HPG: Hêzên me li Girê Qertel bi dehan caran li dagirkeran dan

Gerîlayên HPG/YJA Starê bi dehan caran li leşkerên Tirk ên dagirker dan ku xwestin li Girê Qertel bi pêş ve biçin. 3 leşkerên ku hatine tespîtkirin hatin cezakirin. Dagirkerên ku li bara çalakiyên gerîla nekarîn tiştekî bikin bi çekên kimyewî êrîş anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker daxuyaniyeke niviskî da.

HPG'ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kirin:

''Li Qada Berxwedanê ya Girê Qertal a li herêma Avaşînê; 

21'ê Cotmehê saet di navbeyna 16:30-19:30'an de qada Qertel bi balafirên şer û ji qereqolên ser xeta sînor bi obûs û hawanan hatiye bombekirin. Eynî rojê bi şev artêşa TC'ê ya dagirker Girê Silêman, Girê Sor, Gundê Dirê û Girê Qertel pir bombe kiriye û piştre leşker danîne. 22'yê Cotmehê sibehî hêzên dagirker dema ku xwestine ber bi Qada Girê Qertel ve biçin di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şerekî giran çêbûye. Hêzên me bi dehan caran li dora Qada Berxwedanê li dagirkeran dane. Artêşa TC'ê ya dagirker ku sûcê şer dike, dema ku nekarî bikeve Qada Berxwedanê nîvrokî 9 caran çekên kimyewî û gazên jehrî avêtiye.

22'yê Cotmehê saet 14:30'an hêzên me li derdora Qada Berxwedanê bi taktîka sabotajê li dagirkeran dane. Dagirkeran saet 15:30'an xwestin ku bi çekên kimyewî yên qedexe êrîşê bînin, hêzên me dîsa bi taktîka sabotajê li wan dane. Di vê çalakiyê de bi kêmanî 3 dagirker hatine cezakirin û gelek dagirker birîndar bûne.

22'yê Cotmehê êvarkî û 23'yê Cotmehê danê sibehê artêşa TC'ê ya dagirker bi çekên kimyewî û gazên jehrî 8 caran êrîş aniye ser Qada Berxwedanê ya Girê Qertel. Şerê giran a di navbeyna artêşa TC'ê ya dagirker û hêzên me didome, ku hêzên dagirker ji şeva 22'yê Cotmehê ve bi çekên kimyewî û gazên jehrî dixwzin têkevin Qada Berxwdanê.

ÊRÎŞÊN LI SER BOTANÊ HATIN PÛÇKIRIN

Artêşa TC'ê ya dagirker li Qada Botanê hêzên me kiriye hedef û operasyonên berfireh ên dagirkeriyê daye destpêkirin. Artêşa Tirk bi gelek dagirker û teknîka şer operasyon aniye lê hêzên me ev operasyon pûç kiriye. Dagirkerên ku ji van operasyonan ti encam nestandin mecbûr maye ku vekişe. Agahiyên berfireh ên derheqê operasyonên dagirker ên li ser Qada Botanê wiha ye;

30’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagiker li devera Çelê Bûka û Toranis a dikeve Kato Jîrka ya navçeya Elkê ya Şirnex û Şax a Wanê, dest bi operasyoneke berfireh kiribûn. Ev operasyon roja piştî wê bê ku encamek bigire vekişiya.

21’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker piştî ku devera Bindarê ya girêdayî Kato Xelîlan a navçeya Şax a Wanê bi balafirên şer û helîkopteran bi dijwarî bombe kir û şûnde, dest bi operasyoneke dorfireh a dagirkeriyê kiribû. Ev operasyon 23’yê Îlonê bi awayekî bê ku encam bigire vekişiya bû. Artêşa TC’ê ya dagirker 12’ê Cotmehê devera Ava Masîro û Çelê Bûka li xwe bigire dest bi operasyonekê kiribûn. Ev operasyona dagirkeriyê 14’ê Cotmehê bê ku encamekê bigire vekişiyabû.

Dagirkeran tevahî meha Îlonê di hemû operasonên li devera Deriyê Beqê, Kato Jîrka, Gundê Toranis, Gundê Sîxurpaşa yên girêdayî navçeya Şax a Wanê dabûn destpêkirin bê ku encamek bigirin, neçar bûne vekişin.

22’yê Cotmehê di saetên şevê de Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşîn ji qereqolên li ser sînor bi obûs û hewanan hatine bombekirin.

22’yê Cotmehê saet 18:00-18:45’an devera Çemço ji qereqolên li ser sînor bi hewan û obusan hate bombekirin.

22’yê Cotmehê saet 21:50’î devera Kafya ya Garê bi balafirên şer hatiye bombekirin.”