Milîtana mezin a çapemeniya azad: Denîz Firat

Denîz Firat ku di temenê ciwantiyê de tevlî bû weke zaroka partiyê mezin bû. Li ber gelek zor û zehmetiyan rabû, milîtanek bû ku armanca xwe zelal bû, ji pratîka xwe piştrast bû. Bû dengê gelê xwe.

Di vê demê de ku ambargoyeke giran a PDK'ê li ser kampa Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) heye, bîranîn û vegotina Denîz Firat gelekî girîng e.

Denîz ku ji Wanê bû, warê wê mîna xeyalekî dihate bîra wê. Ji ber zexta dijmin a li ser malbatê di temenê biçûk de neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin. Lê ew timî bi hêvî bû ku Behr/Gola Wanê careke din bibîne.

Li nava malbateke welatparêz ku berdêlên gelekî giran da, ji dayik bû. Tevî temenê xwe yê ciwantiyê, li gel du xwişkên ji xwe mezintir biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Li gel temenê xwe yê ciwan heybeta çiya di ser her tiştî re dît û mezinbûn danî pêşiya xwe. Di nava Tevgera Azadiyê de hînî xwendin û nivîsandinê bû. Pênûseke xwe ya gelekî xurt hebû. Dema ku li ser cografya Kurdistanê dinivîsand yan jî nivîsên xwe bi hevrêyên xwe re parve dikir, gelekî kêfxweş dibû.

MÎNA ZAROKA PARTIYÊ MEZIN BÛ

Di nava Tevgera Azadiyê de mezin bû. Ji ber ku di temenê ciwantî de tevlî nava refên têkoşînê bû, sekna wê ya li nava jiyanê û şêweyê tevlîbûna xwe ya li nava têkoşînê weke zaroka partiyê dihate dîtin. Denîzeke kûr bû ku di nava partiyê de ciwan bû, ji jidayikbûnê ve PKK'î bû.

Li gelek herêman kar kir. Li her karê ku kir bi rengekî qewîn û kûr meşiya. Li Botanê, Behdînan, Îranê, Başûr, Qendîlê, Xinêrê (Çapemeniya PAJK'ê), Garê û herî dawî li Mexmûrê kar kir ku lê şehîd bû.

DELÎL, BINEVŞ Û SARYA ŞEHÎD BÛN

Birayê wê Delîl ku dema tevlî bû mîna wê ciwan bû, li Kampa Zelê di encama êrişa hewayî de şehîd bû. Xwişkên wê Binevş û Sarya jî ku di ciwantiyê de tevlî bûn, li nava têkoşîna azadiyê xwedî roleke girîng bûn. Şehîd Bİnevş di têkoşîna azadiyê de weke yekane gerîlaya jin a ku doçka bi kar dianî tê naskirin. Sala 1997'an li qada Metînayê şehîd bû. Sarya jî sala 1999'an li qada Kurê Jahro şehîd bû. Xwişka biçûk a Şehîd Denîz ku navê Binevş li xwe kiriye Binevş Sarya niha li nava têkoşîna azadiyê ye.

MILÎTANEK BÛ KU ZANÎBÛ WÊ ÇI BIKE

Min hevala Denîz di payîza 2013'an de nas kir. Li qada Mexmûrê berpirsyara çapemeniyê bû. Xwîna wê germ bû û ji bo kar hînî hevalan bike gelekî hewl dida. Kar nîşanî min jî da. Li ber gelek zor û zehmetiyan rabû. Karê xwe bi hemû detayên wê hesab dikir û li gorî wê tevdigeriya. Ji bo mirov wê nas bike, têrê dike ku mirov tenê li jiyana wê binerin. Armanca xwe zelal bû û milîtanek bû ku ji pratîka xwe piştrast bû. Rastiya şer yekser li ser televîzyonê ragihand, bû dengê gelê xwe, bû çavkaniya moralê ya şervanan. Kameraya wê timî di destê wê de bû û bû dengê bi milyonan mirovî. Me ji dengê wê berfirehiya şerê li Mexmûrê bihîst. Ew bi dengê xwe bû çav û guhê bi hezaran kesî.

PERWERDEKAREKE BAŞ BÛ

Li çareseriya pirsgirêkên gel digeriya û xwe li pêşberî her qada jiyanê berpirsyar didît. Ji bilî rojnameya ku li kampê diweşand, her wiha ji ajansan û rojnameyên li derveyî Mexmûrê re bi rêk û pêk gotar dinivîsand. Di kar de tevî xwe her wiha mirovên li derdora xwe jî tevlî kar dikir. Pirsgirêkên li herêmê jî bi raya giştî re parve dikir û bi vî rengî hewl dida hesta berpirsyariyê xurtir bike. Dema ku ev dikir, helwesta berpirsyariyê ji her kesî hêvî dikir û ev yek li her kêliya jiyanê nîşan dida. Li gel vê sekna xwe ya li nava jiyanê perwerdekareke gelekî baş bû. Belê perwerdekarek, hevrêyeke baş bû, şervaneke rastiyê bû.

XWE JI TI KARÎ NEDIDA ALÎ

Çiya, gir, deşt, gund, bajar li her qadê her kêliyê kar dikir, xwe ji ti karî nedida alî. Ji bo bîranîna wê her sal ji aliyê Rêxistina Ciwanan a Mexmûrê ve Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat tê lidarxistin û her sal tevlîbûneke xurt jê re çêdibe. Navê wê li dibistaneke navîn hatiye kirin.

Bila dilê we, çavên we li paş nemîne. Xweş razên, li vê xaka pîroz. Em ê we ji bîr nekin.