Jin a di karantînayê de ye: Rewş nebaş e, doktor li nexweşan nanêrin

Jinek li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di karantînayê de ye, ji mala wan 10 kes bi nexweşiya vîrûsa korona ketine, rewşa hinekan nebaş e û ji ber xemsariya doktoran rewş girantir dibe.

Hêla vîrûsa koronayê (Covîd -19) li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Rayedarên dewleta Tirk dibêjin ku hejmara nexweşên bi vîrûsa koronayê ketin bûye 2433 kes in û heta niha 59 kes bi vê şewbê mirî ne. Lê belê rêxistinên tenduristiyê dibêjin ku hejmara nexweşan û qurbaniyan ji yên hatine aşkerakirin zêdetir e. Li Tirkiyeyê di halê hazir de tevdîreke cidî ya hatiye wergirtin nîne. Rewşa dawî ya nexweşan ne tenê ji civakê ji nexweşan bi xwe jî tê veşartin. Jina ciwan ya nexweş ya li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di karantînayê de ye ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji malbata wan 10 kes bi şewba korona vîrûsê ketine û li nexweşxaneyê bijîşk li wan nanêrin.

JI MALBATEKÊ 10 KES NEXWEŞÊ ŞEWBÊ NE

Jina ciwan ya nexweş ku nexwest navê xwe aşkera bike anî ziman ku nexweşiya koronayê ji xizmên wan yên ku ji Swêdê hatine derbasî wan bûye û wiha axivî: “Xizmên me ji Swêdê ji bo şînê hatin Amedê û bê ku di karantînayê de bên girtin ketin nava civakê, wan bi xwe jî ne dizanî ku ew bi koronayê ketine. Piştî çend rojan û vir de xizmên me ji ber bêhnçikandin, kuxik, serêşê diçin nexweşxaneyê û dibêjin ew ji derveyî welat hatine. Li nexweşxaneyê dibin karantînayê de tên girtin. Ji xizmên me yên ji Swêdê hatine hevserên hev û zarokeke wan testa wan pozîtîf derket. Di heman rojê de jî testa wan dernket. Piştî sê rojan û vir de testa wan derket û derket holê ku ew nexweşê koronayê ne. Piştî çend rojan û vir de şîn jî xelas bû, hîna testa xwînê yên xizmên me derneketî bûn ji malbata me em 10 kes li ser heman nexweşiyê serêş, kuxik û weke şêwaza serma girtinê çûn beşa lezgîn ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Li wir em xistin bin karantînayê. Ev nexweşî weke serma girtinê ye lê belê serêşî, kuxik heye û mirov ji hal dikeve.''

‘ENCAM PIŞTÎ SÊ ROJAN DERDIKEVE’

Jina ciwan anî ziman ku dema ew hatin beşa lezgîn ya nexwşxaneyê bijîşk xwîna wan girtiye û bê tiştek^ ji wan re bibêjin ew li qata yekemîn ya nexweşxaneyê bi cîh kirine û wiha pê de çû: “Berî sê rojan xwîna me girtin û duh bijîk hate ceö min û got, ‘testa xwînê ya te yek pozîtîf ya din jî negatîf derketiye’. Min got wê çawan be, ez ê heta kengê li vir bim, bijîşk ji min re got, ‘ez jî nizanim, ez jî weke te me û ti agahiya min nîne’ Piştre bijîşk ji min re got, ‘li vir testa xwînê pir zelal nabe, em diçînin Enqerê’. Piştî wê ji qirik û pozê min avek giritin û hîna ez li benda encamê me. Li gorî bijîşkan wê encam piştî sê rojan were. Bijîk ji xwe nayên li ba me û bi nexweşan re eleqeder nabe. Li ber derî li gel me diaxivin, derman û nan datînin li ber derî em ji ber derî distînin.”

PAROL Û ŞIROBÊ DIDIN NEXWEŞAN

Jina ciwan destnîşan kir ku ew çend roj in li nexweşxaneyê ye nikare agahî ji ferdên malbata xwe bistîne û wiha dom kir: “Çend rojin em li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê li qata yekemîn tên girtin. Her nexweşek di menzelekê de tê girtin. Rojê du caran tên germahiya laşê me dipîvin. Ew jî xwe ji me pir diparêzin û ji me dûr radiwestin. Bijîşk û xebatkarên din yên tenduristiyê bi me re eleqeder nabin. Her wiha şert û mercên nexweşxaneyê jî xirab in. Ji dermanan bigre heta nan li ber derî datînin û em ji bo xwe tînin bi kar tinîn. Bijîk li ber deriyê menzelê rewşa me pirs dike û li ber derî ligel me diaxivîn. Dermanê didin me jî hemû yên êş kêmkirinê ne navê wan li bîra min de nîne lê parol û şirûbekê didin me. Heta niha ez çi ji bijîşan pirs dikim ti bersivê nadin min û dibêjin em jî weke we ne, ti agahiya me nîne.”

BIJÎŞK BI NEXWEŞAN RE ELEQEDER NABE

Jina ciwan der barê ferdên din yê malbatê de jî agahî dan û wiha got: “Ji malbata me rewşa apê min, pismam û dotmama min ne baş e. Bi rêya telefonê min agahî ji wan stand û gotin, ew nebaş in û bijîşk bi ti awayî bi wan re eleqeder nabin. Ji bo eşa me raweste ti dermanî nadin me. Pismamê min 50’î salî ye û dotma min jî 48 salî ye. Qedexeye ku em hevdû bibînin. Tenê bi rêya telefonê em agahiyan ji hev distînin. Ew jî dibêjin serê me pir diêşe, germahiya laşê me pir zêdeye û kuxwik bi wan re heye. Li gel êşa wan pir zêdeye jî bişîşk derman nadin wan.

Ji roja ewil heta îro hestiyên laşê min pir diêşin û dikim ku hestiyê laşê min bişkê. Di jiyana xwe de min êşek wiha nedîtiye. Li gel ez 21 salî me jî heta niha ti êşên min tinebûn. Ez nikarim vê êşê vebêjim. Dîsan dilê min pir lihevdikeve û xwikek zêde ligel min heye.”