Li Stenbolê operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP'iyan

Li Stenbolê nîvê şevê li dijî rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan operasyona qirkirina siyasî dest pê kir.

Li gorî agahiyan, polîsên Tirk avêtin ser malên Hevserokên HDP'ê yên navçeyên Pendîk, Bayrampaşa û Beşîktaşê yên Stenbolê.

Di serdegirtinan de Hevserokên HDP'ê yên Pendîk û Bayrampaşayê hatin destgîrkirin, Hevserokê HDP'ê yê Beşîktaşê jî ji ber ku ne li malê bû nehate destgîrkirin.

Tê gotin ku polîsên Tirk her wiha avêtin ser malên rêveberên HDP'e yên Stenbolê.

Kesên ku heta niha hatine destgîrkirin:

Çetîn Aslanboga
Orhan Turker
Nedîm Genç
Aydin Kiliçdere
Fûrkan Akinci
Alî Kadîr Guler
Bîrkan Polat
Taylan Oztaş / Rojnamevan