Li Zagrosan rengek Rojhilatî: Zelal Newal

Gerîla Newal a ji Rojhilatê Kurdistanê rêwîtiya xwe ya be bi çiyê ve wiha pênase dike: "Dema ez hatim çiyê min got; ez ji nû ve hatime dinyayê. Bi rastî jî cîhaneke nû û deriyê azadiyê ye gerîla."

"Dema dibêjin gerîla, kelecaneke pir mezin dikeve dilê min. Mirov çawa ku bedewiya biharê nikare pênase bike, mirov nikare jiyana gerîla jî pênase bike. Bihar demsaleke ji nû ve avakirinê ye. Jiyana gerîla jî wisa ye. Bi taybetî ji bo jinekê tê wateya jiyaneke nû. Wateya deriyê azadiyê. Dema ez hatim çiyê min got 'ez ji nû ve hatime dinyayê'. Bi rastî jî cîhaneke nû û deriyê azadiyê ye gerîla…"

Ji bo her gerîla pênaseyek jiyanê heye. Bi taybetî dema ku rê ber bi qadên azad ve diçe, hêj li ser rê mezekirina jiyanê tê guhertin. Gerîla Zelal Newal jî dema ku ji axa Rojhilat a qadîm derdiket rê û diçe, jiyana çiyê wisa pênase dikir. Ji bo wê gerîla wek deriyê azadiyê bû û ew dema ku ji vê derî ket hundir, bi kêliyekê jî dudil nebû...

'DI XEYALÊ XWE DE MIN EV SÎNOR TIM DERBAS DIKIR'

Gerîla Zelal Newal ango Kabîle Rukiye Tayyîbzade di sala 1991'ê de li gundeki bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê çavên xwe li dinyayê vedike û pergalê Îranê ku ew her tim lêpirsîn dikir û serdemên xwe yên lêgerînê wiha tîne ser ziman:

"Di nav malbateke feodal de mezin bûm, bêguman di nava malbatên Rojhilat de her çiqas cewherekî welatparêzî hebe jî, di bin bandora feodalîzm û di bin zextê rejîma Îran de ne. Yê ku herî zede ji wê feodalîzmê derbê dixwe jî bêguman jinên Rojhilat in. Mînak di nav malbatê de her tişt tê astengkirin. Şêwazê jiyana jinan pir bi sînor in. Her tiştê tu dikarî heya cihekî bijî, sînorên te hene û ger tu vî sînorî derbas bike, jiyan jî ji bo te xilas dibe. Lê min di xeyalên xwe de her tim ew sînor derbas dikir û rojekê jî ew xeyal bû rastî. Li hemberî sînoran behreke azadiyê hebû û ez çûm. Di dawiya rê de gerîlayên PKK hebûn."

Gerîla Zelal di sala 2007'an de ji Kelareşê tevlî refên azadiyê dibe. Di dewama têkoşîna xwe de li qadên Zap, Gare, Kerkûk û Avaşînê dimîne. Bi taybetî bi perwerdeyê re di şerê bi çekên giran de Zelal dibe fermandereke pispor. 

'FERMANDARA YEKÎNEYÊN TOPAVÊJ'

Hevrêyê wê Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di salvegera şahadeta wê de li ser têkoşîn û kesayeta Şehîd Zelal Newal vê dibêje:

"Daneheva çandî, coşa jiyanê û azweriya azadî ya jinên Kurd û jinên Rojhilatî di asta herî jor de temsil dikir. Wek şervanek û fermanderek gerîla bi coş û fedayî bû, şer kir, têkoşiya û şehîd bû. Tevlî gelek çalakiyên li Zap û Avaşînê bû û bi ser xist.

Hevrê Zelal di beşa çekên giran de bû. Top û doçka bi kar dianî. Me jê re digot; 'Fermandara yekîneya topavêj'. Me wek 'Yekîneya Topavêj' deng lê dikir. Dema me digot, topavêj her dikeniya. Pêwendiya wê li hember çekên giran pir bû. Bi coş û kelecan tevlî şer dibû. Çekên top û doçka bi hemû hûrgiliyên xwe ve fêr bibû. Demeke dirêj wek perwerdekar erk meşand. Bi sedan kes perwerde kir. Di gelek dewreyan de erka rêveberî girt ser milên xwe û perwerdekarî kir. Di nava refên HPG û YJA-Starê de di rêxistinkirin û perwerdeyên beşa çekên giran de û di pêşvebirina şerê çekên giran de tevkariyên wê yê girîng çêbû. Bi rastî jî fêrker û xwedî pratîk bû. Piştî perwerdeyê çû qadên Zapê û Avaşînê, li wan qadan şerê çekên giran bi awayekî bi bandor kir. Gelek çalakî pêk anî û derbên kujer li hêzên faşîst û dagirker da."

'FERMANDARA JIYAN Û ŞER'

Hevrêyên wê yên ku di bin fermandariya wê de şervantî kirine Şehîd Zelal Newal wek fermandara jiyanê û şer pênase dikin û ev gotin: "Hevrê Zelal hem şervaneke dilnizm, di heman demê jî fermandereke bêtirs bû. Fermandara yekîneya çekên giran bû û ji bo ku şerê çekên giran hîn zêdetir bi pêş bixe û derbê li dijminê xwe bixe hem xwe hem jî şervanên xwe bi hewldaneke bêdawî perwerde kir, rêxistin kir. Me rojekê jî di wê de westandin, gazinc, acizbûn nedît. Berê fermandariyê, hevrêya herkesî bû. Di xwezayê de mîna xwedawendekê, di şer de jî fermanderek wêrek, di jiyanê de hevrê bû. Ji bo vê em nikarin hevrê Zelal tenê bi tiştekî pênase bikin. Ew di her kêliyê de tiştekî nû bû, her kêliyê nû jî gelek tişt îfade dikir."

Gerîla Zelal Newal 17 Hezîrana 2019'an bi hevrêya xwe ya têkoşînê Ronya Qers re di encamê êrîşeke hawayî ya li qada Avaşînê de şehîd bûn. Lê şervanên wê, fermandarên wê her bi xweşiya jiyana ve wê bi bîr tinîn. Weke ku şehîd neketiye û li Avaşînê, Zapê, Kerkûkê hê jî serê dîlanê azadiyê digre. Zelal ruxme şehadeta xwe jî di mêjî û hestên hemû hevrêyên xwe de mîna biharê her şîn dibe û dijî.