Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn bi bîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî û got, "Di têkoşîna lehengiyê de em xwedî li bîranîna hevrê Kasim Engîn û şehîdan derdikevin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn ku beriya du salan îro hate qetilkirin, bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê hevrêyê me Kasim Engîn ku di 27'ê Gulana 2020'î de ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve hate qetilkirin, di salvegera duyemîn a şehadeta wî de bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em soza xwe careke din dubare dikin ku armanca wî bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wî derkevin. Di sala sêyemîn a şehadeta wî de em dibêjin ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd em ê li ser şopa Kasim Engîn û şehîdên leheng hemûyan li ber xwe bidin û serketinên mezin bi dest bixin.

JI ŞEHÎDÊN ME YÊN MEHA GULANÊ

Eşkere ye ku hevrêyê me Kasim Engîn jî yek ji şehîdên mezin ên meha me ya şehîdan meha Gulanê ye. Ev karwanê şehîdan ku 18'ê Gulana 1977'an li Dîlokê bi qetilkirina hevrê Hakî Karer destpê kir, îro di nava berxwedana me ya azadiyê ya d^rokî de ku di serî de li Zap û Avaşînê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê meşandin, bi şehîdên me yên leheng dewam dike. Bi vê wesîleyê em berxwedana azadiyê ya dîrokî ku gerîlayên me yên leheng û gelê me li ser xeta Rêbertî û Şehîdan dimeşînin silav dikin, şehîdên leheng ên vê berxwedanê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.

LI HER QADA KARÊN ŞOREŞGERÎ WEZÎFE KIR

Weke ku tê zanîn hevrê Kasim Engîn li navçeya Pazarcixê ya rojavayê Kurdistanê ji dayik bû ku dewleta Tirk a mêtinger-qirker herî zû li vê herêmê dest bi qirkirinê kir. Li Ewropayê mezin bû û kesayetekî Kurd ê karker û hilberîner bû. Di temenê ciwantiyê de têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nas kir û li Ewropayê li her qadê tevlî karên şoreşgerî bû, wezîfe kir. Piştî ku rastiya Rêber Apo û PKK'ê bi kûrahî fêhm kir, dest ji jiyana Ewropayê berda û berê xwe da Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû. Welatparêziya Kurd a li kûrahiya ruh û hestên xwe, wêrekiya mezin a kesayetiya xwe, fedakarî û dilxwaziya xwe ya azadiyê kir ku zû xwe bigihîne rastiya PKK'ê û gerîla.

BÛ JI PÊŞENGÊN GELÊ KURD

Hevrê Kasim Engîn piştî du perwedeyên Rêbertî, li xeta Amanos-Toros û Botan û Başûr tevlî nava şerê gerîla bû. Di nava gerîla de her wezîfe û berpirsyarî bi rengekî serketî bi cih anî. Her wiha di serî de propaganda û ajîtasyon, tevlî her karê şoreşgerî bû. Li her cih û wezîfeya ku pêwîstiya karên partiya me pê hebû ew li wir bû. Demeke dirêj karên propaganda û ajîtasyonê yên partiya me koordîne kir. Bi jîr û jêhatîbûna xwe, bi enerjiya bê dawî, hilberînerî û kesayetiya xwe ya çalak gelek kar bi hev re meşand û bi ser xist. Bi kesayetiya xwe ya pozîtîf ku mîna sûlavekê geş bû, kelecana wî ya mezin, girîngiya ku dida çand û zimanê Kurdî, bi fedakarî û nêzîkatiyên xwe yên hesas û bi pîvan, her tim ji hevrêyên xwe re bû mînak û di dilê wan de cih girt. Li ser vê bingehê jiyana xwe da têkoşîna azadiyê û bû hevrêyê Rêber Apo, bû ji pêşengên gelê Kurd.

PARTIYA ME XWEDÎ LI BÎRANÎNA WÎ DERKET

Partiya me û gelê me bi têkoşîna mezin a li ser xeta lehengiyê, çawa ku xwedî li bîranîna hemû şehîdan derdikeve, bi têkoşîna xwe ya du salên dawî re jî xwedî li bîranîna hevrê Kasim Engîn derket û di têkoşîna azadiyê de ew da jiyîn. Weke ku tê zanîn di salên 2020 û 2021'ê de têkoşîna herî bi wate û mezin a dîroka me hate meşandin. Faşîzma AKP-MHP'ê bi piştgiriya ku ji NATO û PDK'ê wegirtî xwest ku gerîla bieciqîne, PKK'ê tasfiye bike û qirkirina Kurdan bibe serî. Bi vê armancê her sal êrişeke dagirkeriyê ya bi plan û rêxistinî da meşandin. Weke gel û tevger, weke hêzên gerîla yên leheng û tevgerên jin û ciwanan, me jî di salên derbasbûyî de li dijî vê êrişkariyê li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bi rengekî topyekûn li ber xwe dan; bi vê berxwedana li ser xeta Rêbertî û şehîdan me êrişên dagirker qirker şikandin. Hêzên me yên gerîla yên leheng li Garê, Heftanînê, Xakurkê, Metîna, Zap û Avaşînê derbên kuştinê li çeteyên dagirker xistin, hemû pîlanên faşîzma AKP-MHP'ê têk birin û faşîzm anîn ber hilweşînê.

GERÎLA LI ZAP Û AVAŞÎNÊ FAŞÎZMÊ LI BINÊ ERDÊ DIXE

Di sala sêyemîn a şehadeta hevrê Kasim Engîn de weke gel û tevger, bi pêşengiya berxwedanên li Zap û Avaşînê em di asta seferberiyê de berxwedana şerê gel ê şoreşgerî yê topyekûn dimeşînin. Gerîlayên me yên leheng her roj derbên giran li faşîzma AKP-MHP'ê dixin û faşîzmê li Zap û Avaşînê dixin binê erdê. Şer li her qada Kurdistanê û Tirkiyeyê belav dibe û ciwanên Kurd ên leheng li her qada lê ne li dijî faşîzma AKP-MHP' bi rengê seferberiyê çalakiyan dikin. Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat gelê me yê welatparêz, dostên me yên demokratîk li dijî dîktatoriya AKP-MHP'ê ya dagirker-qirker her roj çalakiyên şermezarkirinê lidar dixin. Li ser vê bingehê pêngava me ya 'Dem dema azadiyê ye' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, li ser xeta serketinê bi rê ve diçe. Ne bikaranîna çekên kîmyewî ne jî piştgiriya NATO û PDK'ê nikare pêşî li hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê bigire, nikare pêşî li serketina pêngava me ya sala 50'emîn bigire.

Eşkere ye; faşîzma AKP-MHP'ê çiqasî êrişkar dibe bila bibe, çiqasî sûcên şer dike bila bike wê ti carî li hemberî berxwedana me ya gel û gerîla nikaribe bi ser bikeve. Piştgiriya DYE, NATO û PDK'ê, zexta faşîst, teror û şantaj wê nikaribe faşîzma AKP-MHP'ê rizgar bike. Berxwedana me ya gel û gerîla ya leheng her roj derbên giran lê dide û wê faşîzm-qirkeriya AKP-MHP'ê li Kurdistanê bixe binê axê. Li ser vê bingehê sala 50'emîn a Rêbertî û Partiyê wê bibe sala serketina herî mezin a dîroka me ya têkoşînê.

EM BI TÊKOŞÎNÊ XWEDÎ LI HEVRÊ KASIM ENGÎN DERDIKEVIN

Em bi têkoşîneke bi vî regnî xwedî li hevrê Kasim Engîn û şehîdên leheng hemûyan derdikevin, bîranîna wan di têkoşîneke bi vî rengî lehengiyê de didin jiyîn. Li ser vê bingehê hevrê Kasim Engîn û di şexsê wî de jî şehîdên me yên leheng careke din bi rêz û minet bi bîr tînin; di serî de hêzên me yên partiyê û gerîla bang li gelê me, dostên me, jin û ciwanan dikin ku têkoşîna ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û têkoşîna hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê li her qadê bilindtir bikin."