HPG: Em şehîdên Zapê bi hurmet bi bîr tînin

HPG’ê gerîlayên ku di sala 2016’an de li Zapê şehîd bûne bi hurmet bi bîr anî û got “Em ê her dem girêdayî bîranîn û armancên şehîdên xwe yên hêja bin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan pêk bînin û tola wan bistînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û derbarê 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûbûn, ev tişt diyar kir.

“Dewleta Tirk a dagirker di sala 2016’an de li Zapê hin êriş kiribû. Di van êrişan de hevalên me Hêjar, Întîkam, Seyitxan û Silav şehîd bûbûn. Em di salvegera şehadeta wan de, hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Hêjar Hebûn
Nav û paşnav: Gazî Polat
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dê û nav: Sevîm - Nîzamettîn
Dîrok û cihê şehadetê: Çileya 2016’an/Zap

Nasnav: Întîkam Devran Gabar
Nav û paşnav: Mehmet Halît Îdîn 
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û nav: Zeynep - Abdulazîz
Dîrok û cihê şehadetê: Çileya 2016’an/Zap

Nasnav: Seyitxan Goyî
Nav û paşnav: Abbas Bayram
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û nav: Meryem - Abdulkerîm
Dîrok û cihê şehadetê: Çileya 2016’an/Zap

Nasnav: Silav Çarçella
Nav û paşnav: Sîdar Gurdal
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û nav: Zubeyde-Selman
Dîrok û cihê şehadetê: Çileya 2016’an/Zap

 

HÊJAR HEBÛN

Hevrêyê me Hêjar li navçeya Kopê ya Mûşê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û di nav nirxên civakî yên qedîm a gelê Serhedê mezin bûye. Hevrê Hêjar di nav malbateke kedkar de mezin bûye, di dibistanên TC’yê de zêde nexwendiye û bi keda xwe debara xwe kiriye. Hevalê me kesayetiya xwe wisa ava kiriye û karakterekî welatparêz û girêdayî kokên xwe yên civakî ava kiriye. Hevrêyê me Hêjar di dema ciwaniya xwe de ji bo ku xwedî li peywirên xwe yên welatparêziyê derkeve ketiye nav lêgerînekê û di sala 2012’an de di dema Pêngava Şerê Gel a Şoreşgerî de biryar daye tevlî nav refên gerîlayan bibe. Di 14’ê Tîrmeha 2012’an de di salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin de tevlî nav refên gerîlayan bûye û ji bo jiyana Apoyiyê destpêkeke watedar kiriye. Heval Hêjar li çiyayên Dêrsimê dest bi gerîlatiyê kiriye, dersên jiyanî yên pêşîn û bingehîn ên PKK’ê li vir stendiye. Wî tecrubeyên gerîlatiya Bakur zû stendiye û bûye xwediyê meşeke bi îstîkrar.  Di sala 2013’an de di dema pêvajoya vekişandinê de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye. Wî li Heftanîn, Metîna û Zagrosê pratîk meşandiye û li gelek qadan peywirên girîng stendiye. Di demên pêş de dikaribû bibe fermandarekî Apoyî yê afirîner û dema li ser peywira xwe bû, di êrişên dagirkeran de tevî 3 hevalên xwe şehîd bû.

ÎNTÎKAM DEVRAN GABAR

Hevalê me Întîkam li Şirnexê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Di nav derdoreke welatparêz a ku geleke berdêl daye, mezin bûye. Ew bi bîranînên zilm, êşkence û zextên dewleta Tirk a dagirker mezin bûye û bi xwe jî bûye şahidê vî tiştî û li hemberî dewleta Tirk hêrseke mezin di dilê wî de ava bûye. Ji ber vê jî di dibistanên dewleta Tirk de heta lîseyê xwendiye û tevlî nav tevgera ciwanên şoreşger bûye. Heval Întîkam di xebatên ciwanan de bûye xwediyê pratîkeke bi coş û çalak. Di sala 2014’an de pismam û hevalê wî Devran Besta dema li Kobanê şehîd bû, ew jî ji bo girêdayîna bi şehîd tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji ber hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û mêtinger û çetevaniya DAÎŞ’ê wî navê xwe kiriye Întîkam (Tolhildan) û sonda tolhildanê xwariye. Bandora exlaqê PKK’ê û jiyana PKK’ê bandoreke mezin li ser heval Întîkam kiriye. Wî li qada Zapê di gerîlatiyê de tecrube stendiye. Ji ber helwest û rêhevaltiya wî ya dilsoz hemû hevalên wî jê hez dikirin. Em ê jî bîranîna hevalê xwe Întîkam di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

SEYITXAN GOYÎ

Hevrê Seyitxan li gundê Dêrahênê ya Qilebana Şirnexê ji dayik bûye. Ew girêdayî nirxên civakî yên çanda eşîrê bû û bi welatparêziya malbatê mezin bûye. Ji ber vê jî wî rûyê faşîst ê dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kiriye. Ji ber ku xalekî wî gerîla bû û li gundekî di navbera çiyayên Botanê de mezin bûye, heval Seyitxan xwestiye bibe gerîla. Wî ligel ku zanîngeh qezenc kiriye û çûye metrepolên Tirkiyeyê jî, li vir pergala dewleta Tirk a dagirker û asîmîlasyonîst baş nas kiriye. Wî lêgerînên xwe xurttir kiriye û di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Wî li Kêla Memê ya Botanê dest bi gerîlatiyê kiriye û piştre derbasî herêma Zapê bûye. Wî li çiyayên Zapê xebatên pratîk kiriye û li vir tecrubeyek mezin stendiye. Hevalê me Seyitxan bi xebatkariya xwe gelek peywirên girîng bi cih aniye.

SILAV ÇARÇELLA

Heval Silav li Geverê ya ku welatparêz e û her dem bi serhildanan xwedî li welatparêziya xwe derketiye, mezin bûye. Heval Silav hê di zaroktiya xwe de tevgera azadiyê nas kiriye û di dilê xwe de li hemberî gerîlayan sempatiyeke mezin mezin kiriye û di sala 2016’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Li qada Zapê tevlî nav refên gerîlayan bûye, perwerdehiya xwe ya pêşîn li vir stendiye û bi kesayetiya xwe ya jîr û bi coş zû hînî jiyana gerîlatiyê bûye.Ligel ku ew di refên gerîlayan de nû ye, di nav peywirên pratîk de cih girtiye û ev peywir bi serkeftî bi cih aniye.

Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. 

Em ê her dem girêdayî bîranîn û armancên şehîdên xwe yên hêja bin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan pêk bînin û tola wan bistînin.”