Karayilan: Armanca stratejîk a Enqereyê bêstatuhiştina Kurdan e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku armanca sereke ya stratejîk a Tirkiyeyê bêstatuhiştina Kurdan e û destnîşan kir, rejîma Enqereyê li Sûriyeyê neketiye nava şer, ketiye nava çiravê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, di bernameya taybet a Stêrk TV de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û stratejiya li dijî Kurdan nirxand.

Karayilan anî ziman ku Erdogan biryar li ser wê yekê da ku desthilatdarî û sîstema xwe bi dijminatiya li Kurdan dikare bidomîne û got, "Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku di nava serokdewletên mêtinger de yê herî zêde dijminatiyê li gelê Kurd dike Tayyîp Erdogan e. Di nava dîrokê de qetlîemkarên mîna Saddam derketin holê. Saddam Huseyîn dijminekî mezin ê gelê Kurd bû, komkujiyên Enfal û Helebçeyê kir. Lê belê Erdogan niha Saddam Huseyîn jî derbas kiriye. Saddam tenê li nava Iraqê êrişî Kurdan kir. Lê belê Erdogan niha hîn bêhtir bi rengekî stratejîk nêzîk dibe. Dibe ku mîna Saddam yekser komkujiyê nake. Lê belê hîn bi zanebûn, bi plan komkujiyê dike. Her wiha dixwaza stratejiya hebûnê ya gelê Kurd ji holê rake, dixwaze rejîma qirker serdest bike."

Karayilan komkujiyên li jêrzemînên Cizîrê bi bîr xist û destnîşan kir ku Erdogan dijminê herî mezin ê Kurdan e.

'ARMANCA XWE YA STRATEJÎK BÊSTATUHIŞTINA KURDAN E'

Karayilan bal kişand ser şerê li herêmê û got, "Em vî şerî weke Şerê 3'emîn ê Cîhanê bi nav dikin. Ji ber ku şerekî cîhanê ye bi şêweyên cuda tê meşandin. Her kes di wê baweriyê de ye ku piştî vî şerî wê herêm ji nû ve bê dîzaynkirin. Îhtimala ku Kurd di nava dîzayna nû de cih bigirin gelekî zêde ye. Dewleta Tirk ji bo sûdê ji vê pêvajoyê werbigire du armancên stratejîk daniye pêşiya xwe. Ya yekemîn; Kurd di nava vê dîzayna nû de cih negirin. Armanca sereke ya stratejîk a dewleta Tirk ev e. Ji bo vê jî konseptek ji bo xwe destnîşan kiriye. Li ser bingeha vê konseptê dixwaze mîsakî-mîllî dagir bike, şer li derveyî sînorên Tirkiyeyê bimeşîne û nehêle ku Kurd bibin xwedî statu. Ev yek stratejiya giştî ya dewleta Tirk e. Armanca duyemîn jî ew e ku li herêma Rojhilata Navîn desthilatdariya îhvan-i muslîmîn bê avakirin û piştgirî jê re bê dayîn. Ev yek bi esasî armanca desthilatdariya AKP-MHP'ê ye, lê belê bi dewleta Tirk dane qebûl kirin, ji ber ku bi hev re di nava tifaqê de ne. Li Sûriye, Lîbya, Misrê bi piştgiriya ji bo îhvan-i muslîm dixwazin li van welatan serdest bin. Stratejiyên xwe yên bingehîn li ser van her du armancan dimeşîne."

'ENQERE DIXWAZE SÛRIYEYÊ PARÇE BIKE Û BIXE BIN KONTROLA XWE'

Karayilan destnîşa nkir ku şerê niha li Idlibê tê kirin li ser vê bingehê ye û got, "Tirkiyeyê dest li Sûriyeyê werdaye. Erdogan beriya niha bi 9 salan digot 'Em ê biçin Şamê û li Mizgefta Emevî nimêjê bikin'. Bahçelî jî doh rabû got, 'Gelê me bila amade be ku biçe Şamê'. Heman tiştên beriya 9 salan dibêjin. Armanca wan parçekirina rejîma Sûriyeyê ye û kontrolkirina Sûriyeyê ye. Ji xwe Erdogan ji ber ku xwe weke lîderê îhvan-i muslîm dibîne dixwaze îhvan-i muslîm li welatên din ên Ereb bike desthilatdar û bi vî rengî li wir jî bibe desthilatdar. Ji bo vê tevî Qatarê pere, maşe û çekan dide. Qatar ji ber ku pereyê xwe ye, bi giranî vê yekê dike. Bi piştgiriya îhvan-i muslîm hesabê wê dike ku sibe li ku desthilatdar bin ew ê jî li wir bibe desthilatdar."

'HESABÊN KÛR ÊN DEWLETA TIRK LI SER XAKA EREB'

Karayilan diyar kir ku li Lîbyayê tiştekî bi navê hikumeta Serac nemaye û got, "Erdogan bi şandina hêza xwe ji wir re û bi piştgiriya xwe hewl dide Serac li ser piyan bihêle. Eger hikumeta Serac li ser beşeke Lîbyayê hîn serdest be, ew der wê mîna Bakurê Qibrisê bibe parçeyekî Tirkiyeyê. Ji xwe Erdogan çav berdaye petrola wê derê. Plana dewleta Tirk bi vî rengî ye. Bi vî awayî dest li îradeya gelê Ereb werdide. Şandina leşkeran ji bo Lîbyayê, şerkirina li Idlibê, êrişên li dijî hêzên Sûriyeyê, şerekî T.C. ê li dijî Ereban e. Di çarçoveya xeyalên Osmanî de dixwaze îhvan-i muslîm li van herêman serest bike û welatên Ereb dagir bike. Ya rast şerekî li dijî reban e, ji ber ku hesabên gelekî kûr ên dewleta Tirk li ser xaka Ereb heye."

'SIYASETA ERDOGAN XITIMÎ, BI RÛSYAYÊ RE LI BER HEV RABÛ'

Karayilan anî ziman ku di vir de rola sereke dikeve ser milê Rûsyayê û got, "Li Idlibê şerê ku tê kirin bi esasî li dijî Rûsyayê, li dijî polîtîkaya Rûsyayê ye. Erdogan dixwaze ji hin hesabên Pûtîn sûdê werbigire, li ser Sûriye û welatên Ereb armancên xwe pêk bîne. Pûtîn jî bi rastî rê da vê yekê. Rûsyayê destpêkê li Cerablûsê piştre jî li Efrîn, Serêkaniyê û Idlibê pêşî li dewleta Tirk vekir. Piştre jî tiştekî bi navê 'Platforma Astanayê' avêtin naverastê. Gelo platforma Astana dikare çi bike? Niha Erdogan bi xwe dibêje, platformên Soçî û Astana ji hev belav bûne, pûç bûne. Armanca xwe ya esasî ew bû ku Rûsyayê bixapîne û jê sûdê werbigire. Lê belê siyaseta Erdogan niha xitimiye, bi Rûsyayê re li ber hev rabûye. Ev yek nayê wê wateyê ku Tirkiye û Rûsya wê yekser li dijî hev şer bikin. Ji xwe hêzeke Tirkiyeyê nîne ku bikeve şerekî wiha. Taybetmendiyeke girîng a şerê cîhanê yê 3'emîn ew e ku hêz bi rengekî vekirî şer nakin. Bi rengekî neyekser şer dikin."

'WELÊ BÛ KU ŞERÊ TIRKIYE-SÛRIYEYÊ BI RENGEKÎ EŞKERE BÊ MEŞANDIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de demeke dirêj e ku şer diqewime û got, "Lê belê di bûyerên 3'ê Sibatê û yên beriya du rojan qewimîn de dewleta Tirk ragihand ku leşkerên Tirk hatine kuştin. Bala xwe bidin ser, Tirkiye du roj in bang li NATO'yê, bang li Neteweyên Yekbûyî dike û dixwaze ku êrişên dewleta Sûriyeyê -ew jê re dibêjin rejîm' Rûsya û Îranê rawestîne. Bi bangên wiha dike feryad. Ji bo vê jî hejmara mirovên li Idlibê dinepixîne, carna dibêje 2 milyon, carna jî 4 milyon. Lê belê rastî ne welê ye, li Idlibê kes nemaye. Tenê 100 hezar kes mane. Lê belê hejmarê dinepixîne û dibêje 'ewqas penaber ber bi aliyê me ve tê'. Yên ji Idlibê çûne ji xwe çûne, yên mane jî ne zêde ye. Bi vî rengî hejmarê zêde dike û dixwaze çavên Ewropayê bitirsîne ku êrişan bidin rawestandin."

'LEŞKERAN BIŞÎNE KU DERÊ WÊ DAGIR BIKE'

Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk li Idlibê bûye bela û dibêje, "Ez ji vir dernakevim". Karayilan got, "Nuqteyên çavdêriyê yên ku dewleta Tirk beriya niha li herêmê ava kir ji bo çi bûn. Li wir di navbera dewleta Sûriyeyê û çeteyan de şer hebû. Lê belê çete niha ji wir derketine. Dewleta Tirk hîn jî ji ber çi li wir e? Ew der xaka dewleta Sûriyeyê ye. Ev yek uslûba dewleta Tirk e, leşkeran bişîne ku wê ji wir dernekeve. Niha jî ketiye Idlibê, di bin navê nuqteyên ewlekarî û çavdêriyê de ji herêmê dernakeve. Lê belê êdî dewleta Sûriyeyê ketiye wan deran û serdest e. Baş e dewleta Tirk çima hîn li wir e? Xuya ye ev yek wê bibe pirsgirêkeke mezin û şerê li herêmê wê giran bibe. Dewleta Tirk li herêmê bûye bela."

'YÊN LI EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ HATIN KIRIN DIVÊ JI ALIYÊ KURDAN VE NEYÊN JIBÎRKIRIN'

Mûrat Karayilan anî ziman ku Erdogan herî dawî bi navê 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' çek da çeteyên xwe yên alîgirê îhvan-i muslîm û got, "Çi artêşa milî ya Sûriyeyê! Ev hemû çete ne, bi berdêla pereyan mirovan dikujin, destavêtinê dikin, mal û milkên gel talan dikin. Hovîtiya wan a li Efrînê tê zanîn, her wiha tiştên li Serêkaniyê kirin li devereke din a cîhanê nehatine kirin. Dest danîn ser malên mirovan, dest avêtin mirovan. Dest dirêjî namûa gel dikin. Ev yek rûyê rastî yê dewleta Tirk ji nû ve eşkere dike. Em ê ti carî tiştên li Efrînê û Serêkaniyê kirin ji bîr nekin, divê ti Kurd ji bîr neke. Kî ji bîr bike ew xayîn e. Dewleta Tirk dixwaze van çeteyan li herêmê serdest bike, eger ev bû ji xwe li herêmê cih ji Kurdan re namîne. Armanca Erdogan ev e, lewma rîsk daniye pêşiya xwe. Her wiha dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe di vir de dibîne.

'DEWLETA TIRK KETIYE NAVA ÇIRAVA SÛRIYEYÊ'

Gelek leşkerên dewleta Tirk tên kuştin, lê belê ji bo raya giştî û gel nerazîbûnê nîşan nedin û nebêjin, 'te çima em xistin nava şerê Sûriyeyê' tenê 5 leşkeran eşkere dikin. Ya rast li wê derê bi dehan leşkerên Tirk, bi sedan leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin. Ji dewleta Tirk heye ku ketiye nava şerê Sûriyeyê, lê belê ew ketiye nava çirava Sûriyeyê.

Ne diyar e ku çiqasî karibe ji nava vê çiravê derkeve. Li gorî mejiyê Erdogan, divê ji vê derê dernekeve, hîn bêhtir bidin nav û encamê jê werbigirin. Nepêkane ku dewleta Tirk encamekê ji vir werbigire."

'ŞER WÊ GIRAN BIBE'

Karayilan anî ziman ku şerê li herêmê wê giran bibe, hîn dirêj bibe û got, "Ji xwe li tevahiya herêmê şer diqewime. Tê zanîn, piştî sûîqesta Emerîkayê ya li dijî Qasim Silêmanî û El Muhendîs, di navbera Îranê û Emerîkayê de pêvajoyekê dest pê kir. Xuya ye wê nakokiyên li wir jî kûrtir bibe. Bi kurtasî herêm dikele, ji vê pêvajoyê careke din hate fêhmmkirin ku sedema van krîzên li herêmê bi giranî dewleta Tirk e.

Li herêmê ya ku pozîsyona xwe herî zêde baş e û destketiyên xwe diparêze Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şoreşa Rojava ye. Eger Rojava çeperên xwe xurt bike û siyaseteke rast bimeşîne wê ji vî şerî zerarê nebîne û hîn bêhtir destketiyan bi dest bixe."