Milîsên Şamê agirbest binpê kirin, şer ji nû ve dest pê kir

Li Qamişloyê, ji ber ku milîsên Dîfa El Wetenî yên hikumeta Şamê agirbest binpê kirin, şer ji nû ve dest pê kir.

Şer li taxa Teyî ya Qamişloyê diqewime. Şeva 21'ê Nîsanê bi navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûs aliyan li ser agirbestê li hev kiribûn.

Lê belê milîsên Dîfa El Wetenî sibeha Pêncşemê agirbest binpê kirin. Hate ragihandin ku li kolana Wehda ya li taxa Teyî gule li Hêzên Ewlekariya Hundirîn reşandine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî diyar kirin ku li ser bingeha parastina rewa, wan bersiv dane êrişê. Şerê li herêmê ji nû ve dest pê kir.

Şer şeva 20'ê Nîsanê saet di 22:00 de ji ber ku milîsên hikumeta Şamê êriş birin ser nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kiribû.