Karayilan: Berxwedana 160 rojî bingeha serketina mezin daniye; wê bigihêje encamê

Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku berxwedana 160 rojên derbasbûyî bingeha serketina mezin daniye û destnîşan kir, ku ev tecrûbe û têkoşîn wê di nava hefteyên pêş de bigihêje encamê.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji gerîlayên li Zap, Avaşîn û Metînayê re axivî. Nirxandina Mûrat Karayilan a li ser şerê li dijî dagirkeriyê, ku di Gerîla TV de hate weşandin wiha ye:

"Em bi navê tevahî rêveberiya tevgera me û biryargeha me, tevahî hevalan bi rêzdarî û hezkirin silav dikin. Di tekoşîna pîroz de ji bo hevalan serketinê dixwazin.

BI XWÎN Û BERXWEDANA ŞEHÎDÊN QEHREMAN DÎROKEKE NÛ HATE AVAKIRIN

Li hember êrîşa dijmin berxwedana pîroz îro 160 rojên xwe temam kir. Di vê serdemê de, di dîroka têkoşîna me de, di dîroka berxwedana Apogeriyê de peleke nû hat vekirin, dîrokek nû hat avakirin. Ev bi xwîn û berxwedana şehîdên qehreman pêk hatiye. Em tevahî şehîdên berxwedana Eyaleta Zapê; di şexsê Heval Mizgîn, Rohat, Mahîr, Bager, Avzem, Çiya, Binefş, Rojda, Karker û Doxanan de bi bîr tînin. Em tevahî şehîdên berxwedana Girê Cudî, Girê FM û Girê Amediyê; di şexsê hevrê Nalîn, Ozgûr, Zemanî, Armanc, Dîdar, Dilsoz, Guven û Ronahî Devrîman de bi bîr tînin. Em tevahî şehîdên berxwedana Eyaleta Avaşînê; di şexsê heval Helbest, Fedaî Kobanê û Agir Botanan de bi bîrtînin. Em tevahî şehîdên berxwedana Eyaleta Metîna; di şexsê hevrê Mîrza, Berfîn, Siyabend, Reqîb, Şahînan de bibîrtinin. Bi taybet di berxwedana Girê Hekarî de; di şexsê hevrê Mardîn, Roza, Çekdar, Rojhat û Serhedan de em bibîrtînin. Me sozên dayîn şehîdên qehreman em carekî din dûbare dikin, em ê bi sozên me dayî wan re heya dawî girêdayî bin. Armanca wan bikin heqîqet. Di meşa armanca wan de, bi bilindkirina Tekoşîna Azadiya Kurdistan, emê bîranînên wan bidin jiyankirin, wisa wan bikin kesên nemir.

2 QONAXÊN PLANA DAGIRKERIYÊ YA DEWLETA TIRK

Weke tê zanîn hedefa dewleta Tirk a qirker û faşîst bi vê êrîşî re ew e ku tevahî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi temamî tesfiye bike û destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Dijmin ev hedefa xwe wekî du qonaxan plan kiriye: Qonaxa yekem eşkere ye, lê ya duyem dizî ye, ango nîv dizî - nîv eşkere ye. Hedefa dijmin di qonaxa yekem de, ji Efrînê heya Xakurkê herêmek di bin navê tampon de û bi pehnahiya 32 kîlometre ava bike, wisa qontrola xwe li ser çêke. Bê guman bi vî awayî Şoreşa Rojava bi temamî dikeve bin qontrolê, ango ji holê tê rakirin û herêmên herî stratejîk ên Başûrê Kurdistan jî dixe bin qontrola xwe. Niha armanca dewleta Tirk a yekem ku ew bi xwe jî bi eşkere dibêjin ev e. Bêguman Herêmên Parastina Medya hemû hedefe, di vê çarçovê de Qendîl jî daxilî hedefên wan e. Diyare li ser vê çarçovê ango ji bo planê dewleta Tirk a qonaxa yekem PDK jî tevlî kirine. PDK jî beşdarî vê planê ye, ew jî alîgirên vêne û dixwazin wisa pêkbê. Hinek hêzên navdewletî jî li pişt vê planê ne, ango ev plan erê kirine. Qonaxa yekem eve.

Qonaxa duyem dagirkirina sînorên Mîsak-i Mîllî ye. Dewleta Tirk vêya eşkere nebêje, lê di nîqaşên xwe, planên nav xwe de vêya nîqaş dikin. Ji bo wê jî me got, ‘nîv veşartiye.’ Bêguman dixwaze bi vê re li ser Iraq û Sûriyeyê wisa bandora xwe çêke. Wekî mîrateya Osmanî bi şêwazekî li van deran qontrola xwe pêş bixe. Niha di vê çarçovê de; despêka sala 2018’an êrîşî ser Efrînê kirin. Hema piştî wê ango di Nîsanê de jî, êrîşî herêma Xakurkê kirin. Wisa herdu serî girtin û xwest bigîhîne hevdu. Wekî tê zanîn piştre êrîş birin ser Serêkaniyê, Til Ebyad, dûvre êrîş birin ser Heftanîn, wisa parçe parçe girtin. Bi esas dixwaze parçan bike yek, bigihîne hev. Ji bo vê jî, hedefa xwe ya herî stratejîk navenda Herêma Parastina Medya, ango Zap, Garê û derdorê Zapê dagir kirin e. Ev jî di sala 2021, di meha Sibatê de bi şêwazekî surprîz, bi êrîşa li ser Garê ve destpê kir. Bi vî awayî xwest wisa qonaxa yekem temam bike. Lê belê hemû kes dizane ku dijmin di vê de bi ser neket. Ji ber ku, taktîk rêbazeke nû derket pêşiya dijmin. Dijmin di berê de ev hesap nekiribû. 

DIJMIN HESABÊ TAKTÎK Û RÊBAZA NÛ NEKIR

Ew rêbazê nû ya taktîk çi bû? Yek; taktîka şerê tîmên pispor ên koordînekirî li ser erazî bi şêwazekî nû. Ya duyem taktîka şerê bin erd, şerê tunel bû. Dijmin dema ku bi vî rêbazî re rûbirû ma; şaş bû û xetimî. Bi vî awayî plana wan a 2021 xirab bû û biserneket. Di vê navberê de dijmin li hemberî tunelan gazên kîmyewî û çekên kîmyewî bikaranî, lê dîsa jî encam negirt. Lê dawiya demê ji meha Tebaxê û şûnde dijmin bombeyekî nû, ango çekekî nû peyda kir. Ji kû derê peyda kir ew jî mijarekî nîqaşê ye, lê me dît destpêkê li hember Girê Sor bikaranî û piştre jî, li hember berxwedana Werxelê bikaranî. Ev bû sedemê şehadetan.

ÇEKÊN DIJMIN LI HEMBERÎ RÊBAZA NÛ BÊENCAM MA

Lê mirov dikare bêje ku; li hemberî rêbazê nû yê hatî meşandin, çekên di destê dijmin de bê encam man. Ji ber ku di serdema nû de, dijmin herî zêde pişta xwe bi hêzên hewayî û balafirên keşfê ve girê dide. Ango dixwaze bi van amûran biçe encamê. Lê şerê tunelan hêzên hewayî bêwate kirin. Wisa ne dikarin derbe li gêrîla bixistana. Cardin tîmên biçûk û bi pisporî di erazî de tevdigerin, piranî tevgera balafira keşfê jî bê encam hişt. Wê jî nedikarî wekî dixwest encam bigirta. Ji bona wê jî, ji xwe dijmin xetimî û biserneket. Lê bombaya herî dawî bikaranî û piştî wê jî wekî me gotî hevalan berxwedana tunelan li Avaşîn nemeşandin ku wî çaxî li Avaşîn êrîşên dijmin hebûn. Xuyaye dijmin bi vê bombê encama li Girê Sor û Werxelê girtî û piştî wê jî rawestandina şerê tunelan, bi dijmin re hêviyek çêkir û eşkereye ku dijmin planê xwe yê sala 2022’an li ser vî esasî çêkiriye. Ango xwestiye wisa bi du teknîkan biçe encamê û valetiyên xwe dagire. Çine ev valetî? Yek; ev bombeyên peydakirîn li hemberî tunelan bikarbîne û hilweşîne. Didu; li kêleka balafirên keşfê li ser erdê danîna kamerayên mobese û fotokapan,wisa jî bikaribe li ser erd li hemberî tîman qontrol çêke. Bi vê awayî dixwaze berxwedanê bişkîne. Dijmin hesabê xwe li ser vê çêkiriye.

DEWLETA TIRK BOMBEYA NUKLEER A TAKTÎKÎ YA NATO'YÊ BI KAR TÎNE

Bêguman ev bombeyên nû, dewleta Tirk ji ku aniye, kê dayiye, ev mijareke nîqaşê ye. Feqet taybetmendiya vê bombeyê çiye me li ser gelek lêkolîn kirin. Piştî lêkolînan û di pratîkê de pêk hatina vê çekê; hat fêmkirin ku ev çeka ku jê re tê gotin ‘bomba nukleer a taktîkî’, ango madeyên nukleer tên nermkirin û bandorên wê tên tengkirin. Wisa ne ku radyasyonê li her derê belav dike; na; wisa hedefeke weke malek, mangeyek, ango alanekê teng bandorî çêbike û ya girîng jî hêza xwe ya zextê zêde ye, dikare hilweşîne. Ango bombayekî wisa ye. Ne ku radyasyonê li hewayê belav dike; gorî ku di pratîkê de pêk hatî, li gorî lêkolînên hatin kirin dereceyên vê bombeyê hene. Yên niha di destê Tirkiyê de ku dane Tirkiyê hêza xwe ya teqemenî li gorî TNT’ê sed qatî zêdeye. Nimûne; gava 20 kîloyan diteqînin weke ku 2 ton TNT teqandibin bandorî dide çêkirin. Cardin li derdora xwe teqrîben 9-10 metreyan jî bandora jehrê çêdike. Yanî bandorek xwe ya wisa heye. Bi teqînên bi hêz re tunelên ku tehtên xwe lewaz bin, dikare wan hilweşîne. Yek jî eger li wan nêzan hinek hebin, ji xwe wê ji ber zexta teqînê zirar bibîne, ku ji zextê nebe jî, jehra xwe jî heye, dikare ji wê jî zirar bibine. Jehra wê mirovan ji hal dixîne. Despêkê ji ser hişê xwe ve diçe, eger ku pir zêde bandor bûyî be, ew kes zêde nêzî cihê lêdanê be; dibe ku jiyana xwe jî ji dest bide. An jî dûvre bi xwe li ser xwe ve tên. Heya niha wisa çêbûye. Ango ev bombeyekî wisaye.

Niha ev bomba di envanterê NATO de heye, lê tê zanîn ku hîna di demên berê de ji van bomban hinek di welatên endamê NATO de hatine belavkirin û ev dane Tirkiyê jî. Bêguman dibe ku di kontrola NATO de be. A niha Tirkiye vana li hemberî me bikartîne. Ev bi erêkirina NATO bikartîne an bi dizî bikartîne; ev ne diyare. Lê em dizanin ku bêyî erêkirin bikaranîna van bombeyan zehmet e. Divê ku mirov hîna jî li ser raweste. Niha ev bomba ev e. Ne ku dikare her tiştî bike. Çawa ku me li hemberî gaza kîmyewî tedbîr pêşxistin û piranî gazên kîmyewî niha hevalan bêwate kiriye, nikare zêde zirar bide hevalan; bi esasî li hemberî vê bombeyê jî, ger ku mirov bi zanist tedbîr bigre, ew ê nikare zirar bide hevalan.

Mirov li hemberî vê bombê ger ku wisa bi teknîk û rêbazên rast tedbîr bigre, mirov dikare vala derxîne. Minak hevalên Werxelê hemû çûbûn alîkariya hevdu, kî/ê çûbû wê mangê li wir ketibû. Yanî qorîdor bû, lê hevalên dûr jê bandor nebûyîbûn. Di yên pratîkên vê dawiyê de jî wisa ye. Divê mirov li hember gaza wê tedbîrên teknîkî bigre, yek jî li cihên deşîfre mirov zêde nesekine. Ger ku wisa bi zanist tedbîr bên girtin ev cureyê bombeyê jî, mirov dikare vala derxîne û bê encam bihêle. Bêguman tunelên ku baş hatin çêkirin, ên tehtên xwe saxlem, ji xwe nikare ku li ser hevalan çi bandorekî çêbike. Niha cihê ku bandorî çêkirî; cihên ku tehtên xwe ne saxlem, ango serê tunelê zêde ne bilind, li cihên wisa deriyê tunelê hildiweşîne. Dema ku li Şehîd Şahîn tunel hilweşandin; wê çaxê Heval Bager, Heval Avzem, Heval Arîn û Heval Şerzan hinek hevalên li gel xwe şandin û wana bixwe jî xwestin ku li hemberî dijmin bi fedayane şer bikin.

NE ÇEKÊN KÎMYEWÎ NE JÎ YÊN NUKLEER NIKARIN BANDORÊ LI SER ŞÊWAZÊN TUNELÊN ME ÇÊBIKIN

Ji pratîka heya niha, encamên derketî holê; mirov dikare vê bibêje: Rêbazê me yê tunelan ger ku mirov bi zanist tedbîr bigre, ti tiştek li hemberî vê ne bibandore. Ango ne çekên kimyewî ne jî yên nukleer, nikarin bandorê li ser şêwazên tunelên me çêbikin. Bêguman divê ku mirov tedbîr bigre. Mînak; di hundirê tunelê de wekî hatî gotin sîstema mirov xurt be, di vê xisûsê de fermandar Bager Gever ji xwe hinek xal rêzkirine, divê mirov li ser raweste, bigre dîqatê. Ya din jî tedbîra herî girîng di şerê tunelan de, divê ku derî û pencereyên wan bikaribin hev biparêzin. Esas tedbîra herî girîng ev e. Dema ku tunelek bikaribe tunelek dîtir biparêze, an jî heman tunel deriyên wê bikaribin hev biparêzin, ji xwe dijmin wê nikaribe zirarekî cidî bide wan tunelan.

LINGÊ DYEMÎN Ê TAKTÎKA DEMÊ; ŞERÊ TÎMÊN KOORDÎNEKIRÎ YÊ PISPOR E

Niha taktîka me ya demê lingê wê yê duyemîn jî; wekî ku tê zanîn şerê tîmên koordînekirî yê pispore. Ger ku li cihekî tedbîrên tunelê hebin û li kêleka wê tîmên bi tevger di eraziyê de rola xwe bilîzin, ne artêşa Tirkiyê, du artêşên Tirkiyê werin jî cardin wê nekaribin encam bigrin. Ev êdî bi şêwazekî pir zelal eşkere bûye. Lê mirov dikare di giştî de vê bibêje: Li gor berê şerê tîmên bi tevger rewşa xwe hinek din baş bû. Lê em nikarin bêjin ku rola xwe tam lîstiye. Raste; şerek derket holê, rihê êrîşê bi hevalan re heye, ji xwe rihê fedayî-Apogerî xurte; li ser vê ti rexne nîne. Di tunelan de jî, di erazî de jî; di tevahî hevalan de rihekî Apogerî yê fedayî, yê bi cesaret heye. Di vê xisûsê de qusur nîne. Ger tek tek hebe jî, ev nayê hesabkirin. Di warê sekna rihî û fedayîbûnê de, bi rastî astek hatiye raberkirin. Lê belê di terzê tevgerînê de hîna jî pirsgirêk, kêmahî hene. Ger ku em li ser van kêmahiyan bisekînin, em bibihurînin, xuyaye ku em ê bikaribin di vî şerî de encamên hîn mezintir bigrin.

BERXWEDANA HEVALAN JI NIHA VE SERKETIN MISOGER KIRIYE

Niha cardin jî plana dijmin ya sala 2022’an weke ya par xirab bû û pêk nehat. Ji bona wê em dibêjin ji niha de berxwedana hevalan serketin mîsoger kiriye. Tê zanîn ku dijmin dixwest di yek-du mehan de tevahî Herêma Parastina Medya dagir bike û wiha destê xwe dirêjî Şengal, Mexmûr bike û li her derî qontrol çêbike. Bi esasî jî berê xwe bide Şoreşa Rojava û ji holê rake. Dijmin dixwest di demkurt de, vê planê di vê salê de pêkbîne û piştî wê jî biçe hilbijartina pêşwext. 

Hevalên hêja, 

Dijmin qendî dixwaze armancên xwe yên leşkerî pêk bîne, qasî wê jî rejîma AKP-MHP’ê dixwaze li hemberî me serketinek ava bike û li ser wî hîmî biçe hilbijartinê. Ji bo ku di Tirkiyê de bikaribe pêlên şovenîzmê xurt bike û li ser wî esasî deng werbigre.  Cardin desthilata xwe berdewam bike. AKP û MHP’ê baş fêm kiriye ku ger li hemberî me bi ser bikeve wê bikaribe sîstema xwe dom bike, lê eger ku li hemberî me têk biçe, wê sîstema wan jî bi temamî têk biçe. Ji bona wê jî dibêjîn ku ev ji bo me tiştekî jiyanî ye, pirsgirêkên beka ye. Vê rejîmê hebûna xwe li ser têkbirina me, ango tinekirina me ava kiriye. Ji bona wê, wan par xwestin derbeyek bingehîn li me bixin û biçin hilbijartinê, lê par nebû. Îsal xwe zêdetir amadekirin, piştevaniya derve girtin û hîn zêde ji bo PDK destek xurt bike û beşdar bibe; hewildan pêşxistin. Ji xwe PDK jî li gor par zêdetir beşdar bû. Mînak; herî dawî weke we jî dîtî li Girê Amediyê rê çêkir, niha qereqol çêdike, me dît kuli Kurêjehro rê vekirin ku dijmin di erazî de biçe. Bangîna xwe û beşdarbûna xwe zêdetir xurt kirin. Her wiha Iraqê xwe bêdeng kir. Wisa zemîn avakiribûn ku teqez di vê salê de encam bigrin û wiha biçin hilbijartinê;rejîma faşist û qirker di Tirkiyê de mayînde bikin. Ji bona wê em dibêjin ev berxwedan qendî berxwedaneke netewî ye, ewqas jî berxwedaneke azadî û demokrasiya gelane jî. 

PARTIYEKE SIYASÎ KU JI XWE RE DIBÊJE 'KURD IM' ÇAWA DIKARE SÎXURIYÊ BIKE!

Ji bo ku li hemberî me bi ser bikeve, faşîzma tarî dixwaze xwe mayînde bike. Lê berxwedana heya niha eşkere kir ku ev planên AKP-MHP’ê bi ser nakeve û wê nekaribe bi ser bikeve. Lê belê, dijmin hîna jî hewildana xwe berdewam dike. Cardin israr dike. Niha em dinêrin dewleta Tirkiyê dixwaze li Bakur, Başûr, Rojava û li her derî bi faliyetên îstîxbaratê di nav civaka Kurd de bê ehlaqî, bê rûmetî pêşbixe. Sîxûriyê tevger bike û niha dixwaze li Başûr herkesî bi sîxûrî tevger bike. Başe; çawa dibe ku partiyekî siyasî bêje ‘ez Kurdim’ û bibe sîxûr! Mixabin niha wisa pêş dixin. Ango hem partiyek siyasî ye hem jî sîxûriyê dimeşîne; sîxûriyê tevger dike. Bi vî awayî dixwaze bê watebûnê pêşbixin û destkeftiyên gelê Kurd ên wekî statu, binê wê vala bikin û herkesî bikin sîxûrên xwe. Divê ku li hemberî vê tekoşîneke girîng hebe. Bêguman berxwedana gerîla li hemberî vê tekoşîna serekî ye. Lê di giştî de, di qada civakî, siyasî de jî divê ev xebat hebe. Ev mijareke dine; em li vir niha li ser vê nasekinin. Lê belê di vê serdema dîrokê de pêwîste ku gelê Kurd li hemû Kurdistan, taybet li her sê parçeyên ku niha hedefin, li Bakur, Başûr, Rojava (bêguman Rojhilat jî di hindirê vê de ye) divê helwestekî neteweyî pêşbikeve. Li hemberî sîxûriya dijmin divê ku herkes tekoşîn bike.

DIJMIN DIXWAZE BI SÎXURTIYÊ CIVAKA KURD XERA BIKE

Dijmin bi rê û rêbazên bê watekirinê, bi şerê pîskolojîk û bi sîxûrkirinê dixwaze di civaka Kurd de xirabûn çêbike. Wisa bê watebûnê pêş bixe, destketiyên heyî jî binê wê vala bike û têkbibe. Bi esasî jî li hemberî me her derfetî bixe meriyetê ji bo ku bikaribe biçe encamê. Niha di van hemû mijaran de her çiqasî ku car caran êrîş li Başûrê Kurdistan, an li Şengal, Mexmûr, Rojava pêş dixin, her ku di qada berxwedana pîroz de li Zap, Avaşîn, Metîna, Girê Cudî, Girê Amediyê tengav dibe, tu dinêrî ku dijmin hinek êrîş li ser Rojava, Şengal, an jî derdorê Silêmanî çêdike.

DAHATA TIRKIYEYÊ LI VÎ ŞERÎ XERÇ KIRINE, LEWMA CIVAKA TIRKIYEYÊ BIRÇÎ YE

Heman demê ji ber ku hemû hewildanên dijmin bê encam man, niha êdî dest avêtiye li derve digere, ew kesên ku berê Tayîp Erdoxan jêre dijûn kirî, wek dijmin raber kirî, bi wan dewletan re niha dixwaze têkilî çêbike. Li ber herkesî digere. Nimûne li ber Siudî Erebistan, Îmarat, Suriyê, Îsraîl digere ji bo ku têkiliyên xwe çêbike, ji wan hinek derfet bigre. Ji ber ku sîstem ketiye aloziyê. Îro giştî dahatuya Tirkiyê di vî şerî de xerç kirin û ji bona wê jî civaka Tirkiyê birçî ye. Bi esasî sedema aloziya aborî ya yekem ev şere. Niha di Tirkiyê de, ji ber ku mûxalefeta sîstemê jî alîgire ku li dijî Kurd, li dijî Tekoşîna Azadiya Kurdistan şer bibe, bo vê jî vê mijarê zêde deşîfre nakin. Bi esasî Tirkiye ne welatekî feqîre; welatekî dahata xwe zêde ye. Başe, çima niha însanên wê birçîne? Ji ber ku hemû dahata xwe di şer de dike mesref. Ji ber wê birçîne. Rexmê wê jî neçûn encamê. Ev jî hiştiye ku niha aloziyên aborî, siyasî, civakî, çandî her ku biçe kûr bibe û êdî sîstem ber bi hilweşandinê ve diçe.

REJÎMA AKP-MHP'Ê WÊ NIKARIBE XWE JI TÊKÇÛNÊ RIZGAR BIKE, WÊ TÊK BIÇE

Ji bo pêşiya vê bigre niha Tayîp Erdoxan derî derî digere, li ber herkesî digere rewşa Tirkiyê ya jeostratejîk dixe bazarê, wisa bêrûmetiyekê pêşdixîne, ji bona ku li dijî me bikaribe hinek piştevanî bigre, hinek derfet avabike. NATO ji xwe bi şêwazekî piştevaniya wan dike, lê ew têr nabînin. Mînak me dît; direve civîna NATO hîn zêdetir piştevanî dixwaze. Ew nabe, diçe civîna Şengayê, bi heman şêwazî piştevanî dixwaze. Herî dawî me dît civîna Netewên Yekbûyî çêbû Tayîp Erdoxan li wir jî axivî û ji herkesî piştevanî xwest. Niha hinek şîrovevan dibêjin ku, bi esasî axaftina Tayîp Erdoxan a li platforma Neteweyên Yekbûyî li xwe mikûrhatina têkçûna wî ye. Ji hemû cîhanê re dibêje; divê ku hûn li dijî PKK’ê alîkariya me bikin, hûn me bi tenê dihêlin. Vaye dibêjin ku ev îtîrafa têkçûna wane. Ev şîrove di raya me de jî raste. Ango li hemberî me, li hemberî berxwedana gerîla, li hemberî berxwedana Rêber Apo, sekna Rêber Apo ya li Îmralî, li hemberî berxwedaniya siyaseta Kurd, li hemberî berxwedana siyaseta demokratik a çep û a Tirkiyê û bi giştî li hemberî berxwedaniya gelê me yê Rojava, Başûr bi giştî Kurdistanê ye. Eger ku ev rejîm bi serketî ba; wê çaxê nediçû ji herkesî alîkarî nedixwest. Bi serketî ba wê hewceyî bi vê nedîta. Ger ku niha bi panîkekê li hindir û derve ji herkesî alîkarî dixwaze ev raber dike ku encam negirtine, dixwiyê ku wê têk biçin. Ew niha dixwaze bi van hewildanan pêşî li vê têkçûna xwe bigre. Lê êdî rêya wan diqede. Çareya wan nîne. Siyaseta dewleta Tirkiyêya nîjadperest, qirker û faşîst a li ser Kurdistanê dimeşîne êdî têk diçe û wê têk biçe. Ev rejîma AKP-MHP’ê nikare xwe ji hilweşandinê rizgar bike. Wê ew hilweşe. 

NE DI DÎROKA KOMARÊ NE JÎ YA OSMANÎ DE DEWLETÊ TI CARÎ 5 MEHAN LI SER SENGEREKÊ BI VÎ RENGÎ ŞER NEKIRIYE

Hevalên hêja,
Li Zap, Avaşîn, Metîna, Girê Cudî, Girê FM, Girê Amediyê;şerê heya niha hatî meşandin di dîroka Kurdistanê û di dîroka tekoşîna me de tiştek nû ye. Bêguman ev bi keda şehîdên qehreman û we hevalên niha di hindirê berxwedanê de pêk hatiye. Em dizanin, lê divê ku herkes bizanibe ku ev bi hêsanî pêk nehatiye. Bi fedekariyek pir mezin, bi cesaret, bi berxwedaniyek pir mezin ve encex pêk hatiye.

Bilançoya pênc mehan hat weşandin. Bîlanço raber dike ku heya niha li ser hev pênc mehan li hember dewleta Tirkiyê, çi serdema Osmanî, çi jî di serdema Komarê de wiha pênc mehan di heman sengerî de şer nebûye. Raste, dibe hinek serhildanan dirêj kiriye, lê wisa weke niha di heman sengerî de rawestandina artêşa dewleta Tirkiyê yekem care aniha pêktê. Ev ne tiştekî ki jirêzê ye. Heya niha ticaran evqas leşkerên dijmin di hindirê pênc mehan de li ser hev bi vê hêjmarê nemirine, ewqasî windahî nedaye. Heya niha ti caran wisa li ser hev deh helîkopterên xwe neketine, heftê helîkopterê xwe derbe nexwariye. Ango bi giştî heştî helikopter hatine lêdan. Deh ketine, heftiyan jî derbe xwarine. Heya niha bi esasî li tevahî cîhanê bi vî şêwazî, bi vê tonê, bi vê taktîkê li hemberî teknolojiya modern û li hemberî çekên kîmyewî û ‘taktîk nukler’, ti hêz bi vî şêwazî nesekinîne. 

LI DIJÎ DUYEMÎN ARTÊŞA HERÎ MEZIN A NATO'YÊ HÊZEKE PIR BI QÛDRET Û PISPOR AVA BÛYE

Parastina axa azad bi vî şêwazî li ti deveran nehatiye pêşxistin.Lê niha li Kurdistan, Zap, Avaşîn, Metîna, li Herêma Parastina Medya pêk tê. Ev heqîqete û pir eşkere ye. Li hemberî artêşa NATO ya duyem li Kurdistanê; hêzekî pir bi qûdret, bi îrade, bi cesaret û pispor ava bûye. Hêzekî bi zanist, bawermend, fedayî ya egîdên demê avabûye.
 
Ya girîng stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî bi rê û rêbaz ango bi taktîkên afrîner dikeve meriyetê û wisa encamên mezin derdikeve holê.

Hevalên hêja,
Ev tişt hemû di saya fikir û sekna Rêber Apo de pêk hatiye. Ango ev fikir, ev îdeolojî, ev felsefe Rêber Apo ava kiriye û îro Rêber Apo bixwe jî xwedan seknekî pir bi wateye. Li ser vî hîmî berxwedana hevalan pêş dikeve. Li ser vî hîmî destanên qehremanî tên avakirin, li ser vê destanên şehîdên qehreman çêbûye. Li ser hîmê îdeolojî û felsefeya Rêber Apo îro di keç û xortên gelê Kurd deegîdbûnekî pir xurt pêşketî ye. Ev hemû heqîqeta rêhevaliya Rêber Apo raber dike. Keda Rêber Apo û şehîdan wisa hêzek derxistiye holê. Encamek ava kiriye, ev bi zîrvê di şexsê gerîlade, di berxwedanvanan de pêş dikeve. Lê belê viya li tevahî Kurdistan, li hemû qadan de weke rihek, seknek pêş dikeve. Îro dijmin ewqas hewil dide ku ji gelê me regav paşde bide avêtin; nikare bide. Niha herkes dizane di hilbijatinên pêşiya me de helwesta gelê Kurd wê qedera rejîma Tirkiyê jî diyar bike. Vana giştî hevdu temam dikin. Gîştî bi hevdu ve girêdayî ne. Ji xwe dijmin dixwest ku wisa gerîla têk bibe, Şoreşa Rojava tesfiye bike û li ser Rêber Apo jî gav paşde avêtinê ferz bike. Vaye ev pêk nehat. Ev jî bi saya berxwedana Zap, Avaşîn, Metîna ve pêk hat. Sekna di xeta Rêber Apo de, rihê Apogerî ku bi hevalan re heyî; di vê de bingehê esasî ye. Ev tişt jêhatîbûn û serkeftina rihê Apogerî raber dike. Ango îro li Zap û Avaşîn, li Girê Cudî, Girê FM, Girê Amediyê û Girê Hekarî li hember dijmin, li dijî madiyeta dijmin, manewiyeta însan bilind dike. Li hemberî zordestî, dagirkerî, qirkeriya dewleta Tirkiyê, rejîma AKP-MHP’ê nirxê mirovatiyê, azadî û demokrasiyê bilind dike. Li hember teknolojiya serdemê îrada însan, aqlê însan, jêhatbûna însan pêşdixe. Zafera îradeya însan avadike. Di vî warî de pêşxistina Şerê Gelê Şoreşgerî bi rêbazên afrîner, bi şêwazê şerê ser erd û bin erdne tiştekî ji rêzê ye. Afrîneriyek girînge. Vana bêgumanîro encamek derxistiye holê. 

EV ŞER ŞERÊ GELAN E, ŞERÊ DEMOKRASÎ Û AZADIYA GELÊN HERÊMÊ YE

Hevalên hêja,
Bêguman ev asta ji encama meşa Rêber Apo ya pêncî salî, keda salan a dîrokî û bi qehremaniya şehîdên qehreman pêk hatiye. Di saya vê berxwedana pîroz de encex plana dijmin hatiye xirakirin û di dijmin de xetimandin hatiye kûrkirin. Ger ku ne ev sekin û berxwedanî ba, dijmin dixwest demkurt biçe encamê. Wê li ser Başûr kontrol pêş bixista û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji holê rakira, li ser gelê Ereb gefa xwe pêş bixista, ger ku ne ev berxwedana hevalan ba, li Rojhilata Navîn wê ti kesî nekariba pêşiya dewleta Tirkiyê bigirta. Bi taybet wê li ser gelê Ereb, Iraq û Suriyê tehdîdên mezin pêş biketana. Dema ku em dibêjin “ev şer, ne tenê şerê gelê Kurdistanê ye, ev şer şerê gelane, şerê demokrasî û azadiya gelên herêmê ye”; em ji bo vê yekê dibêjin. Ev heqîqeteke. Her çiqasî îro piranî encama xwe diyar bûyî be jî, eşkere bûye ku dijmin êdî wisa nikare ku wekî plan kirî biçe encamê.Lê em dizanin ku dijmin hîna jî dev ji ya xwe bernedaye, dewleta Tirkiyê ya dagirker, faşist, qirker, rejîma AKP-MHP’ê rexmê ku di hundirê lewaziyekî de ye, lê ew ji bo pêşî li têkçûna xwe bigre, ji bo ku bikaribe biserbikeve, derbeyên mezin li tevgera azadiya Kurdistan bixe, hewildanên xwe berfireh dike û dixwaze heya dawî israr bike, da ku bikaribe encam bigre.

BERXWEDANA TÊ KIRIN BI KEDEKE MEZIN E, NE TIŞTEKÎ HÊSAN E

Hevalên hêja,
Ev berxwedayîna tê meşandin, bi çi kedê bi çi berxwedaniyê tê meşandin herî zêde em dizanin. Ne tiştekî hêsane di bin van ewqas şert û mercan de wisa bi mehan li hemberî her cure êrîşên dijmin bilind kirina berxwedanê. Îro li Şikefta Birîndara, li Karker, Werxelê ev berxwedanî çawa tê meşandin. Cardin beriya wê li Girê Cehenem, Şehîd Berxwedan ew destanan bi çi awayî hatin avakirin. Niha dijmin bi hemû hêzên xwe ve êrîş dibe li ser xeta Çemço û Sîda. Vaye bi heftayan li wê derê hevalên me bi kedek mezin li gelek sengerên berxwedanê de li berxwedidin. Li Şehîd Agir, Şehîd Felat û wekî din li gelek sengeran îro bi kedek mezin, bi cesaretek bilind berxwedana hevalan heye. Cardin li Rojavayê Zapê, li Girê Cudî, li FM, li Amediyê û li deverên din wisa berxwedan heye. Berxwedana Tunela Şehîd Pîrdoxan ne tiştekî hindike. Em hemû hevalên di vê berxwedana pîroz de yekser (bizzat)niha ked didin bi rêzdarî silav dikin. Bi navê biryargeha me em hemû hevalan silav dikin. Ew karekî pîroz dimeşînin, kedek mezin didin raberkirin. Ev tê zanîn û wê cihê xwe di dîrokê de bibîne. Cardin tîmên bi tevger ên di arazî de bi çi zehmetiyan re rûbirû dimînin û pirsgirêkên heyî em di ferqê de ne; dizanin.

YÊN KU DI VÊ ASTÊ DE LI BER XWE DIDIN, NE MUMKUN E KU BI SER NEKEVIN

Lê belê tiştên li vir em dixwazin bejin ev in: Hevalên ku heya niha di vê astê de ev berxwedanî pêşxistin, dikarin ji hemû pirsgirêkan re bibin bersiv. Bêguman her tişt gotin, anîna ziman dibe ku ne zehmet be; ya girîng pêkanîne. Lê em dibêjin ku hevalên di vê serdemê de li hemberî van zorî û zehmetiyan, berxwedana pîroz bilind kirin, bi rihê Apogerî tevgerîn û ew jêhatîbûn raber kirin, di wan de ew qûdret heye ku ji hemû zehmetiyan re jî bibin bersiv. Tenê divê ku, di vê derheqê de fikir û felsefeya Rêber Apo hertim esas bê girtin, rihê rêhevaltiyê, jiyana şoreşgertiyê, li ser hîmê xeta azadiya jin bê parastin. Heval ji heval hez bike, heval ji heval re alîkar be. Rihê kolektif bilind be, di vê çarçovê de divê herkes li erkê xwe xwedî derkeve. Ango erka xwe ya hevaltiyê, hevaltiya xwe ya bi Rêber Apo re, ya bi heval re xwedî derkeve. Di vê derheqê de tiştên pêwîst bike. Ger ku wisa bibe; kesên ku ewqas berxwedayî û li ser vî esasî kûranî çêbike, ne mimkûne ku bisernekeve.

Binêrin, 24 sal in Rêber Apo li ber xwe dide. Dijmin her dixwaze gav paşde bavêje, lê sekna Rêber Apo ya bi wate em hemû jî dizanin ku berxwedaneke çawaye û çiqasî kûre. Bi esas dijmin niha herî zêde li ser Îmralî disekine, Pergala Êşkencê ya Îmralî her ku diçe dijwar dike û dixwaze di wir de encam bigre. Cardin dijmin herî zêde li ser gerîla disekine, her diçe rê û rêbazan zêde dike da ku encam bigre. Dijmin niha di vir de şerê xwe kûr dike, lê li hemberî vê di Îmralî de jî, qada şer de jî; îradeya hatî raberkirin eşkere dike ku bi esasî li hember dijmin îro em şerekî îradê didin. Şerê îradebûna gelê Kurd didin. Gelê me jî di vê çarçovê de fedekariyekê dike. Her çiqasî ku niha em kêm dibînin, rexnên me hebin jî, seknekî xwe heye.

BERXWEDANA 160 ROJÎ BINGEHA SERKETINA MEZIN DANIYE

Ji bona wê em dibêjin, di van 160 rojên derbasbûyî de berxwedanên hevalan pêşxistîn, bingehê serketina mezin ava kiriye. Ger ku ji vir û wa, ji tecrubeyên heya niha derketin holê, em sûd werbigrin û li ser vî esasî di rê û rêbazê rast, di xeta Rêber Apo, di rihê Apogerî de, kûranîçêbikin, rê û rêbazên taktîkên afrîner hîn zêde kûr bikin, zafer teqez wê ya berxwedanvanên qehreman be. Serkeftin wê ya fedayiyên Rêber Apo be. Ev hatiye heqkirin.

Ji bo em encama tê xwestin bigrin, ev çend mehên pêşiya me jî, ji bo me girîngin. Bi esasî ew ji bo dijmin jî girîngin. Lê belê ji bo me jî pir girînge. Ji bona vê em dixwazin ev heftiyên pêş me de ji van tecrubeyên derketîn holê îstîfade bikin û êdî encamgirtinê esas bigrin. Ji bo vê jî pêwîste heval zêdetir kûranî çêbikin, hîn zêde fedekarî pêşbixînin. Her çiqasî heya niha gelek fedekarî hatibin dayîn jî, lê di vê qonaxa pêşiya me de jî, bi rastî pêwîste em bi şêwazekî awarte tevbigerin, em bizanibin ku keda van pênc meh û nîvan vaye îro hemû komî hev bûye, di van heftiyên pêş me de wê bigihêje encamê. Ji bona wê jî divê baldarî pir zêde hebe. 

Heval xwe biparêzin, fedekariyên şexsî bikin, xwe û hevalên xwe biparêzin. Bi rihê êrîşê yê Apogerî firsetên heyî bi kar bînin. Wisa meşa serketina mezin teqez bigihînin encamê. Bi vî awayî ger ku hemû heval bi berpisyar nêz bibin, em bawerin serketina mezin wê ya gelê me be, ya hevalan be, ya gelên herêmê be. Serketin wê ya qehremanên berxwedana pîroz be.

Bîr û baweriya me ev e . Li ser esasê vê bîr û baweriyê em cardin we hemû hevalan bi hezkirin, bi rêzdarî silav dikin û ji bo tevahî hevalan û ji bo me hemûyan di vê serdema dîrokî de serkeftinê dixwazin û em dibêjin,
Bijî Şerê Gelê Şoreşgerî!
Bijî Berxwedana Gerîla!
Bijî Serok Apo!"