Kurdên Fînlandiya bi civînekê hatin ba hev
Li paytexta Fînland Helsînkî civînek gel bi tevlîbûna Hevserokê Kongra Gel Remzi Kartal û Kurdên li Fînlandiya dijîn hat lidarxistin.
Li paytexta Fînland Helsînkî civînek gel bi tevlîbûna Hevserokê Kongra Gel Remzi Kartal û Kurdên li Fînlandiya dijîn hat lidarxistin.
Li civîna gel ku li komela Kurd Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat. Di civînê de rewşa sîyasî ya li Kurdistan hat nirxandin.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal di civînê de axivî û silavên rêvebirên tevgera azadiyê gihandin gel. Kartal anî ziman ku dijmin ji bo ku pêşiya tevgera azadî bigre bi hemû hêzan û dewletên serwer îtîfaqan çêdike, lê nikare armancên xwe pêk bîne. Kartal destnîşan kir ku bo van hewldanên dijmin yên pêşîgirtina Tevgera Azadiya Kurd hevkarê wê yê herî girîng PDK ye û got: “ Dagirker gelek planên xwe yên qirêj bi rêya PDK’ê birêve dibe. Dewleta Tirk çekên qedexe û gaza jehrî û kîmyewî li hember gerîla bikar tîne.”
Di civînê de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukru Serhed (Yasîn Bûlût) û Endamê Koordînasyona Civak Êzidî Mam Beşîr Şengalî (Hesen Dutar) hatin bibîranîn.