Li Xakûrkê 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star yên li Xakûrkê li dar xistin de, 5 dagirker hati ncezakiri, 2 çeper hatin îmhakirin. Di çalakiyê de dest danîn ser çekek BKC’’ê jî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên dewlta Tirk daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Herêma Xakûrkê ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosê de;

Artêşa Tirk a dagirker ev demeke li qada navbera Girên Şehîd Axîn û Şehîd Şahan ên herêma Xakûrkê de xebatên rêçêkirinê dikin. Komeke dagirekerên ji bo ewlehiya rê li girê Şehîd Axîn bi cih bûne, ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin, 26’ê Tîrmehê saet 17:30’î ji du baskan ve bi kordîneyî li wan dane. Di çalakiyê de 2 çeperên li gir hatin hedefkirin û îmahakirin, bi kêmanî 3 dagirker hatine cezakirin. Bi rêbaza nû ya demê ya gerîla re, di demek kin de serketinek mezin hate bidest xistin, hêzên me gir xistin di bin kontrola xwe de, çûne ser cenazeyên dagirkeran û li vir dest danîne ser çekek BKC’ê jî.

Piştî çalakiyê jî hêzên dagirker 27’ê Tîrmehê li qadên Şehîd Axîn û Şehîd Şahan dest bi operasyonekê kirine. Heman rojê saet 12:20’î yekîneyek a artêşa TC’ê li devera Şehîd Şahan ji aliyê hêzên me ve tê kontrolkirin, ji nêzîk ve li wan didin. Di vê çalakiya duyemîn a hêzên me li dar xistin de jî, bi kêmanî 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran saet 14:30’î windahiyên xwe bi helîkopteran ji qadê rakirine..

Di encama van çalakiyên hêzên me yên serketî hatin pêkanî de, bi kêmanî 5 dagirker hati cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin, çekek BKC jî dest danîn ser.

Di dema çalakiyê de ku artêşa TC’ê derbekî giran xwar, hevrêyê me Çekdar Giravî bi giranî birîndar bûbû, tevî hemû mudaxeleyan jî şehîd bûye.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

 

 

Nasnav: Çekdar Giravî
Nav û Paşna: Sezer Emre
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Besna – Bişar
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakûrk/ 27’ê Tîrmeha 2021

 

Hevrêyê me Çekdar, li Colemêrgê di nava malbatek welatperêz û girêdayî nirxên Kurdistanê hatiye dinê. Hevrêyê me Çekdar ê di temenê biçûk de Têkoşîna Azadiyê nas dike, ji nêzîk ve dibe şahdiyê siyaseta îmha û înkarê ya dewleta TC’ê, li ber êrîşên dagirkeriyê sala 2013’an tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrêyê me ji roja yekem a tevlîbûnê tim di rêzên pêş de cih girtiye, bi lez bûye fermandar, bi îdeolojiya Apoyî, xwe kûr kiriye, li her qada lê, bûye mînakek ya pratîkê. Hevrêyê me Çekdar ê li ber dijmin ti demê neket du diliyê, bê fikar, di jiyan û şerê xwe de bûye xwedî seknekî fedayî. Hevrê Çekdar demek dirêj li gel Fermandarê nemir Şehîd Qasim Engîn maye, ji hevrê Qasim gelek agahiyên hêza û ji sekna wî gelek ezmûn girtiye. Piştî şehîdbûna hevrê Qasim û şûnde, hê zêdetir tevlî têkoşînê bûye, ketiye nava tolsitandina ji dijmin.

Hevrêyê me Çekdar ku xwedî taybetmendiyên gerîlayê pispor ê dema nû bû û di çalakiya xwe ya dawî de bi rengekî xurt pêkanî, bû mînaka şênber ya ruhê Apoyî yê milîtan û encamgir. Rolê xwe yê fermandariya pêşeng ya di çalakiya Xakûrkê de girtibû ser milê xwe heya kêliya dawî bi serketinek mezin pêk aniye û cihê xwe di nava fermandarên nemir ên Têkoşîna Azadiyê de girtiye.

DAGIRKERAN HERÊMÊN PARASTINA MEDYA BOMBEKIRIN

Agahiyên têkildarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastina Medya pêkanînî wiha ne:

27’ê Trîmehê Girê Şehîd Şahan, Girê Şehîd Kamûran, berpalên Girê Şehîd Heqî û Dola Şehîd Şahan yên girêdayî herêma Xakûrkê  bi çekên giran hatine bombekirin.

27’ê Tîrmehê li herêma Xakûrkê di navbera saet 17:00- 17:30’an de Girê Şehîd Heqî û Girê Şehîdan ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin.

28’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li herêmên Şehîd Şahan û Şehîd Axîn ên Xakûrkê dest bi opaerasyonek dagirkeriyê kir. Ev operasyon heya saetên êvarê ajot û bi rengekî bê encam paşve kişiyan.

28’ê Tîrmehê saet 21:30’an artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan tunelên şer ên herêma Werxelê yên Avaşînê bombe kir.

28’ê Tîrmehê di navbera saet 00:00- 01:30’an de li xeta Qaşûra ya herêma Metînayê tevgera helîkopteran çêbûye. Hawîrdora gundên Derarê û Hirorê yên girêayî herêma Kanî Masî ya navçeya Amêdiyê û Girê Şehîd Çiya bi helîlopterên êrîşê hatine bombekirin.

Di bomberdimanên çêbûyî de ti tiştek bi hevrêyên me nehatiye.”