Li Kerkûkê Şehîd Zîlan hate bîranîn

Bi pêşengiya RJAK’ê ji bo bîranîna Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) merasîmek hat lidarxistin.

Bîranîna ku bi munasebeta 26’emîn salvegera şehadeta Şehîd Zîlan ku di 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê çalakiya fedayî lidarxist ya bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) li taxa Rehîmava ya Kerkûkê hat lidarxistin.

Merasîm saet 18:00’an bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên rêya azadî û demokrasiyê destpê kir.

Bîranîn bi xwendina nameya Şehîd Zîlan ku ji aliyê Baran Kerkûkî ve hat xwendin, dewam kir.

Piştî xwendina nameyê sînevîzyona ku li ser jiyana têkoşînî ya Şehîd Zîlan hatibû amadekirin hat temaşekirin.

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.