Li Silêmanî 47 çalakvanên duh hatibû destgîrkirin, ketine grevê

Ji 52 çalakvanên duh ji aliyê asayîşa Silêmanî ve hatibû destgîrkirin 47 kesên li Girtîgeha Kanî Gome yê tên ragirtin, dijî vê helwesta asayîşê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Ji 52 kesên duh dema dixwestin li Parka Azadî 3 jinên şoreşger ên Kurd ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin bibîr bînin hatibûn destgîrkirin, 5 jê di saetên şevê de hatin berdan û 47 kesên din li Girtîgeha Kanî Gme li dijî vê helwesta asayîşê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Di nava kesên hatine destgîrkirin de rojnamevan û bernamevanê Aryen TV Selah Xidir û Kelsûm Huseyîn jî heye.