Li Efrînê 2 xebatkarên rêxistina alîkariyê hatin qetilkirin

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 2 endamên Dîfa El Medenî (Parastina Medenî) qetil kirin.

Li herêmên dagirkirî, bûyerên kuştin û revandinê roj bi roj zêdetir dibin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, îro sibê cenazeyên keçeke ciwan û ciwanekî ku di Difa El-Medenî (Parastina Sivîl) de kar dikir, hatin dîtin.

Çavkaniyan diyar kir ku her du cenaze li ser rêya Kemrok a girêdayî navçeya Mabata hatine dîtin û navên kesên ku hatine kuştin wiha ne: Nircis Dawûdî ji gundê Kemrok e û Elî El-Şaxûr jî bi eslê xwe ji Xûta El-Şerqiyê ye.

Nircis Dawûdî û Elî El-Şaxûr piştî ku fonên xwe standine, komek ji çeteyan rêya wan girtiye û pereyên wan dizîne û piştre ew kuştine.