Ji bo Şehîdên Rojava malpera înternetê hate amadekirin

Ji bo şervanên YPG-YPJ û QSD'ê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava neh salan de di şer de şehîd bûn malpereke înternetê hate amadekirin.

Malpera bi navê "Sehidenrojava.com" dest bi weşanê kir. Di malperê de wê nivîs li ser şervanên YPG-YPJ û QSD'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava şehîd bûne bên weşandin. Di nava neh salan de herî kêm 11 hezar şervan şehîd bûn.

Di malperê de wê wêne, dîmen, daxuyanî, gotar û nivîs li ser şehîdan bên weşandin. Di destpêka malperê de gotina "Şehîd pêşengên têkoşîna me ne" hate nivîsandin.