Li Omerya şer, li qadên gerîla êrişa hewayî

Li herêma Omerya ya Mêrdînê di navbera gerîla û leşkerên Tirk de şer qewimî. Balafirên şer ên Tirk jî bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer û êrişên hewayî ev daxuyanî da:

"22'ê Adarê li herêma Omerya ya Mêrdînê, di navbera yekîneyeke me ya ku bi wezîfeya xwe radibû û artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Di vî şerî de hevalekî me ku heta fîşeka xwe ya dawî li dijî yekîneyên dijmin bi fedayî şer kir şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bû wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

30'ê Adarê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker saet di 11:00 de qada Aris-Fari ya herêma Avaşînê û saet di 17:00 de qada Geliyê Pisaxa û Şehîd Hemze ya Heftanînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."