Li Pîranê qeza çênebû, gerîlayan lê da: 7 polîsên tevgera taybet hatin kuştin

Derket holê ku daxuyaniya diyar dikir ku li Pîrana Amedê wesayîta zirxî wergeriyaye û 2 polîs mirine ne rast e. HPG’ê diyar kir ku qeza çênebûye, gerîlayan çalakî li dar xistine, panzêrek îmha bûye û 7 polîsên tevgera taybet hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan daxuyanî da. Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin.

DEWLETA TIRK WÊ LI HEMBERÎ GERÎLAYÊN SERDEMA NÛ TÊK BIÇE

“Artêşa TC’ê ya dagirker roja 23’ê Tebax saet 20:00’an û roja 24’ê Tebaxê saet 01:00’an bi balafirên şer herêma Partîzan, Qesrokê û Xantûr yên herêma Heftanînê bi giranî bombeberan kir. Hemwext artêşa TC’ê ya dagirker ji qereqolên ser sînor bi obus û hawanan herêm bombeberan kir. Dîsan roja 25’ê Tebaxê saet 01:00’an balafirên şer bombe li Geliyê Pîsaxa barandin.

Artêşa TC’ê ya dagirker piştî bombeberanê bi helîkopterên Skorsky leşker li Girê Partîzan danîn û tevgereke dagirkeriyê dan destpêkirin û xwestin li herêmê hebûna xwe bidin nîşandan. Çapemeniya şerê taybet yê Tirk bi vê pêvajoyê re halanên serfiraziyê dike û polîtîkayê şerê taybet dimeşînin. Hewldana dagirkeriyê ya ji bejahî navê wê çi dibe bila bibe wê Gerîlayên Azadiya Kurdsitan bi çalakiyên şoreşgeriyê bersiva bibandor bidin û wê derbeya herî mezin ya dîrokê li wan bixin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku hemû îmkanên di destê xwe de bi kar tîne wê li beramberî gerîlayên profesyonel yê xwedî bawerî û îradeya demê wê têk biçin.

Bombeberana li dijî herêmê bi giranî didome, agahiyên têkildarî vê tevgera dagirkiriyê her ku bidestketin wê bi raya giştî re werin parvekirin.

2 POLÎSÊN TEVGERA TAYBET Û KONTRAYEK HATIN KUŞTIN

Bi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 24’ê Tebaxê hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî lidarxistin. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

Hêzên me yê YJA-Starê saet 09:30’an li nêzî qereqola Miçiçê ya navbera navçeyên Şemzînan û Gever ên Colemêrgê de li dijî yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker çalakiya sabotajê lidarxist. Ji yekîneya dijmin 2 polîsên tevgera taybet û kontrayek hate kuştin, wesayîteke leşkerî ya dagirkeran jî derbe xwar.

LI ÇELÊ KEPÇEYEK HATE ÎMHAKIRIN

Hêzên dagirker di navbera girên Şehîd Colemêrg û Şehîd Baran de yên li Çelêya Colemêrgê rê çêdike. Hêzên me saet di 15.00’an de kepçeya hêzên dagirker a ku rê çêdikir, bi taktîka sabotajê kiriye hedef. Di vê çalakiyê de wesayîta dijmin îmha bûye û hejmara leşkerên wan ên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.  Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi wesayîtên zirxî û helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Dagirkeran piştî derba ku xwarin qadên Tepê Hakan, Cîloya Biçûk, Şifreza û Bircela bi obus û hawanan bomberdûman kirine. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi daristana li herêmê ketiye. Yekîneya me ya ku ev her du çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

LI PÎRANÊ PANZÊREK ÎMHA BÛ: 7 POLÎSÊN TEVGERA TAYBET HATIN KUŞTIN

Di 24’ê Tebaxê saet di 05.00’an de hêzên me li dijî qereqola Tepê Tîm a Pîrana Amedê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me li panzêra zirxî, kulubeyên nobetê û kozikan dane û wesayîta zirxî ya panzêr îmha bûye. Di vê wesayîtê de 7 polîsên tevgera taybet hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi qasî saetekê qad bomberdûman kiriye û piştre wesayîta îmhabûyî û miriyên xwe ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi selametî vegeriyaya baregehên xwe.

NE QEZA YE, GERÎLA LÊ DA!

Artêşa Tirk a dagirker piştî vê derba giran, bi rêya medyaya şerê taybet derewa ‘wesayîta zirxî qeza kiriye’ û xwestiye rastiyê berevajî bike. Artêşa Tirk a dagirker manîpulasyonan dike lê van manîpulasyonên wan ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê hatine pûçkirin. Hêzên dagirker her roj derbeyan dixwin lê bi rêya medyaya şerê taybet a artêşa Tirk a dagirker nûçeyên derew çêdike û divê gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk ji wan bawer neke.

Di 24’ê Tebaxê saet di navbera 14.00 û 16.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora gundên Deşta Kafya, Deşta Nehlê, Kanî Sarkê ya Garêya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye lê agir bi qadê ketiye.”