‘Li Botanê fêrî gerîlatiyê bû, li Heftanînê jî xeta fermandara jin diyar kir'

Gerîlaya YJA Starê Denîz Firat qala têkoşîna bi Fermandara YJA Satarê Esmer kir û got: “Şehadeta heval Esmer giran bû lê heval Esmer gelek tişt ava kir. Xeteke berxwedanê ya fermandariya jinê diyar kir. Dijmin li Heftanîn nikare her tiştê ku dixweze bike.

Yek ji gerîlayên YJA STAR’ê Denîz Firat ji ajansa me re qala çîroka xwe ya bi şehîd Esmer re kir. Firat diyar kir ku ew û Şehîd Esmer di nav berxwedana Xweseriya Demokratîk de û di Berxwedana Cenga Heftanînê bi hevre di nav tekoşînê de bûn. Firat got: ‘’Bi pêvajoya xweseriya demokratik re min heval Esmer nas kir. Em dem dirêj bi hevre man. Me xebatên rêxistinkirina civakê dikir. Heval Esmer di asta yekemîn de berpirsyar bû. Ji bo ku xebat bi awayekî serkeftî bihata kirin hewildanên wê hebûn. Piştre pêvajoya berxwedaniyê dest pê kir. Bi ruhekî fedayî kete nav wê berxwedaniyê û sekneke bi biryar nişan da. Herî zêde morala heval Esmer bala mirovan dikişand. Dayina moralê, nasandina rêxistinê ji bo heval Esmer erkeke sereke bû. Ji bo ku min heval Esmer nas kir pir bisiûd im. Ji bo ku dermanekî ji hevalekî birîndar peyda bikira her tişt dida ber çav, ev jî rê li ber hevaltiyekî xurt vedikir.”

ARMANCA WÊ EW BÛ KU XWE BIGIHANDA ÇIYAYAN

Firat bal kişande ser rêwîtiya ji bajar a demê Xweseriya Demokratîk û xwegihandina çiya û got: “Piştî wê pêvajoyê ketina tûnelên binerd dest pê kir. Dijmin kiribû rojeva xwe bi ser de bigirtana. Armanca me hemûyan bû ku di wan tûnelan de me xwe biparasta û xwe bigihanda hevalan. Di serî de ji bo heval Esmer mijareke sereke bû. Di wê pêvajoyê de rojên xweş û biêş jî derbas bû. Lê heval Esmer hewildanê wê ew bû ku her kêfxweşî serwer bikira. Hewildanê koma me, em bi selametî ji bajêr derkevin û bigihîjin çiya ta ku em hêvî û armancê şehîdan pêk bînin. Ez û heval esmer ji komê qut bûn, bi tenê man. Ne min ne heval Esmer çiyan nas dikir, tenê me çiyayê Cûdî didît û me dizanî pêwîst e em xwe bighînin wir. Bi wê armancê em ketin rê.

ZAROK NEXAPIYA

Ji ber di meşê de min zehmetî dikşand heval Esmer jî bi min re zihmetî kişand, lê heval Esmer bi hewildanekî mezin dev ji min berneda. Em bi rê ketin, lê me rê nas dikir. Me nedixwest gel yan jî dijmin me bibîne, ji ber polîsên dijmin li derdor pir bûn. Ev jî ji bo me pêwîstiya hişyariyê da pêş û me nedixwest kesek em bidîtana. Heval Esmer digot; ‘Tu ji Botanê yî çawa nizanî biçî çiyayê Cûdî, ez ji Amedê me ez ê te bibim Cûdî.’ Me xwest em ji gel bipirsin derbarê rê, lê guman hebûn ku kesekî sîxûr me bibîne û li ser me agahî bide. Ji ber wê me gavên hişyar davet. Me ji ajovanê wesayîtekê pirs kir got; ‘Hûn di rêya şaş da ne.’ piştî wê gundekî pêşiya me hebû. Ji bo em biçin ji wan pirs bikin heval Esmer senaryokî çêkir. Heval Esmer xwe wekî wêjevan xwest xwe b zarokê rastî me hat bide nasîn, lê zarok bi vê nexapiya û got; ‘Ez we nas dikim.’ Piştre em birin mala xwe, malbateke welatparêz bû.’’

XEYALÊN ŞEHÎDAN SER MILÊ ME BÛN

Di vê demê de heval jî li me digeriyan ji ber me rê nasnedikir. Piştre em ji gund derketin û heya em gihîştin çiyayê Cûdî me gelek xeyalên hevalên şehîd bi xwe re rakiribû. Ew qehremantiya li bajar hat kirin bi gel bidin naskirin çawa ku keç û xortin Botanê li hember teknîka dijmin li ber xwe dan, me dixwest em bidin naskirin. Pêwîst bû biketa dîrokê. Ji ber me soz dabû şehîdan ku kijan heval bigihêjê çiya pêwîst e berxwedana bajaran ji her kesî re bibêje. Bi taybet ev xwestek di kesayeta heval Esmer pir li pêş bû. Bêguman ev ji bo min bû bingehê hêzê ji bo ez bimeşim û li ber xwe bidim.

LI BOTANÊ FÊRÎ GERÎLATIYÊ BÛ

Gerîlaya YJA Starê Denîz Firat bal kişand ser kesayeta gerîla Esmer û wiha pêde çû: “Em piştre bi hev re demekê li Botanê man. Bi rastî xwesteka heval Esmer ji bo kar û xebat pir zêde bû. Hevalek ji Amedê bû lê xwe weke ji Botanî didît. Digot; ‘Ez li Botanê fêrî jiyan û gerîlatiyê bûm.’ Ji ber wê pir ji Botanê hez dikir. Piştre li Heremên Parastinê yên Medya bû fermandarek. Ji bo hevaltiyeke xurt pir hewl dida. Dema ku heval Esmer li cem me bû wek fermandar nêz dibû, bi rengê hevalekê tevlî jiyan û xebatan dibû. Moreleke zêde dida derdorê. Ji bo ku me hev nas dikir, dema ku me hev dît em pir kêfxweş bûn.

DIXWEST LAYIQÎ ŞEHÎDAN BIBE

Firat qala dilsoziya Fermandara YJA Starê Esmer a bi şehîdan re kir û got: “Heval Esmer li kû derê bijiya, ew heval dabûne naskirin û qala wan dikir. Digot; ‘Pêwîste ez layîqî heval Zeryan û Helena bibim.’ Dixwest li ser şopa wan bimeşiya û berxwedana wan tevî dîrokê bikira. Piştî pêvajoyejêkê çû Heftanînê, fermandariya xeta Şeşdarayê kir. Li wir jî pir jê hate hezkirin. Fermandareke herêma xweser bû û ev jê re dibû bingeheke hêzê. Em çend caran bi hev re axivîn, derfet nebû ku me hev bidîtan. Digot, ‘’Heftanîn wê gelek tiştan bide me û ji me bibe, lê ya girîng ew e ku em bikaribin li ser lingan bisekinin û ji şehîdan re bibin bersiv.’’

XETA FERMANDARA JIN DIYAR KIR

Firat bal kişand ser berxwedan û şerê fermandar Esmer a li dijî dagikeriya Tirk a li Şeşdarayê û got: “Di şerê Şeşdara pêşengtî û qehremantiyekî pir mezin kir. Layiqî navê xwe bû. Layiqî berxwedaniya xweseriyên demokratîk ya di şexsê heval Nûcan, Rûken û Zeryan de xwe tevlî dikir. Pir girîng û watedar bû ku bi heval Esmer de mirov din av berxwedaniyê de bû li herêmek^ebi hev re bimîne û şer bike. Dibû cara duyan ku em bi hev re di nav şer de bûn, vê jî xwestake me zêde kir ku em dagirkeran bikujin û dagirkeriyê parçe bikin. Rast e dema şehadeta hevalan mirov hestiyar dibe lê ew şehadet zêde hêzê didn me û xwesteka me ya tolhildanê xurt dike. Şehadeta heval Esmer giran bû lê heval Esmer gelek tişt ava kirin. Xeta berxwedanê diayr kir. Xeta fermandariya jinê diyar kir. Dijmin li Heftanînê nikare her tiştê ku dixwaze pêk bîne. Bi pêşengiya şehîdên qehreman em ê hê bêhtir bi dîrokê vê bidin ispatkirin.