Li herêma Berwariyê amadekariya PDK'ê

PDK rojên dawî li herêma Berwariyê gelek civînan li dar dixe. Ev yek jî dibe sedema fikara 'gelo amadekariya provokasyonan tê kirin?'

PDK ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê qebûl kiriye, hewldanên xwe yên provokatîf dewam dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin; fermandarekî hêzên PDK'ê li qadên Batûfa, Seyda, Bêqulkê, Girê Biyê, Cidîdkê yên herêma Berwariyê civîn li dar xist. Fermandar di civînan de ji hêzên PDK'ê xwest ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd tedbîran bigirin û amadekariyan bikin.

Şêniyên Berwariyê diyar kirin ku li herêmê gerîla nîne, lewma civînên tên kirin amadekariya ji bo provokasyonê ye.

Li Başûrê Kurdistanê civînên bi vî rengî ne cara yekemîn e ku tên kirin. Li gorî agahiyan; di 15'ê Cotmehê de berpirsyarê hêzên Duhokê yê PDK'ê Şêx Elo, Serbest Lezgîn û berpirsyarê hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî, ji îstîxbarata leşkerî Brûsk û komek ji îstîxbarata Tirk li qada Kanîmasî civînek pêk anîn.

Balkêş e, piştî ku endamê asayîşa Kanîmasî Gazî Salih Alîhan ji aliyê kesên nenas ve di 8'ê Cotmehê de hate kuştin, civînê bi vî rengî tên lidarxistin.