Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê ji bo şidandina tevdîran bang kir

Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê diyar kir, "Bi tevdîrên kêm û xemsar, nabe ku em xwe û civaka xwe li hemberî vîrûsa kujer bêparastin bihêlin" û destnîşan kir ku divê vîrûs biçûk neyê dîtin.

Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê têkildarî pandemiya Covîd-19 a ku meha Kanûnê der bû û li tevahiya cîhanê belav bû daxuyaniyek weşand. Komîteyê bal kişand ser derfetên kêm ên li Kurdistanê û dorpêçiyê û fikarên xwe yên ji ber rûdana encamên metirsîdar anî ziman. Komîteya Tenduristiyê bang li gel kir ku tevdîran bişidîne û bi vê armancê 12 madeyên ji bo tevdîrên parastinê pêşniyar kir.

Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

"Bi navê Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê em kedkarên tenduristiyê yên li Kurdistanê li dijî vîrûsa koronayê têdikoşin, sazî û hêzên ku di vê mijarê de bi berpirsyariya xwe radibin hemûyan bi rêzdarî silav dikin û dibêjin, di demeke wiha de her kesên ku bi karê parastin û agahdarkirina gel radibin wezîfeyeke dîrokî pêk tînin. Her wiha em kedkarên tenduristiyê yên ku ji bo parastina mirovahiyê canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji wan malbatan dixwazin ku xizmên wan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê, nexweşên bi vîrûsa koronayê hatin dîtin. Tevî ku li gelemperiya Sûriyeyê çend nexweşên bi vîrûsê hatin dîtin jî heta niha li Rojavayê Kurdistanê kesekî bi vîrûsa koronayê nehatiye tespîtkirin. Ev yek nayê wê wateyê ku wê li vir jî mirov bi vîrûsê nekeve.

LI KURDISTANÊ REWŞ DIKARE BIGIHÊJE ASTA METIRSÎDAR

Li çar parçeyên Kurdistanê tevî ku gelê me hin destketî bi dest xistine, dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê di mijara kontrolkirina vê nexweşiyê de li pêşiya însiyatîfên gel ên rast bûn asteng, li Bakurê Kurdistanê di demeke wiha de şaredariyên gel bi rêya qeyûman hatin desteserkirin. Eger gelê me ji bo tenduristiya xwe tevdîrên pêwîst wernegire, wê li cografyaya Kurdistanê ku hatiye parçekirin, derfetên xwe gelekî kêm in û ji aliyê hêzên dijmin ve hatiye dorpêçkirin, encamên metisîdar derkevin holê.

Li zindanên dewletên Tirk û Îranê paqijî û derfetên hîjyenê gelekî kêm in, lewma ji bo berdana Rêber Apo û girtiyên siyasî hemûyan divê her kes bi berpirsyarî tevbigere.

'EM NEÇAR IN BI DÎSÎPLÎN BIN, HAY JI XWE HEBIN'

Vîrûsa koronayê dixwazî bila ji aliyê hêzên şer ên li dijî civakê bi zanebûn hatibe afirandin, dixwazî bila weke reda xwezaya zindî ya li dijî talankirina ekolojiyê û li dijî şer derketibe holê, eşkere ye ku ne cîhanê ne jî me gelê Kurd ji nedîtî ve bê.

Ji bo encamên metirsîdar rû nedin, em neçar in ku gelekî bi dîsîplîn bin û hay ji xwe hebin. Divê gelê me li gorî tevdîrên pêwîst tevbigere, bêyî ku li benda hêzên dewletperest bimînin tevdîrên xwe bi xwe werbigire.

'DIVÊ KES NEKEVE NAVA XEFLETÊ Û VÎRÛSÊ BIÇÛK NEBÎNE'

Li dijî vîrûsa koronayê ya pandemîk divê kes nekeve nava xefletê, rewşa heyî biçûk û jinedîtî ve neyê û bi gotina 'tiştek bi me nayê' tevdîran sist neke. Divê were zanîn ku agahdarkirina civakê ya ji bo xweparastinê û amadekariyên pêwîst ên ji bo xizmetên tedawiyê wê jiyana bi hezaran mirovî rizgar bike.

Li çar parçeyên Kurdistanê û li her qadê, kedkarên me yên tenduristiyê, rêveberiyên me yên pêwendîdar û saziyên me divê heta demekê tevdîrên xwe di asta herî bilind de bihêlin, li gorî tevdîrên pêwîst xwe organîze bikin. Li her devera ku gelê me lê ye, divê bi rengekî rêxistinbûyî, bi plan û bêyî bikeve nava panîkê, bi piştevaniyeke xurt metirsiya vîrûsa koronayê ya pandemîk kêm bike.

'BI TEVDÎRÊN KÊM, EM XWE Û CIVAKA XWE BÊPARASTIN DIHÊLIN'

Mixabin bi tevdîrên kêm, neamade û xemsar, em xwe û civaka xwe bêparastin dihêlin. Lewma her karê di vê mijarê de bên kirin girîng e. Ji aliyê hîjyenê ve em neçar in ku her tevdîrê werbigirin."

TEVDÎRÊN JI BO PARASTINÊ

Di daxuyaniyê de ji bo xweparastina ji vîrûsê ev tevdîr hatin pêşniyarkirin:

1- Ne mecbûrî be liv û tevgera li derve bê kêmkirin.

2- Divê mirov nekevin nava qelebalixiyê, herî kêm bi 1-2 metreyan xwe ji hev vegirin û silavên ku xwe nêzî hev dikin nedin hev.

3- Li deverên qelebalix divê em maske û lepikan bi kar bînin. Eger maske bi dest nekeve, divê her kes bi derfetên xwe maskeyeke parastinê ku dikare bê şuştin çêbike, bi tenê ew bi kar bîne û bi rêbazên rast dezenfekte bike.

4- Paqijiya hawirdorê, paqijiya malê, paqijiya şexsî û paqijiya qadên hevpar ên jiyanê nebe nabe. Divê em ji xwe re bikin tebîetek ku destên xwe timî bi sabûnê bişon û her kes mirovên li derdora xwe teşwîq bike. Ji ber ku vîrûs di germahiya 60-90 pileyî de, yan jî li deverên hatine şuştin û dema bi klorê paqijî tê kirin bêbandor dibe. Ji ber vê yekê divê paqijiya şexsî û derdorê timî bê kirin.

5- Her malzemeya ji derve hate anîn an jî kirîn, ji ber ku rîska vîrûsê li ser heye, divê piştî tevdîrên hîjyenê bên bikaranîn.

6- Pêwîste mirovên extiyar û nexweşiyên kronîk bi wan re heye heta ji wan bê dernekevin derve, xwe bi xwarina bi vîtamîn û proteîn xwedî bikin, mirovên ji derve tên jî heta ji wan bê xwe nêzî van mirovan nekin.

7- Divê mirov gelekî avê vexwin û giraniyê bidin ser xwarina fêkî û şênkahiya ku vîtamîna C bi wan re heye.

8- Li devereke girtî jî be divê mirov rojane sporê bikin û berxwedêriya bedena xwe xurt bikin.

9- Eger li cihekî gumana vîrûsa koronayê hebe, beriya her tiştî kesê ku guman jê tê kirin bi vîrûsê ye, ji bo civaka xwe tevdîran werbigire, bi helwesta xwe ya berpirsyar nehêle ku vîrûs bi mirovên li derdorê bikeve. Eger li gundekî, li taxekê, li malekê nîşaneya vîrûsê hate dîtin, divê her kes xwe bi xwe bixe karantînayê.

10- Di vê demê de divê gelê me xwedî li kedkarên tenduristiyê derkeve, li gorî hişyariyan tevbigere û piştgiriya wan bikin.

11- Di pêvajoyeke wiha krîtîk de sazî, partî û kesayetên ku gelê me temsîl dikin, divê bi hişmendiyeke neteweyî ya hevpar tevbigerin û li her parçeyên Kurdistanê bêyî cudahiya nêrîna siyasî û etnîkî, mafê jiyanê yên mirovên me biparêzin, moral û motîvasyonê bilind bikin.

12- Civaka ku bi panîka sîstemê tevbigere, ya wê tevdîran di asteke nepixandî de bijî ya jî wê piştî demekê bi xemsarî tevbigere û tevdîran sist bike, bi vî rengî bikeve rewşeke metirsîdar. Divê civaka me nekeve nava panîkê, xwe ji her rewşeke neyînî re amade bike û pêvajoyên gengaz bi rengekî kontrol bi rê ve bibe.

Ji xwe nêzîkatî û sekneke bi vî rengî ji bo gelekî ku timî êriş li ser mafê xwe yê jiyanê tê kirin, vîrûsa korona ya pandemîk nebe jî, her tim pêwîstiyeke."