in jehrê dide gelê herêmê, her wiha herêmê bi temamî dixe nava kaosê. Gelê ku ev kiryarên hovane yên li derveyî mirovayê yên dewleta faşîst destpêkê li dij bi kar tîne, gelê Kurd e. Dewleta Tirk a mêtinger bi dehan sal in êrişî hemû nirxên gelê Kurd dike û hewl dide tune bike. Yekane hêza ku li ber vê dewleta mêtinger li ber xwe dide û siyaseta qirkirinê ya li Kurdistanê radiwestîne partiya me PKK û gerîlayên wê yên azadiyê ne. Dewleta dagirker ku fêhm kiriye, tunekirina gelê Kurd û hemû nirxên civakî tenê bi tunekirina gerîlayên azadiyê dibe, bi salan e her cûre kiryarên li dijî mirovahiyê li Kurdistanê diceribîne. Tevî ewqas kiryarên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a faşîst û piştgiriya hêzên mêtinger û nokerên wê, gelê Kurd û gerîlayêna zadiyê bi îradeya ji pola li ber xwe didin û vê berxwedanê jî gav bi gav bi ser dixînin.

Gerîlayên me ku bi taybetî van sê salên dawî bi Projeya Jinûve Avakirinê re xwe nû dike û guhertineke bingehîn çêdike, bi îradeya xwe ya Apoyî ya qewîn û bi rêbaza lêdanê ya Fermandar Egîd derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine. Li her devera Kurdistanê bi taybetî li berxwedana Cenga Heftanînê, bi performans û taktîkên dewlemend, gerîlatiya serdema nû bi ruhê pêngava bilind hatiye destpêkirin.

Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ku bi navên cuda pêk tîne, derbeke din li Botanê ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve hatiye lêxistin. Bi ruhê pêngava 'Dem dema azadiyê ye', hêzên me operasyona berfireh a dijmin ku 10-11'ê Îlonê li qada Geliyê Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê da destpêkirin şopand, her cûre teknîka dijmin pûç kirin û derbên giran li koordîneya operasyonê xistin, 5 jê payebilind bi dehan dagirker ceza kirin. Ji ber vê derba giran, medya şerê taybet a dewleta Tirk jî nekarî windahiyên xwe veşêre, neçar ma ku heta astekê lê mikur bê. Hevrêyên me Canfeda û Hebûn ku bi ruhê milîtaniya Apoyî pêşengî ji vê çalakiya bi bandor re kirin, heta fîşeka dawî şer kirin û destana lehengiyê nivîsandin gihîştin asta şehadetê. Em soza xwe dubare dikin ku em ê pratîka gerîla ya dema nû ku hevrêyên me yên şehîd nîşan dan kûr bikin, ruhê pêngavê bilind bikin, xwedî li bîranîna şehîdan derkevin û li Kurdistanê dagirkeriyê bi dawî bikin.

BÎRANÎNA WAN WÊ BIBE PÊŞENG JI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ RE

Di daxuyaniya 19'ê Îlonê de me ragihandibûn ku 5'ê Îlonê li qada Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê operasyoneke dagirkeriyê hate destpêkirin û di dema vê operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di şer de hevrêyên me Egîd û Mazlûm ên li dijî dagirkeran bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Egîd Têkoşer

Nav paşnav: Agît Abî

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Fatma-Alî

Dem û cihê şehadetê: 5'ê Îlona 2020'an / Botan

Nasnav: Mazlûm Ronahî

Nav paşnav: Mazlûm Pala

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Asya-Zekî

Dem û cihê şehadetê: 5'ê Îlona 2020'an / Botan

Hevrêyên me Egît Têkoşer û Mazlûm Ronahî ku her yek ji wan di demên cuda de ji dayik bû, li nava malbatên kedkar û welatparêz mezin bûn. Hevrêyên me ku bi berxwedana PKK'ê û çîrokên lehengiyê yên Mazlûm Dogan û Fermandar Egîd mezin bûn, hem di jiyana xwe ya sivîl de hem jî di nava têkoşînê de navên pîroz ên Mazlûm û Egîd hildan, têkoşîna şehîdên me yên leheng dewr wergirtin û ji xwe re kirin wezîfe ku bi ser bixînin. Hevrêyên me Egîd û Mazlûm ji bo parastina hebûna civakî û xwedîderketina li têkoşîna şehîdan tevlî nava refên gerîla bûn. Felsefeya Rêber Apo û welatparêziya Kurdistanê di kesayetiya xwe de bi cih kirin, veguherîn îradeyeke ji pola û kesayetiya milîtan a fedayî ya Apoyî afiarndin. Her tim bi coş û kelecaneke mezin li eniyên berxwedanê cih girtin, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serketineke mezin pêk anîn. Hevrêyên me ku di jiyana gerîla de bûn xwedî tecrûbeyeke mezin, derbên giran li dagirkeran xistin û bûn mînaka kesayetiya milîtan a fedayî ya Apoyî. Hevrêyên me Egîd û Mazlûm her kêliya têkoşîna xwe bi kedeke mezin hûnandin û bi lehengî berxwedana xwe tacîdar kirin. Daxwaza têkoşînê û lehengiya hevrêyên me wê her tim rêya me ronî bike û bibe pêşeng ji têkoşîna azadiyê re.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne Canfeda, Hebûn, Egîd û Mazlûm em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin; soz didin ku li ser şopa şehîdên xwe em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bi serketinê tacîdar bikin."