Li Tûtakê leşkerên Tirk kesê bi navê Mûrat Kaya qetil kir

Li gundê Sogukpinar a girêdayî navçeya Tûtakê di pevçûna ku piştî êrîşa leşkerên Tirk de çêbûyî de Mûrat Kaya hate qetilkirin.

Duh di saetên sibehê li gindê Sogukpinarê (Mûşiyan) ya girêdayî navçeya Tûtak a Agiriyê de leşkerên Tirk operasyonek dabûn destpêkirin, di pevçûna piştî operasyonê de kesê bi navê Mûrat Kaya ku bavê 3 zarokan e hate qetilkirin. Hate zanîn ku li gund 10 kes hatine destgîrkirin, kesê bi navê Cemal Aksoy jî birîndar bûye û wî rakirine nexweşxaneya lêkolînê ya Wanê. Her wiha hate gotin ku leşkerên Tirk êşkence li gelek gundiyan kirine.

BIRAYÊ WÎ BEHSA BÛYERÊ KIR

Mehzer Yalçin yê ku birayê Mûrat Kayayê hatiye qetilkirin e, diyar kir ku leşkerê Tirk di saetên sibehê ketin nava gund û ji bo bizanin ka çi bûye derketiye derve. Wexta ku ji bo rewşê bizanim nêzîkê leşkeran bûm dengê çekan hat. Yalçin wiha pê de çû: “Dema panîk çêbû me dest bi revê kir. Wê demê birayê min nêzî cihê bûyerê bû. Ew jî weke me mereq kiribû ka çi bûyerek e lewre bi şimikan derketibû derve. Birayê min ê din Fettah Yalçin jî destgîr kirin. Em niha nizanin ka birayê min li ku derê tê girtin. Ji me re nabêjin. Dema diçin qereqolê jî leşker bera me didin. Bi dehan gundî ku di nav de jin jî hene destgîrkirin. Piştî bûyerê hemû jin, mêr û ciwanên gund li dibistanê komkirin. Piştre jî me berdan. Bi dehan gundî jî destgîr kirin. Birayê min Mûrat tu sûcekî wî tunebû.”