Ji Stêra Zêrîn: Heftanîn Mizgîniya Min

Koma mûzîkê ya Stêra Zêrîn stranek avête ser Cenga Heftanînê. Di stranê de ku gotinên wê yên Arîn Cûdî ne, tê gotin, "Îroj ceng e cenga giran, tep repa lingê rewan e, tê ji qontarên çiya, xumîn ket erd û ezman, dil feda ye ji bo te Heftenînê."

Koma muzîkê ya Stêra Zêrîn li rojavayê Kurdistanê berhema xwe ya nû ya bi navê ‘Heftanîn, Mizgîniya Min’ bi guhdar û dîdarên xwe re parve kir. Koma muzîkê ku ji hunermendên jin pêk tê, diyar kir ew bi vê strana xwe berxwedaniya gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li Heftanînê silav dikin.

Gotinên stranê yên Arîn Cûdî ne û muzîka wê jî Nûrşîn Salih çêkiriye. Klîb a berhemê jî, li gel dîmenên performansa muzîsiyenan, ji dîmenên gerîlayên HPG û YJA-Starê ku heta niha jî li Heftanînê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin, hatiye pevxistin.

Gotinên stranê jî wiha ne:

 

Îroj ceng e cenga giran

Tep repa lingê rewan e

Tê ji qontarên çiya

Xumîn ket erd û ezman

Dil feda ye ji bo te Heftenînê

Can xelat e ji bo te Heftenînê

Wa ye şîrhelalên te

Tol radikin ji bo te

Ban dike gulî mora min

Law û lewendên min

Dawet e li ser sînga min

Heftenîn mizgîniya min

Xemlek ji çek û rextan

Girêdan keç û xortan

Ne bi şûr û mertalan

Beden bûn çeper li çiyan