Li yekîneya leşkerî vîrûsa koronayê hate tespîtkirin

Tê gotin, li nava yekîneya ji 200 leşkerî ya li Colemêrgê 11 leşker bi vîrûsa koronayê ne. Leşkerên bi vîrûsê ketin li wargeh û otelan hatin bicihkirin ku ev yek bû cihê nerazîbûnê.

Şewba vîrûsa koronayê mîna li tevahiya cîhanê li Tirkiyeyê jî belav dibe. Ji ber ku hikumeta AKP'ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi têrkerî tevdîran nagire, hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Tevî kêmasiya sîstema perwerdeyê ya li bajarên Kurdistanê, hikumeta AKP'ê di vê mijarê de karekî nake. Li Kurdistanê gel li dijî şewbê têdikoşe, dewlet jî operasyonên leşkerî dike. Hikumeta AKP'ê ji bo operasyonan hema bêje rojane bi sedan leşkerî dişîne Colemêrgê û navçeyên wê.

Tê gotin, leşkerên ku tên navenda Colemêrgê, navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê ji aliyê tenduristî ve nayên kontrolkirin. Tê gotin, hin leşkerên hatine Colemêrgê û navçeyên wê bi vîrûsa koronayê ketine. Ji ber ku leşkerên nexweş di nava leşkerên din de ne û dikevin nava gel, ev yek li Colemêrgê bû sedema tirs û fikaran. Tê gotin, li nava yekîneyeke leşkerî ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku ji 200 leşkerî pêk tê, 11 leşkerên bi vîrûsa koronayê hatine tespîtkirin. Leşkerên bi vîrûsê ketin piştre li wargeh û otelên li Geverê hatin bicihkirin ku ev yek bû sedema panîkê û nerazîbûnan.

'DIVÊ LEŞKERAN BIXIN KARANTÎNAYÊ'

Kesekî ji Colemêrgê nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Li şûna ku van leşkeran bixin karantînayê, ev leşker li nava gel digerin. Leşker wê vê nexweşiyê li nava gel belav bikin. Ji ber ku li vir tevdîrek nehatiye girtin. Piraniya leşkeran ciwan in û haya wan ji nexweşiyê nîne. Lewma wê li nava mirovan belav bikin. Leşkerên ku li navenda bajêr hatin bicihkirin divê tavilê li yekîneyên xwe li karantînayê bên bicihkirin."