Jinên Kurd li Rûsyayê li dijî tundiyê hatin gel hev

Jinên Kurd ên li paytext Moskovayê, tundiya li dijî jinê û êrîşên dewleta Tirk nîqaş kirin.

Jinên Kurd ên li Moskova ya paytexta Rûsyayê, zêdebûna tundiya li dijî jinê ya di van demên dawî de û êrîşên dewleta Tirk ên qirkirin û dagirkirinê nirxandin.


Endamên Rêxistina Jinên Kurd ên Moskova (Viyan) ê, wê li dijî tundiyê bikaribin çi bikin nîqaş kirin.
Di axaftina bi navê Viyanayê hatî kirin de dan diyarkirin ku di van demên dawî de tundiya li ser jinê zêdebûye, dewlet jî ji heza jinê ditirse serî li tundiyê didin.
Axafvanê ku diyarkirî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan napejirînin got, “Bi saya Ocalan jina Kurd li dinyayê hate nasîn.”


‘PÊWÎST E JINÊN KURD YEKITIYÊ ÇÊBIKIN’
Di axaftinan de diyarkirin ku êşkenceya li dijî Rojbîn Çetîn a ji aliyê hêzên desthilata AKP-MHP’ê ve li hemû jinan hatiye kirin. Di axaftinê de bang kir ku “Pêwîst e jinên Kurd li dijî rêvebirên faşîzmê yekitiyê çêbikin” û diyar kirin ku pêwîst e li derdorên navnetewî dijî êrîşên dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.