Li Minbicê wesayîta bombebarkirî teqiya

Li başûrê Minbicê wesayîteke bombebarkirî teqiya. Her wiha êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi ser Rojava berdewam in.

Li Çerxerêya Şehîdan a li nêzê Îstgeha Sotemeniyê ya El Elcanî ya li başûrê Minbicê wesayîteke bombebarkirî teqiya. Di teqînê de tişt bi kesî nebû lê bi madî zerar çêbû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku çûn cihê bûyerê û tevdîrên ewlehiyê girtin, hêj tu daxuyanî li ser bûyerê nedaye.

Ji aliyê din ve jî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilate Sûriyeyê berdewam in. Dewleta Tirk, gundên Seyda, Hoşan, Fatse, Mişerfê û Cideyda yên Eyn Îsayê dide ber obus û hewanan.

Hat zanîn ku dewleta Tirk bi balafirên biçek ên bêmirov êrîşê herêma navbera Eyn Îsa û Reqayê kiriye. Bombebarana bi ser gundên Kor Hesen, El Suwan, Silêybî û Evdikoy ên Girê Spiyê û tevgera hewayî li herêmê berdewam in.

Dewleta Tirk a dagirker bi şev saet di 21.00’an de gundê Gozeliyê yê Til Temirê dan ber bombeyan.