Mehmet Doymaz şehît bû

Mehmet Doymaz ê PKK’yî li Swîsreyê şehîd bû. Cenazeyê Doymaz şandin Kurdistanê.

Mehmet Doymaz ê PKK’yî ê ku temenê xwe da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li bajarê Lûzern ê Swîsreyê şehîd bû.

Doymaz demeke dirêj e ji ber penceşêrê tedawî dibû û di 28’ê Mijdarê de di 61 saliya xwe de li nexweşxaneyê şehîd bû.

Ji bo Doymaz di 29’ê Mijdarê de merasîmek hate lidarxistin. Piştî merasîmê cenazeyê Doymaz ber bi Semsûrê ve hate şandin.

Merasîma ji bo Doymaz li bajarê Bulachê yê kantona Zurîhê pêk hat. Saziyên Kurdan ên li Swîsreyê, KOMAW, endamên tevgera jin û ciwanan di serî de, bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Navenda Civakî ya Kurdan a Swîsreyê Îsmaîl Kardaş axivî. Kardaş got “Wî hemû temenê xwe dabû têkoşînê û berdêlên gelekî giran da. Em jî soza xwe dubare dikin ku em ê li pey şopa wan têkoşînê geştir bikin.”

Mehmet Doymaz di sala 1961’ê de li gundê Akçali yê Semsûrê ji dayik bûbû û di 17 saliya xwe de tevlî nav tevgera Apoyî bû. Di dema darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de gelek salan di girtîgehê de ma û di sala 2000’an de ji girtîgehê derket. Doymaz di sala 2002’an de çû Ewropayê bi awayekî çalak tevlî nav xebatan bû û tu carî dev ji têkoşîna azadiyê berneda. Doymaz di bin banê Heyva Sor a Kurdistanê de dixebitî û 5 sal berê bi nexweşiya penceşerê ketibû.