Karayilan: Rejîma Tirk di nava tirsê de ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, anî ziman çawa ku li Sûriyeyê dewleta Tirk gihişte dawiya rê, êrîşkariya wê ya navxweyî jî ji tirsa hilweşandina wê ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî. Karayilan li ser tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xitimîna dewleta Tirk a li Idlibê, li ser cezayê li 2 ciwanên Kurd a ji ber kuştina du endamên MÎT'ê yên li Hewlêrê, derbarê ambargoya li ser Mexmûrê û giringiya têkoşîna gerîla ya li dijî faşîzmê axivî.

Karayilan li ser tecrîda mitleq a li Imraliyê jî got komplo bi têkoşîna gel û gerîla wê bişike û diyar kir, ''Tecrîd faşîzm e, têkoşîna dijî tecrîdê ji bo azadiya gelên Tirkiyê û Kurdistanê ye.''

Karayilan li ser cezayê darvekirinê ya li ser du ciwanên Kurd a ji ber bûyerên li Hewlêrê, bang li gelê Başûrê Kurdistanê û saziyên sivîl kir ku li van ciwanan xwedî derkeve û got: ''Darizandina li Hewlêrê ne hiqûqî ye. Biryara dadgehê siyasî ye.'' Derbarê ambargoya li ser Mexmûrê jî got, ziyanê dide yekîtiya netewî.

Karayilan derbarê tevgera dagirker a dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyê got, gefên dewleta Tirk ên li ser Idlibê ne jidil e, pûç bûye û dewleta Tİrk dixwaze hemû Sûriyê dagir bike.

Karayilan di radyoya Dengê Welêt de ev nirxandin kirin:

“Pêşî ez guhdarên radyoya Dengê Welêt ji dil û can slav dikim, hurmetê didim. Rast e, di sala 22'yan ya komploya navnetewî de, têkoşîna me dikeve qonaxake dî. Jixwe weke ku we gotî gelê me ji bo ku komployê şermezar bike îsal ji her salê zêdetir helwest nîan da û li her devera cîhanê çalakî hatin kirin. Ev jî nîşan dide ku gelê me êdî vê komployê qebûl nake, dixwaze komplo bidawî bibe. Ev bi slan e li dijî vê komployê gelê me li her deverê li ber xwe dide, têdikoşe. Bi vê çarçoweyê sala 22'an dibe serdeme nû. Bêguman ev vê têkilî rewşa herêmê dibînin. Ango niha dema ku em di nav geşedanên herêmê de dinirxînin, em dibînin ku em dikevine nav serdeme nû ya têkoşînê ya dijî komployê.

HEDEF AZADIYA RÊBER APO YE

Hedefa me azadiya Rêber Apo ye, divê êdî em azadiya Rêber Apo bikin hedefa xwe ya herî eslî û pêşî. Ji ber ku heta ku Rêber Apo azad nebe komplo nayê şikandin. Dîsa heta ku azadiya Rêber Apo pêk neyê Kurdistan jî nikare azad bibe. Jixwe azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ketiye nav hev. Ne ku tenê em vê heqîqetê dibêjin, dijmin jî dizane ku ev wiha ye. Dema ku Rêber Apo azad bû Kurdistan jî wê pê re azad bibe, ango pirsgirêka Kurdistanê jî wê pê re çareser bibe. Bi vê maneyê, divê em hedefa 22'an bi vî rengî bêhtir zelal bikin. Me tevgerê ev armanc bi rengekî berbiçav daniye ber xwe.

WÊ NEBE SALAKE JI RÊZÊ

Ji bo ku hemû ziyanên ku komployê bi xwe re aniye ji holê rakin û serdemeke nû destpê bike azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê şert e. Di serdema nû de armanca me ya sereke ev e. Bêguman dema ku em vê dibêjin ez nabêjin îsal em ê vê bikin, lê wiha xuya dike, 2020 di meşa azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê de, wê nebe saleke normal, jirêzê, wê bibe saleke ku geşedên girîng çêbibin. Geşedanên ku têne jiyîn jî nîşan didin ku 2020 ne saleke jirêzê ye, saleke derasayî ye. Ji niha ve xuya dike ku ev wiha ye. Ji ber vê, sala 22'an a têkoşînê, wê bibe saleke wiha ku geşedanên mezin çêbibin û ber bi hedefê ve gaveke mezin bide ber xwe. Hê nediyar e lê belkî geşedanên mezintir çêbibin.

Em dixwazin ji bo azadiya Rêber Apo bi biryardarî têkoşînê geş bikin û li ser van esasan komployê parçe bikin. Hedefa me ya sereke ev e.

TÊKOŞÎNA DIJÎ TECRÎDÊ JI BO AZADIYA GELÊN TIRKIYÊ Û KURDISTANÊ YE

Niha li ser Rêbertiya me tecrîdeke giran heye. Ev têkoşîna li dijî tecrîda mitleq divê ji azadiya Rêber Apo neyê bêrîkirin. Ango di wê rêyê de ku diçe ser azadiya Rêbertî, şikandina tecrîdê armanca herî girîng. Tecrîd tê maneya faşîzmê. Li Imraliyê heta ku tecrîd hebe, tecrîd li ser Kurdistanê, Tirkiyê û hemû girtîgehan heye. Li vir bi esasî demokrasiya Tirkiyê hatiye tecrîdkirin. Ji ber ku faşîzm li ser qirkirina Kurdan ku bi navenda pergala êşkenceya psîkolojîk a Imraliyê dixwaze rejîma xwe bidomîne. Ji ber vVê, têkoşîna dijî tecrîdê têkoşîna dijî faşîzmê ye. Her wiha têkoşîna dijî tecrîdê, têkoşîna ji bo demokrasî û azadiya gelên Tirkiyê û Kurdistanê ye. Ev ji hev ne qut in. Li ser van esasan divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî çêbibe. Bi vê çarçoweyê, hem li Kurdistanê û hem li Tirkiyê û hem li herêma Rojhilata Navîn û li derveyî welêt, li her deverê divê ev têkoşîn were geşkirin.

TECRÎD BÛYE PIRSGIRÊKA GELÊN HERÊMÊ

Tecrîd êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Tecrîd bûye pirsgirêka hemû Tirkiyê û gelên herêmê. Ji ber vê, li dijî tecrîdê azadiya Rêbertî dive bibe armanca sereke. Heke mirov wiha binirxîne ev ê bibe rastfêhmkirin û nêzîktêdayina rast. Em 2020'an bi vê çarçoweyê dixwazin têkoşînê geş bikin. Ji ber ku şertên berdest ji vê re guncan in. Ji ber vê, bi me, ev sal wê bibe têkoşîna mezin.

Têkoşîna dijî tecrîdê têkoşîneke giştî ye, hemû mirovên demokrat û welatparêz vedihewîne. Ji ber vê divê her kes xwe ji vê têkoşînê berpirs bibîne. Ango divê tifaqa di navbeyna Kurdan, kedkarên Tirkiyê, sosyalîst û demokratan de zêdetir were geşkirin, xurtkirin û hem jî têkiliya di navbeyna gelên Kurd û Ereb de zêdetir were geşkirin. Niha tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya Rêber Apo bûye pirsgirêka hemû gelên herêmê. Li vir bêguman a ku wê bi rista pêşengiyê rabe qedro û hêza gerîla ye. Divê hemû qedor û welatparêz li dijî xeta komploger helwesteke şoreşger nîşan bide, ji bo komployê têk bibin, têbikoşin.

Ji ber vê pêşî divê xeta komployê di şexsê xwe de têk bibin. Ango li dijî her cure helwesta komploger divê xwedî helwest bin, têbikşin û vê têkoşînê geş bikin. Bi vê çarçoweyê helwesta qedro û gerîla pir girîng e. Divê em bibin xwedî helwesteke wiha ku ne dudilî be, nekve ber bandora şerê psîkolojîk.Çima? Ji ber ku em dizanin niha dijmin şerê li dijî gerîla bêhtir bi îstîxbarak, teknîk û şerê taybet dike. Ango dijmin şerekî taybet ê berfireh dike. Li hemû qadan bi şerê taybet dixwaze pêşî li xwe veke. Bi vê çarçoweyê her carê dixwaze xwe weke ku pir serkeftî be nîşan bide, xwe mezin dike, windahiya gerîla zêde nîşan dide û dixwaze çavtirsandî bike. Bi vî rengî şerê taybet û psîkolojîk pir bi berfirehî tê kirin.

LI DIJÎ KOMPLOYÊ EM BI ŞERÊ ŞOREŞGERÎ YÊ GEL DIKARIN BI SER BIKEVIN

Divê em bi hişmendiya ''Hûn nikarin Roja me tarî bikin'' ya ku bi pêşengiya Xalit Oral geş bûyî û piştre bi rihê bi sedam milîtan û fedayiyan dom kirî tevbigerin, xwe zelal bikin û em we bikin milîtanê şerê şoreşger ê gel. Ji ber ku em encex bi şerê şoreşgerî yê gel dikarin bi ser bikevin. Şerê şoreşgerî yê gel ne tenê ji bo gerîla ye, ji bo hemû welatparêzan e ku ji bo şoreşê dixebitin. Ango qedro divê lingê gel ê şerê şoreşger ê gel rêxistinî bike, pêşengiya wê bike, lingê xweparastinê rast rêxistinî bike, her wiha pêşengiyê bike. Her wiha gerîla bi şêwaz û taktîkê nû bi şêwaza şer a serdema nû divê têkoşînê geş bike, da ku komlo were şikandin. Lê divê em zanibin, tevlêbûneke jirêzê, giştî têrê nake. Çima? Ji ber ku em di serdemeke wiha de ne ku komployê têk bibin û bi temamî bişkînin. Ji ber vê jî divê em bi şêwazeke wiha ya encamgir, bi şêwazeke biaqil û taktîkan tevbigerin. Heke ev bibe em dikarin meşa xwe bikin mşa serfiraziyê. A ku ji me tê xwestin jî ev e.

KESEK BI QASÎ KURDAN LI BER XWE NEDA

Em tevgera azadiyê, milîtanên Apoyî, sempatîzan û welatparêz li ber xwe didin. Heta niha me li ber xwe da, belkî kesî bi qasî me li ber xwe nedabe. Bi vîneke ji pola ev 21 sal in, va kete sla 22'yan, ev gel li meydanan çalakiyan dike. Gelek caran dikeve girêva birçîbûnê, ew çend çalakiyên fedayî dike û bi israr têdikoşe û li ber xwe dide. Ji vî alî ve bi rastî jî dîrokeke me ya tije bi berxwedan û navûdeng heye. Ev dîrok pir hêja ye û bi qehremaniyên dastanî tije ye. Ev ne tiştên jirêzê ne.

Lê ya kêm ev e; di mijara encamstandinê de kêmasî hene. Ango divê êdî em bigihijin encamê. Bi pêşengiya jin, ciwan û kedkaran divê em rêxistiniya şerê şoreşgerî yê gel bikin. Ji ber vê divê em rêxistiniya lingê xweparastinê bikin. Her wiha divê em nûbûna di nav gerîla de bi teqezî bibin serkeftinê. Em ew qas kedê didin, şehîd didin, berdêlan didin, divê em encamê bistînin. Em serfiraziyê heq dikin, lê divê em şêwaza serfiraziyê zevt bikin. Em çawa dikarin li dijî komployê bibin xwedî vîneke qeyîm û bi şêwazeke encamgir têbikoşin? Pirsa me ya esasî ev e. Divê her kes li ser vê bisekine. Em dizanin bi vê çarçoweyê hewldan hene.

LÎSTIKÊN ERDOGAN ÊDÎ HATINE DAWIYA RÊ

Derbarê têkiliyên dewleta Tirk û dewleta Rûs beriya bi heftiyekê di Stêrk TV de axivîbûm. Geşedanên niha wan nirxandinan piştrast dike. Êdî lîstikên Erdogan diqedin, deşîfre bûn Erdogan dixwaze çi bike? Bi rengekî zelal dixwaze çeteyên Nûsra biparêze, dixwaze bike ber xizmeta Îxwanî Mislim. Yek ji hedefa stratejîk ev e. Me beriya niha jî gotibû, hedefa dî ya stratejîk jî ew e ku di dîzayna serdema nû de bûyina xwedî statûyê ya Kurdan a li Sûriyê û hemû herêmê. Bi paş ve kişandina Kurdan, bi çeteyên Nûsra û Îxwanî Mislim dixwaze li Libyayê û li derên din xwe serwer bike û bixe bin serweriya xwe. Hesab li ser vê bingehê ye. Heke karibe vê bike wê rejîma faşîst jî ji hundir ve mayinde bike. Ji ber ku niha rejîma faşîst a Tirkiyê niha taloke li ser heye.

ERDOGAN GEFÊN JI XWE MEZINTIR KIR, EM Ê ENCAMA WÊ BIBÎNIN

Heta niha li ser hin berjewendiyan bi Rûsyayê re têkiliyek datanî. Lê ev hate deverekê û bi qasî ku tê dîtin xitimiye. Şandeya dewleta Tirk çû Rûsya, beriya niha jî şandeya Rûs du caran hatibû Tirkiyê, bêyî ku li hev bikin vegeriya. Hewl didin ku tiştên ku dibin zêde nîşan nedin, hewl didin weke ku pirsgirêkên giran nebin nîşan bidin, lê li hev nekirin. Tenê li ser mijara ku diyalog neyê birîn, berdewam bin i hev kirin. Erdogan gefên ji xwe meztir kir. Bi qubedetî got, ''Hêzên rejîma Sûriyê divê heta dawiya Sibatê vekişe paş cihên kontrolê yên Tirk''. Ango got divê dewleta Sûriyê xaka ku ji çeteyên Nûsra standiye berde û dîsa paş ve vekişe û heke vê neke wê tevgerê bide destpêkirin. De fermo, ka em binerin wê çi bike? Heke karibe bike bila bike. Rûsya îro daxuyaniyek da û got ev senaryoya herî kambax e.

ARMANCA ERDOGAN EW E KU SÛRIYÊ DAGIR BIKE

Polîtîkaya Sûriyê ya Erdogan bi temamî xitimî, êdî nema dimeşe. Êdî divê ji her devera Sûriyê vekişe. Ji aliyekî ve jî bi rengekî vekirî dixwaze Sûriyê dagir bike, ji aliyê dî ve jî dibêje,''me çav bernedaya xaka Sûriyê''. Belkî çav bernedabe parçeyek Sûriyê lê çav berdaye Sûriyê. Dixwaze li wir Îxwanî Mislman serwer bike, cihê ku niha lê ye dixwaze dagir bike, bike bin kontrola xwe. Li gel vê çawa dikare bibêje ku çav bernedaya Sûriyê. Lê aşkere siyaseta dagirkirinê li ser Sûriyê dike.

RÊVEBERIYA NÛ YA DAÎŞ'ê DI KONTROLA MÎT'Ê DE YE

Ji ber ku hesabên cihê yên Rûsya hebû heta niha zemîn ji vê siyaseta Tirkiyê re vedikir. Êdî ber bi dawiyê ve hatin, dewleta Tirk sozên ku dabû bi cih neanî. Tê fêhmkirin ku her kes mitebeqata Soçiyê li gorî xwe şîrove dike. Dewleta Tirk dibêje ew li gorî Soçiyê diçe. Rûsya dibêje Tirkiye nema li gorî Soçiyê diçe û sozên ku dane bi cih nayîne, ji ber vê şer geş dibe, divê Tirkiyê wan çeteyan ji Sûriyê derxîne û ji ber ku dernexistiye dewleta Sûriyê wan derdixine. Tirkiye li şûna ku van çetayan derxîne, berevajî ev xurt kirin, anîn cem hev. Hewl da ku El Qaîde geş bike. Xeta El Qaîde ya li Sûriyê Nûsra ye. Ji bo ku wan biparêze got, ''xwe fesh bikin, navê xwe biguherin, bikevin bin banê artêşa millî ya Sûriyê, encex wiha dikarim parastina we bikim''. Jixwe careke dî derkete holê ku yek ji lîderê DAÎŞ'ê ev 3 sal in li Bûrsayê ye. Ez aşkere dikarim bibêjim; tevahiya rêveberiya nû ya DAÎŞ'ê li Tirkiyê ye. Serekê ku nû hatî hilbijartin El Selvî jî di nav de hemû li Tirkiyê ne û MÎT wan diparêze. Rêxistinên îstîxbarî yên cîhanê jî vê zanin lê vê gavê çavê xwe ji vê re digirin.

FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê HEM HUNDIR Û HEM DERVE WINDA DIKE

Hewldana berbiçav a Erdogan a parastina El Nûsra êdî derketiye holê. Ji bo wê rastî nerazîbûnan tê. Hêzên NATO, Emerîk ji ber hinek berjewendiyên xwe çavên xwe li hevkariya Tirkiye ya bi Îhwan-î Muslim, DAÎŞ û El Nûsra re digire. Êdî heqîqeta Erdogan derketiye holê, polîtîkaya Sûriye û Lîbya encam negirt. Bi vî awayî ber bi hilweşînê ve diçe. Bê guman vê rewaşê ji bo gelê herêmê, Kurdan û herkesê ji bo rewşên nû wê derfet bide çêkirin. Ji ber ku AKP-MHP û rejîma Ergenekonê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Ereb, gelê herêmê û ji bo hemû gelan û gelên Tirkiyeyê xeteriyeke. Ji bo çepa Tirkiye, sosyalîst, demokratî û demokrasiya Tirkiyeyê xeteriyek cidî ye. Ji ber vê yekê pêvajoya ku em têre derbas dibin, her kesê eleqedar dike, pêvajoyeke girîng e. Faşîzma AKP-MHP’ê her roja diçe winda dike, wê li Sûriyeyê tiştekî bi dest nexe.

STRATEJIYEK HEVPAR DIKARE KURDAN AZAD BIKE

Em di pêvajoyeke girîng û hesas re derbas dibin. Rojev gelê Kurd yekîtiya netewî ye. Ji ber ku rewşa heyî ya li holê derfetek baş dide Kurdan. Eger gelê Kurd di stratejiyeke hevpar de kom bibe, ew jî dikare mîna cîranên xwe yên li herêmê azad bijî. Mercên vê hatine avakirin. Weke tê zanîn li gel hêzên din ên dagirker ên di pêşengtiya mêtingeriya Tirk de jî li pêşiya vê didin asteng. Dixwazin Kurdan dîsa mehkûmî Lozaneke nû, heta ku ji desta bê wê hê xirabtir jî bikin. Li dijî vê pêkhatina yekîtiya netewî gelek girîng û jiyanî ye. Niha di vê mijarê de xebat tên kirin, em naxwazin ti ziyanek bigihêje van xebatan. Her tiştî dixwazin bi aqilekî selîm û bi berpirsyar bigirin dest. Nêzîkatiya me di çarçoveya giştî de wiha ye.

BIRYARA DARVEKIRINÊ YA LI HEWLÊRÊ

Darezandina li Hewlêrê hate kirin ne hiqûqî ye. Biryara dadgehê girtî biryarekî siyasî ye. Heta mirov dikare bêje ne biryareke siyasî ye jî. Hê jî ji bo xwe bi awayekî baş nîşanî Tirkiyeyê bide û hewldanên peyamên li ser vî bingehî tên dayîn hene. Ev biryara ku dadgehê girtî, encamên hewldanên ji vê yekê ne. Ciwanên ji ber vê bûyerê hatine girtin, ne PKK’yî ne. Lê Kurd in, sempatîzanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ne. Ev yek jî nayê wê wateyê ku xwedî lê neyê derketin. Li gorî me divê di serî de gelê Başûrê Kurdistan hemû saziyên civaka sivîl xwedî li van ciwanan derkevin, edalet bi cih were. Rê neyê dayîna bêhiqûqiyê. Çi dibe bila bibe di rûniştinekê de biryareke wiha nayê girtin? Weke em dizanin yek ji wan ciwanan qet tevlî bûyerê nebûye. Di dîmenên li ser çapemeniyê hatiye parvekirin û dîmenên li ser tevnên civakî hatine parvekirin ji hev cihê ne. Tevî vê, girtina biryareke wiha ne rast e. Ji bo li Kurdistanê hiqûq bê bicihanîn, pêkhatina edaletê, hebûna parêzeran, bi adil pêkhatina dozê, lêkolînkirina bê ka çi van mirovan tehrîk kiriye, dîtina sedemê wê divê bê lêkolînkirin. Divê bi rastî pêvajoyeke adil, darezanekî hiqûqî bê kirin. Hema bi lez û bez gihiştina biryarekî wiha û qediya nabe. Em vê weke biryarekî hiqûqî nabînin.

REWŞA MEXMÛR

Hinek mijar hene divê zêde li ser neyê nîqaîkirin. Çima? Ji ber ku ev yek xweserî, taybetî û tiştên bi nirx in. Eger li ser bê axaftin wê nirxên wê bên nîqaşkirin. Ji bo vê bê ku li ser bê axaftin, divê bê famkirin û her kes di eniya xwe de lê binêre û nêzîk bibe. Çima qala wê dikim? Qala Mexmûrê dikim. Em naxwazin Mexmûr bikin mijareke siyasî.

Gelê me yê fedekar ên koçber li Mexmûrê dijîn, bi rojan li dijî DAÎŞ’ê sînga xwe kirin bend û paytexa Başûrê Kurdistanê parastin. Eger ku gelê me li wir bedena xwe nedaba ber çeteyan, çeper negirtiba û li ber xwe nedaba, gelo DAÎŞ wê biketiba Hewlêrê an ne? Wê biketibaya Hewlêrê, ma çi li pêşiya wê bû. Ji bo destkefiyên Kurdan ji dest neçin, li dijî gelê ku evqas fedekarî û lehengî kirî, divê bi awayekî baş helwest raber bike. Divê tiştên ku vî gelî kirî neyên piştguh kirin. Heta niha hêvî û bendewariyên me li ser bî bingehî bû, wê ji niha û şûnde jî wiha be. Divê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê mijarê li ser vî bingehî bigire dest. Ji ber ku di encamê de civakek li wir dijî.

JI BO DOZA HEWLÊR Û MEXMÛRÊ PÊWÎSTÎ BI NÊZÎKATIYEKE NETEWÎ HEYE

Li vir carekî din pêwîstî bi nêzîkatiyeke netewî heye. Bendewariyên me li ser vî bingehî ye. Hem ji bo pêkhatina hiqûqê û hem jî ji bo parastina her tiştên bi rûmet û watedar. Parastina her tiştên nirxên netewî li xwe digire, di her warî de wê hê baştir bin. Di vê demê herî zêde pêwîstiya gelê me ya li çar parçeyên Kurdistanê, her çendî nebin yek jî, pêwîstî me bi destekirina hev û hevdu lewaznekirinê heye. Di vê demê krîtîk de eger em yekîtiya netewî pêk neînin, vê hewldanê nekin û fersendên heyî ji dest biçin, sibe wê her kes me ji vê yekê berpirs nîşan bide. Yanî yên îro xwe weke berpirsên siyasî dibînin, wê berpirs nîşan bidin. Rêz didin hemû hewldanên yekîtiya netewî û kesên ji bo vê yekê têkoşînê dikin û silav dikim. Divê di vê demê de têkoşîna yekîtiya netewî li ser her tiştî re bê dîtin.

HER KURDEKÎ BI RÛMET Û XWDÎ NASNAME DI HEDEFA REJÎMA QIRKER DE YE

Niha li Tirkiyeyê rejîma desthilat a AKP-MHP’ê û rejîma Ergenekonê dixwaze hebûna xwe li ser tinebûna gelê Kurd bidomîne. Ji bo domandina rejîma faşîst, ne tenê hêza bi çek a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, dike hedef ku hemûyê bi temamî tesfiye bike. Berê digotin; ‘Dev ji têkoşîna bi çek a çiyan berdin, werin siyasetê bikin’. Lê niha yên li çiya û li bajarna zextê li ser Kurdan dike heman in. Çima? Ji ber ku niha siyaseta wan vegûheriye siyaseta qirkirinê. Ji ber vê yekê her Kurdekî bi rûmet û xwedî nasname di hedefa rejîma qirker de ye.

HER KU FAŞÎZIM LEWAZ DIBE DITIRSE, HER KU DITIRSE JÎ ÊRÎŞ DIKE

Rejîma faşîst dixwaze bi zextê gel bigihîne nuqteya teslîm girtinê. Ji ber ku hêza esas gel e, her tişt gel e. Divê gelê me vê yekê baş bizane. Hêza esas gelê me bi xwe ye, ne tu kes din e. Di maha Sibatê de bi îdîaya PKK’yî ne zêdetirî 500 mirovên me hatin destgîrkirin. HDP’î, endamên komeleyan, endamên tevgerên jinan, ciwan, yên ku bi nasnameya Kurdbûnê kar dikin û her kesê ti eleqeya wan bi PKK’ê re tine û bi tohmeta PKK’î ne digirin. Baş e çima vê dikin? Di vê zivistanê de çi kirin van, serî hildan e, meş kirine? Ev yek ji tirsa rejîmê nîşan dide. Ji ber ku ev rejîm ji xwe ditirse, tirsa nikare hebûna xwe bidomîne noqa wê girtiye. Ji ber vê çiqasî lewaz dibe, her tim êrîş dike. Bi êrîşê wer dizane ku wê lewaziya xwe bivejêre û bidawî bike. Niha gelê li Tirkiyeyê birsî ye, bê kar e, di nava krîzê de ye.  Mirov diçin ser avahiya qeymeqamtiyê xwe pêde davêjin û întixar dikin, welatî di mala xwe de jehrê vedixwin û xwe întixar dikin, gel di gelek aliyan de di nava krîzê de ye.

DI TIRSIN KU SERHILDANÊN KURDAN DERBASÎ TIRKIYEYÊ BIBIN

Rejîma faşîst ji pêşketina serhildanek ya li Kurdistanê û dîsa gelên Tirkiyeyê ya li vê binêrin û serî hildin, tevlî vê bibin û hilweşandina rejîmê ditirse. Ji ber vê yekê pir ji gel ditirsin. Ji serhildaneke ya gelê Kurd a li Amed, Wan, Êlihê û daketina gel a kolanan dîsa bûna weke îşaretekê ya ji bo gelên Tirkiyeyê, dîsa bûna sedema rabûn û tevgerek topyekûn a gelan ditirsin. Ji ber çi di vê demê de qala Geziyê dikin? Dadgehê ji bo doza Geziyê biryara beraetê da. Lê Erdogan derket daxuyaniyek da, diyar kir ku di çalakiyên Geziyê de hovîtî hate kirin, şidet hatiye kirin, hewl hatiye dayîn rejîmê hilweşînin, tesbîta ku sûc kirine raber kir. Ji ber ku ji Gezî pir tirsiya. Ji rabûneke gel a li Kurdistanê wê bibe sedem ku rê li ber tevgerekî gel a ji Geziyê hê mezitir li Tirkiyeyê pêk were û pir ji vê yekê ditirsin. Ji ber vê polîs her demê li ber derê gelê me ye.

GELÊ ME GAV BI ŞÛNDE NEAVÊT

Niha li Amedê rojnamevan, parêzvanên mafê mirovan û dîsa nûnerên partiyên siyasî û hinek mirovên din destgîr dikin. Ji aliyê her kesê ve tê naskirin û ji derveyî karê rojnamevaniyê ti karekî din nakin jî lê dîsa tên girtin. Ev e faşîzim. Ji xwe ditirse, ji siha xwe ditirse, ji bo wê êrîşî her kesê dike. Êrîkirina vê ya evqas ji tirsa wê ye. Divê gelê me vê yekê bizan û gav bi şûnde nevaje. Gelê me heta niha gav bi şûnde ne avêtiye û wê niha jî neavêje. Ew gel ji bo xwe weke tirs dibînin û ji bo wê dixwaze hêza gel ji holê rake. Operasyon û girtinên di bin navê operasyonên qirkirina siyasî de ji bo vê dikin.

OPERASYONÊN LI DIJÎ GERÎLA ENCAM NAGIRIN

Operasyonên li dijî gerîla tim dewm dike. Destpêkê gotin Kiran, niha jî kirin Kapan. Encamên van operasyona mîna berê bi heybet nadin çapemeniyê. Çima? Ji ber ku encam vala ne, bê necam in. Carnana diçin amûrên kampên berê yên hevrêyêm me dibînin, dîsa sergoya wan dibînin vê didin çapemeniyê û gotina ‘Me evqas kampên PKK’ê dîtin û rûxandin’. Lê heta niha di pêvajoya dom dike de operasyonên Kapan mîna Kiran ti encamek negirtiye.

Gerîlayê Azadiya Kurdistanê xwedî ezmûn e. Gerîlayên me li ser vî bingehî xwe kûr kiriye. Di wê zanabûnê deye ku wê çawa bi cih bibe, çeper bigire û çawa fedekariyê bike. Li vir dixwazim balê bikişînim ser vê xisûsê; têkildarî êrîşên esmanî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, daxuyaniyên pêwîst tê dayîn. Li deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê tim operasyonên esmanî tên kirin. Li Bakurê Kurdistanê di bin navên cuda de operasyon tên kirin. Ev jî di mijara pêkanîna Projeya Jinûve Avakirinê hêviyê dide me. Em Hêzên HPG û Hêzên Parastinê ya Kurdistanê çiqasî Projeya Jinûve Avakirinê bixin meryetê, wê ewqas bi serketî û bibe hêza serketinê. Hêvî û baweriya me ji her demê bêhtir bihêze.”