Leşkerekî Tirk ku di şer de psîkolojiya wî têk çû, li Girê Tangê xwe kuşt

Tê diyarkirin leşkerekî Tirk di şerê Qadên Paratinê yên Medyayê de psîkolojiya wî ji ber berxwedana gerîla têk çûye û li Girê Tangê xwe kuştiye.

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk dagirker a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê ev 6 meh in didome. Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk têkçûneke dîrokî jiya û derb li hev xwarin.e Dema ku piştî şeş mehan mirov li xerîteya şer dinere mirov dibîne ku li Qadên Parastinê yên Medyayê heta niha gavekê bi pêş ve neçûye.

Li gorî agahiyên xwecih leşkerên di artêşa Tirk de ku li bara berxwedana gerîla têk çûne psîkolojiya wan têk çûye. Herî dawî 15'ê Cotmehê li herêma Zendûra ya Metîna, li Girê Tangê leşkerekî pispor xwe kuştiye. Leşkerê ku xwe kuştiye leşkerekî kirê kiriiye ku tevlî operasyona dagirkeriyê bûye.  Piştî vê bûyera li herêma Zendûra tê diyarkirin tendiristiya giyanî ya leşkeran têk çûye. Artêşa Tirk a ku ketî rewşeke wiha çekên kimyewî ku ji hevalbendên xwe yên navnetewî standine bi  kar tîne.